Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Newroz, Firdoûsî û lêpovajîkirina dîrokê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Newroz, Firdoûsî û lêpovajîkirina dîrokê
Newroz, Firdoûsî û lêpovajîkirina dîrokê
Newroz, Firdoûsî û lêpovajîkirina dîrokê
(Nirxandinek li ser gotara rêzdar #Fêrgîn Melîk Aykoç# )
#Ezîz ê Cewo#

Bi r’astî, bibir’yarbûn û înîtsîatorîya r’êzdar Fêrgîn Melîk Aykoç û nirxandinên wî yên zanistî mirov dilxweş dikin! Ev mînaka wê yekê ye, eger mirov bixwaze r’astîyan bibîne û derxe holê, divê di vî warî da çawa t’evbigere! Û mamosta Fergîn jî bê r’awestan  wê erka xwe ya bîrewarî bi serfirazî pêk tine. Û ya ku li vira grîng e, ew ne ku t’enê lêdiger’e, lê, her weha, yên heyî dinirxîne û nêr’înên xwe r’asterast datîne hole…
Û, her  çiqas ew pirsa agahîyên di wêjeya farsan da (Fîrdoûsî!), wek prênsîp, r’ast dinirxîne jî, ji  bo bihêzkirina vê dîtinê, ez pêşnîyar dikim, van agahî û nirxandinan jî ber çav bigirin, ên ku ezê li jêrê bînim. Lewra ku, ev ç’avkanîya ku di pirtûka min a di derbarê Zerdeşt P;xember(1) da behsa wê tê krin, pênc dewran (sedsalan) berî Fîrdoûsî hebûye. Ew pirtûka bavê dîroka Ermenêstanê – Movsês Xorênat’sî ye! 
Berî ku di vê derbarê da hinek nirxandinan bînim, ezê parçeyekî ji gotara mamosta Fêrgîn a “Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe” bînim: 
“...Yê ku bi zanistî mijar şêlû kiriye, Firdewsi ye. ...Wî wê demê bi navê “Şahname” berhemek nivisiye. Ev berhem ji ...ne lêkolîneke zanistî ye. Bi giranî xewjînî û çîrçîrokên Faris ên wê demjiyanê ne. Fîrdewsî ne dîrokzan e, ew wê demê di nava Kurdan de hîç nayê nasîn. Mînak, Baba Tahîr Uryan jî di heman demê de jiyaye, lê di ti helbest û têkiliyan de behsa Firdewsî nake. Firdewsî 1600 salan piştî serweriya Med jiyaye, Wer xuya ye ku çavkaniyên wî tenê vegotinên Farisan in. Lema mirov dikane bibêje, wî hewl daye ku têgihîştin û ramanên Farisan serdest bike. Faris ji berê ve ketine nava du awa hewldanan, yek Medan wek verziyoneke Persan nîşan dane, a diduyan; Kurd wek parçeyekî Farisan dîtine. Firdewsî mijara Newrozê di vê çarçoveyê de nivîsiye ku rastiya dîroka Kurdan bi Kurdan bide jibîrkirin. Jiwê jî wî Aştiyago wek Azlî Dehaq /Azhî Zohaq bi nav kiriye. Li dijê vê tewnabarkirina Firdewsî, em êdî dizanin ku Aştiyago ne tenê di dibistanên Magiyan de xwendiye, ji Zerdeştê Roştî jî ders girtiye. Mirovekî herî zana, kamil û bi wîjdan e...”(2)
Belê, ev r’astî ye. Û di derbarê vê r’astîyê da (ango, di derbarê lêpovajîkirina dîroka med-k’urdan a ji hêla farsan va!) di ç’avkanîyên dîrokî yên 500 salan berî Fîrdoûsî da agaahîyên balk’êş hene. 
