=KTML_Bold=ZIMANÊ JI HIN BINDESTIYAN AZAD Û BI DESTÊN ME ECIQANDÎ=KTML_End=
Rûken Sarılı
Kêm-zêde me hemûyan ev peyv bihîstîne; ‘Zimanê me hebûna me ye! Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me mafê me yê herî rewa ye!’ û hwd.
Kêm-zêde me hemûyan ev serpêhatî jî bihîstiye; ‘Berê kasetên bi Kurdî hebûn, me bi dizî guhdarî dikir. Berê navên bi Kurdî di nasnameyan de nedihatin pejirandin. Berê kê diwêribu bibêje; ‘Ez Kurd im!’ Berê kî bi Kurdî biaxiviya, ji bo her peyvê cezayê pereyan dihat dayîn.’ Û gelek mînakên bi vî rengî hinavên me disotin.
Niha rewş guheriye. Helbet kesekî bi xêra bavê xwe ev mafên niha bidestketî diyariyê me nekiriye. Helbet ev rewş, encama berxwedanên bêhempa ye. Lê mixabin! Encam li gorî heybeta xwe, li gorî ezîzî û pîroziya xwe nehat pêşwazîkirin.
Dema em serpêhatiyên bav û kalan û rewşa îro rûqalî hev bikin; Stran êdî azad in, lê nayên fêmkirin. Navên bi Kurdî azad in, lê xwediyê navan bi Kurdî nizanin. Tirsa Kurdbûnê şikestiye lê giyanê Kurdî heliyaye. Niha cezayê pereyan ji bo peyvan tuneye; Ez nizanim gelo ji ber ku belaş e qîmet tuneye.!?
Dibêjin; ‘birîndar bi birîna xwe dizane.’ Gelek mamoste, gelek nivîskar, gelek xizmetkarên zimanê me hene û bi saya çîrokên pê mezinbûyîn, tu car qîmeta zimanê xwe kêm nekiriye. Bi saya keda zimanparêzan hinek serê me bilind bûye.
Divê êdî derbirîna zimên, bi dirûşiman ve girêdayî nemîne. Rast e, zimanê me hebûna me ye; ji ber ku nijada me, bi çav û birûyên reş û belek diyar nabe.
Bar li ser milê dayîkan tenê jî nehêlin, jixwe ew rêveber in, çavkaniya lêkolîn û peyvsaziya teknîka zimanê me ne, ji kerema xwe wan newestînin!
Welhasil, ji zimanê dayîkê şîrîntir, tu tişt tuneye û dê tunebe jî. Lewra evîn jî, şîn û şahî jî, te çi divê bila bivê, bi erf û edetên neteweya te xweş e.
Bi hêviya her yek ji me bibe parêzvanê/a zimanê xwe...
[1]