=KTML_Bold=ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#
(Zimanekî xweşk û şêrîn mercê wêjeyek a xweşik û şêrîn e!)Ezîz ê CewoBextê me ji me r’a bibit yar, Carek bibitin ji xewabê hişyar Şûrê hunera me bête danîn,Qedrê qelema me bête zanîn…Ahmedê XanîDemekê p’ir’ hêsa bû, ku mirov li ser wêjeya k’urdî biaxivya, yan binivîsya. Hêsa bû, me bigota, ku di nav dîroka wêjeya k’urdî da navbilindên wek Mela Batê, Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî…Abdullah Goran, Qadrîcan, Cegerxwîn hene. Per’a jî dihate gotin, ku bavê r’omana k’urdî Erebê Şemo k’urdekî sovêtî bûye. Eger navên çend nivîsk’arên k’urdên Sovêtê jî, yên wek: Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Wezîrê Eşo, Sehîdê Îbo, Elîyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar û yên din banyana zimên, wê bihata dîtin, ku wêjeya k’urdî bi giştî tê naskirin… Ew demekê bû! Wê demê t’u p’êwendî û danûstandin, di navbera beşê gelê k’urd ên cuda da nînbû.Dema ku ewqas weşan û p’ergalên r’agîhandinî t’unebûn. Dema internet hê nek’etibû nav jîyana me û nebibû hêmaneke danûstandinê ya bi hêz. Lê ya sereke, r’amana net’ewî, ya ku T’evgera azadîxwaz bi xwe r’a anî, hê nebibû p’arç’eyekî jîyana me. Lê niha r’ewş cuda ye! Naha azadîya weşanê, girseybûna çapemanîyê û întêrnêtê gelek asteng r’akirine. Li beşekî K’urdistana dagerkirî û bindest da weşanên k’urdî tên qedexekirin, k’urd li derveyî welêt wan t’evger dikin. Û îro li çarhêlê cîhanê weşanên k’urdî hene, bi sedan rojname, kovar, malp’er’ (site) û bilog ên k’urdî weşanên xwe pêk tînin. Çiqasî dikarî binivîse, çaqasî dixwazî biweşîne!Îjar, de were, û van hemûyan hemêz bike, ter’ û hişk, kayê û gênim ji hev vebijêre û nîgara wejeya k’urdî ya net’ewî derîne hole.Belê, di vê r’ewşê da pêkhatina wêjezanîya k’urdî dijwartir dibe, û îro, yên ku dixazin bi vê p’eywirê r’abin, barê wan giran dibe. Li vira (û li her cîyekî dinê!), eger mirov bixwaze li ser wêjeyê biaxive, ew çi nirxandinê jî bike, ji çi hêlê va jê ew wêjeyê makbike, dive berê xwe bide zimên. Divê ew di sêrî da bizanibe û bide zanîn, k’a ew wêje bi zimanekî çawa hatye nivîsandin. Ango, çawanîya wêjeyê ji gelek hêlan va grêfterî zimên e.Çima? Ji ber ku bingeha çanda mirovî, bi wat’eya vê p’eyvê ya fireh va, ziman e. Ziman matêrialê sazûmanîya çanda net’ewê ya r’ewanî (ruhî) û r’amanî ye. Ew heya bingeha çanda net’ewê ya matêrîalî ye jî. Eger dibêjin, ku ziman qalibê r’amanê ye, şêwazê mitalekirina wê ye, wê demê ew bingeha çanda matêrîalî ye jî, ji ber ku di destpêtê da şêwazê çandê yê konkrêt di mejûyê mirov da pêk tê (û ew jî bêyî ziman nabe!), her paşê destên mirov wê disêwirînin û şêwazekî matêrîalî didinê.Bi gotineke dinê, eger em qala mirov dikin, tiştê yekem, ku tê heşê me, ziman e.Hinekê bipirsin: “Çi ye, serê her tiştî ziman e?”Belê, wisa ye! Lê di nava van hemûyan da ziman r’astedêr matêrîalê sazbûna wêjeyê ye (ya zarkî û nivîskî!).** *Min çima gotina xwe ya li ser wêjeya k’urdî ewqas ji dûr va destpêkir? – Ji bo ku giringîya zimên di jîyana gelê k’urd (û her gelekî dinê yê cîhanî) da bînim ber ç’avan. Lê giringîya zimên di warê wêjeyê û hunera ku li ser vê bingehê saz dibe û pêk tê, zêdetir e. R’ast e, hunerê nivîsk’arîyê (helbestvanêyê) di nav wêjeyê da r’ola xwe heye. lê, eger yê ku diafirîne, zimên baş nizanibe, an jî bi şaşî bizanibe, wê demê nivîs nabe wêje. Dibe ku ji bo wê jî, em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser asta “Memedê zirav” ya Yaşar K’emal jî t’uneye. Êdî em di derbarê efrandinên nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Şoloxov, Hêmêngûyêy û yên din da nabêjin. Lê îjar çiqas nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va k’urd hene? Û dema mirov nivîsên wan bi zimanên dinê dixwîne, dilê wî diêşe, ku ew k’urd bi zimanê xwe nikarin berhemne wisa bidin. Helbet, sedemên dîrokî yên vê rewşê hene: bindestîbûna gelê k’urd û welatê wî, qedexe û înkara ziman û çanda k’urdî ji hêla dewletên serdestî K’urdistanê va... Belê, ev hemû tê zanîn.Lê îro “nexweşîya tişteknivîsandîn û tiştekweşandinê” di nava beşekî gelê me da (r’ewşenbîr- ne r’ewşenbîr, xwendî-nîvxwendî an nexwendî!) derketye holê. Û ji bo wê îro ew xwendevan, ê ku bixwaze wêjeya kurdî bixwîne nizane bi k’îalî va her’e, wêjeya r’ast li ku biger’e. Ji