Eger mirov bala xwe bidê, r’astîyek li holê ye: cîhan û dîroka mirovahîyê t’enê bi Îranê (Fars) bisînor nabe…Ma ne, ji bilî vê herêmê gel û welatên dinê jî hene – mezin an biç’ûk, û di peykerên nivîskî yên kevnar ên wan welatan da gelek agahîyên balk’êş jî hatine  p’arastin? Û, eger mirov bi baldarî li cîhanê binihêr’e, dê bikaribe gelek zanîyarî û daneyên hêja û bi nirx bibîne, yên ku têk’ilîyên xwe bi wê herêma cîhanê r’a hene, ya ku bi kevneşopî Îran tê navkirin (Fars jî di nav da!). Û ew dane û zanîyarîyana dê bikaribin gelekr’astîyên wê derxin r’onahîyê. Beşekî wan ç’avkanîyan hatine lêger’andin, lê beşê dinêhê benda dema xwe ye… Û, heya mirovê bikaribe gelek agahîyên balk’êş di wan destnivîsan da jî bibîne, yên ku ji hêla hinek ên dinê va ji bo mijarne dinê êdî hatine lêgerandin…
Bi t’aybetî jî destnivîsên ermenîyan ên kevnar dikarin kêrî vê mijarê bên. Di wan destnivîsan da gelek agahîyên hêja hatine parastin û hatine-gihştine dema me, yên kudikarin ne ku t’enê kêrî lêger’înên dîroka gelê ermenî bi xwe bên, lê, her weha, kêrî lêger’înên dîroka gel û welatên dinê yên herêmê jî, yên weke: med-k’urdan, asorîyan, farsan (hexamanîyan, sasanîyan, p’ert’ewîyan) û yên dinê bên.
Lêger’înên wan dikaribûn gelek r’ûp’elên tarî yên serdemên cuda r’onî bikirana… Û
di nav wan destnivîsan da ji bo lêger’înên zanistî ya here balk’êş serekç’avkanîya dîrokaermenîyan e – berhema Movsês Xorênat’sî ya “Dîroka Ermenîstanê”(dewra V a s.m.).Di vê p’irtûkê da mîteke (efsane) farsan a di derbarê Îştûvêgûyê P’irhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/Byuraspi Aždahak) – padişahê Medyayê yê dawîyê da heye, yê ku di ç’avkanîyên ewropî da bi navê Astîag//Astîagês tê nasîn. Ev mîta delîleke berbiç’av e di wê derbarê da, k’a çawa di cîhana kevnar da têk’nolojîyên siyasî yên gemar hatine bik’aranîn.  
Û, ya balk’êş jî ew e, her çiqas Movsês Xorênat’sî neç’ar bûye, wê mîtê di p’irtûka xwe da cî jî bike, lêbelê, bi wê r’a wisa jî helwesta xwe ya neyînî li hember wê vegotye, û ew tiştekî vala, bêwate û bêkêr nav kirye.(3)
Lê, ji bo ku her tişt baş bê têgihîştin, divê mirov bizanibe, k’a ev p’irtûka bi çi sedeman û çawa hatye nivîsîn.
Û ezê jî hema ji wê destpê bikim!
Ji dîrokê tê zanîn, ku Movsês Xorênat’sî p’irtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” bi  daxwaz û spartina Sahak Bagratûnîyê serekfermandar, r’êvebir û mêkênasê[4] ermenî yê dewra V a s.m. nivîsye  Û, lewra jî, Xorênat’sî vê p’irtûka xwe bi pesnbêjîyên ji bo SahakBagratûnî û bangawazîya xwe ya berbi wî destpêdike: “Min di daxweza te ya bêhemp’a da ew dyarîya qencî û dilovanîya xwedayî ya bêdawî, a li ser te da hatye, û bandora rewanî ya bê r’awestan li ser r’amanên te dîtin; dema min ji dîdara te zêdetir r’ewanê te nas kir...” – Û ev şêwazê nivîsînê di p’irtûkê da heya dawîyê didome: û ew dem bi dem bi şiroveû danezanan berbir’î Sahak dibe, an nêr’înên xwe tîne zimên...
Û çaxê ku dem pêr’a digihîje, û ew divê bi daxwez û ferzkirina Sahak wê mîta (efsane) farsan a navborî ya di derbarê Îştûvêgûyê P’ir’hespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/ Byuraspi Aždahak) da di p’irtûka xwe da cî bike, ew ne t’enê helwesta xwe ya neyînî li hember wê dîyar dike, lê wisa jî, li dijî nivîsîna wê ber xwe dide, bi Sahak r’a dik’eve navagengeşîyan: “…Çi pêdivîya te bi van ç’îr’okên bêwat’e heye, an jî tuyê çi ji van gotinên bêwat’e û bêkêr bikî?... Lewra, ji bilî wê, ew (fars) bi xwe jî wan hemûyan tê nagihîjin...”(5)
… Lê, dema piştî berxwedaneke weha, ew dîsa neç’ar dibe wê mîtê di p’irtûka xwe da cî bike (bi ferzkirina Sahak!), ew wê di dawîya p’irtûka yekem da (“Dîroka Ermenîstanê” bi xwe ji sê p’irtûkan pêk tê), wek pêvekekê datîne, û hema li wira jî, bi wê r’a wisa jî serpêhatyeke dinê ya di derbarê heman Îştûvêgûyê P’ir’hespîyê padişahê Medyayê yê dawîyê da datîne, ya ku ewî “...di p’irtûkeke keldanîyan da dîtibûye...
