Bikaranîna Hêmanên Çandî di Hînkirina Zimanê Kurmancî de: Xebata Kurmanciya Bakûr (Rewşa Tirkiyeyê)
DESTPÊK
Têkiliya ziman û çandê tiştekî demdirêjî ye û ji aliyê gelek zanist, nivîskar û lêkolîneran jî hatiye îfadekirin. Zimanên klasîk latinî û yewnanî da ku xwendekar bikaribin xebatên edebî bixwînin û wergerînin di wêjeyê de dihat hînkirin. Dawiyê ev prensîp gelemperî bo îfadekirin û berawirdkirina rêbaza Rêziman û Wergere hatiye îfadekirin (Kramsch, 1996; 4; Larsen-freeman, 2000; 15). Ji bo fahmkirina têkiliya di navbera zimên û çandê, bandora dorhêlî ya wan a li ser nêrîna çandî û dîrokiya civakî bi awayekî cûda girîng e. Ragihandina bingehin û belkî ya herî tevlîhev bêgûman ziman e
ku ev jî kombûna peyvên ku tên cem hev wateyên cûda çêdikin. Bi vî awayî, em dikarin bibejin ku ziman îcadeke ji telefon, înternet, balafir, prîntir û herweki din çêtir û hêjatir e. Belk jî îcada heri baş e.
[1]
Ji bo xwendinê bikirtînin Bikaranîna Hêmanên Çandî di Hînkirina Zimanê Kurmancî de: Xebata Kurmanciya Bakûr (Rewşa Tirkiyeyê) Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,294 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!