ber ku nivîs p’ir’ in, lê wêje –p’ir’ kêm... Û bi dîrokî sedemên vê r’ewşê yên obyêktîv û sûbyêktîv hene. Ji wan hinek jî ev in: – zimanê k’urdî qedexe bûye, p’erwerdeya bi wî bi sîstêmî t’unebûye û îro jî t’uneye, ji bo wê jî her k’urdek zimanê biynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baştir dizane (bêguman, ev jî tragêdîya mirovayîyê ye û ne gunehê wan e!); – di warê nizanbûna zimanê k’urdî da yên zane û nezan weke hev dibin, ji ber ku nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e; – di rewşeke weha da, hê di ser da jî heya vê dawîyê k’urdan bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî wey li wê nivîsîn û xwendinê!); – di alfabêya heyî da hê jî pirsgirêk dimînin, qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê di r’êzimana k’urdî da hê jî pêkane nînin; – di nava weşanên me da r’êdaktekirina nivîs û p’irtûkan nebûye çand, û heya naha jî di nav giranîya weşanên me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan nîne: k’î çawa dinivîse, nivîsa wî wisa jî tê weşandin. Lê ger em dîroka weşanên bîyanyan û weşandina pirtûkan di cîhanê da binihêr’in, emê bibînin, yên ku afrandinek a wêjeyî dikin berhemek a ji bo xwendinê, ew jî rêdaktor (êdîtor) û serer’astger (rorrêktor) in; – hêza here girîng, ya ku wêjeyê pêş dixe, r’exneya wêjeyî ye, lê, heyf, di nava wêje û wêjezanîya k’urdî da r’exnegerî nebûye t’ore û çandekê; – civaka xwendevanên wêjeya k’urdî hê pêk nehatye... ** *Ji bo ku wêjeya k’urdî bi r’astî bibe wêjeyek a girseyî, ji bo ku xwendevanên wê hebin, divê yên ku bizanibin bi k’urdî bixwînin, bi girseyî hebin. Û ev yek divê li seranserê welêt pêk bê. Lê r’ewşa zimanê k’urdî cuda ye: dewletên serdestî K’urdistanê li şûna merc û derfet’an ji bo pêşk’etina ziman û çanda k’urdî biefirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan tî, dikirin, ku gelê me di tarîyê da bimîne. Ji bo ku ev r’ewş bê guhar’tin, xwendevanên wêjeya k’urdî bigihîjin, r’exneger, pişgirî û pêşvebirên wê ji nav gel derên, divê zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka k’urdî. Divê zanebûna zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyankirin û xewdîtin û xwenaskirin bibe mercê hebûna me ya net’ewî. Lê ji ber sedemên dîrokî wêjeya me di nava çarç’oveyeke teng da diger’e. Û ev yek ji hêla xwe va bûye sedem, ku îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê va xweşik, lê ji hêl naver’okê va lewaz û ser asta here nimz bigihîjin ber destê xwendevanan. Yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dewlemend dikin, pêşdixin û digihînin asta wêjeyê ya pêwîst jî, wergera berhemên nivîsk’arên bîyanî ye. Dibe ku di nav me - k’urdan da hinek berhemên nivîsk’arên bîyanî hatine wergerandin, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî negihîştye asta pêwîst. Û, ji bo ku ev hemû pêk bê, ji bo her net’ewekê avabûna zimanê wêjeyî yê yekgirtî divêt. Bingeha pêşk’etina wêjeyê ziman bi xwe ye. Mirov dikare bibêje, ziman ew matêrîal e, bi k’îjanê wêje tê hûnandin û sazdibe. Û ziman çawa be, wêje, çand û huner jî, dê weke wî bin… Ji vir jî jêdera- zimanekî xweşk û şêrîn mercê wêjeyek a xweşik û şêrîn e, dertê holê. Ziman û wêje di nava p’êwendîyeke dîalêktîk da ne: bi zimên wêje avadibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û xweşik axavtina zimanê dê dibe... Û ji bo ku zimanekî paqij û xweşik avabibe, ji bo ku li ser bingeha wî zimanî wêjeyeke weke wî paqij û xweşik bisêwire, divê ew ziman wek zimanên gelên serdest ji qedexayan azad bibe, divê merc û derfetên ji bo zimanên serdestan hene, ji bo zimanê k’urdî jî biafirin. Wê demê welatê k’urdan jî wê bibe welatê xwendîtîyê, wê di nava gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, her weha xwendevanên xwendî jî p’ir’ hebin, wê xwendina wêje û çapemanîya net’ewî bibe çandeke civaka me ya bi nirx, weşangehên me jî wê t’enê r’ola çapxaneyan nelîzin, û emê her p’irtûkek a nûweşyayî hildin destê xwe û di dawîya wê da bxwînin: r’êdaktorê weşanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê wêjeyî: ev mirov, rêdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor (serer’astger): ev mirov. Wê demê bi r’astî çawanîya weşan û wêjeya k’urdî wê bigihîje ser asta pêwîst. Û mirovê bikaribe bibêje: “Xewna Xanîyê mezin hate sêrî...”
[1]