“Ev çi xwestek e, gelo, ku tu li hember wan mîtên bêkêr û bêcûre yên di derbarê Ajdahakê Byûraspî da didî pêş? – Xorênatsî dinivîse. – An jî, tu ji bo xatirê çi me bi van ç’îr’okên farsan ên bêwat’e û bêtem va didî mijûlkirin, an çêtir e, mirov bibêje – bi wan ç’îr’okên di derbarê qencîyên wî yên ne qenc da, di derbarê wê da, ku dêwan xizmeta wî kirine, ku ewî nikaribûye r’astîyê û derewan ji hev cuda bike, ku dêwan sergirkên milên wî maç’kirine, û ji wan zîya derketine...
...Ji bilî van ...îro ez p’eyv û gotinên wan bi destê xwe dinivîsim, ên ku em ji wan nefret dikin, heya mirov ji demgê wan jî zivêr dibe: – ez wat’eyê didim gotinên wan ên bêwat’e û bûyerên wan ên p’ir’ kevn, ên ku ew bi xwe jî tê nagihîjin, weha, ez şirove dikim, her t’enê bila dilê te şad bikim an k’arekê bigihînim te. Lê tu divê nefreta me ya li hember wan gotegotan bizanibî, lewra jî me di pirtûka xwe yekem da cîh neda wan, ne jî di beşê dawîyê da, lê em ewê di cîhekî dinê yê cuda da datînin.
Û ezê weha destpêbikim.
…Min ew di pirtûka keldanîyan da dîtye... Ewî (Astîyag//Ajdahak//Աժդահակ. – E. C.) gotye, ku divê hemû fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bibin, ku divê hebûna kesekî yacuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştî-tomerî  be. Her gotineke wî, her k’arekî wî vekirî, li ber ç’avan bûye. T’u r’amanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne, û her tiştê ku didilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan vekirî anye zimên: û ewî bir’yar dabûye, ku mafê dostan heye, şev û r’oj bik’evin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê gotin, qencîya wî ya neqenc bûye”.(6)  
Balkêş e, ne?!
Ma, Îştûvêgû di t’evahîya dîroka mirovahîyê da çi ne serk’êşê r’amana wekhevîya sosyalî bûye?!
Wek ku tê xuyan, hema ev jî bûye sedema wê, ku mirovên nêzîk xiyanet li wîkirine, bûne hevk’ar û hevp’arên derbek’aran û bi wê yekê di dîroka Împêratorîya Medyayê(7) da xala dawîyê danîne...
Qey bibêjî, her tişt hatye gotin, t’enê dimîne, ku mirov wan hemûyan r’ast têbigihîje û r’ave bike, bi t’aybet jî, ya ku Xorênat’sî vekirî dibêje, ku ew bi xwe neç’ar bûye, wan  hemû gotinan binivîse, yên ku ew ji wan zivêr e û nefretê li wan dike, yên ku heya dengê wan jî li guhên wî zid bûne,... ku ew neç’ar bûye, wat’eyê dide ç’îrokên kevn û bêwat’e yên wan (farsan), ên ku ew (fars) bi xwe jî tê negihîjin, her t’enê bila dilê Sahak Bagratûnî şad bike an k’arekê bide wî…  
Wekî dinê, bi hûrbînî di pirtûka “Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”…)” da – r’ûpelên 41 – 51.(8)
Belê, hemû dîroknûsîya fermi ya farsan li ser ç’îrok û efsaneyên dûrî heş û sewdayê mirov pêk hatye, lewra jî her nivîsk’ar an helbestvanekî, dema k’arê nivîsîna berhemekê kirye, ew dîrok û ç’îrok bingeh girtine.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,332 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 11-10-2023
Gotarên Girêdayî: 59
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 09-04-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,332 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!