=KTML_Bold=CEJNA NEWROZÊ – R’ASTÎYA DÎROKÎ, Ç’AVKANÎYÊN BÎYANÎYAN Û GENGEŞÎYÊN LI DORA WAN!=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#
Hê jî di K’urdidistanê da û li derveyî welêt di nava k’urd û k’urdistanîyan da pîrozbahîyên Newrozê bi dawî nebûne – serdema pîrozbahîyên sersala k’urdî ya kevnar! Û, bi r’astî, her çiqas, di dema xwe da hemû gelên Împêratorîya Medyayê jî ev cejn pîroz kirine, ew di nava hezarê salan da di nav wan da bûye wek kevneşopîyekê jî, lêbelê ew pîrozkirina wna bi wat’e û naver’oka xwe va ne wek ya k’urdan e! Û ev kevneşopîya pîrozkirina vê sersalê jî r’ewşa pîrozkirina sersalê di Yekîtîya Sovêtê da tine bîra mirov: hemû gelên Sovêtê sersal anegorî salnameya xrîstyanî pîroz dikirin, wek cejna sersalê (1- ê r’êbendanê!), lêbelê xrîstîanan ji bilî vê wisa jî hûrbînîyên wê yên olî pêk tanîn! Lê îro, dema Sovêt êdî t’uneye jî, hemû gelên Sovêtê yên ne xrîstîyan jî vê cejnê wek kevneşopîyekê pîroz dikin, bêyî ku wan hûrbînîyên wê yên olî pêk bînin, lewra ku ew cejna di bingeha xwe da kevneşopî û naverokeke xrîstîanî heye!
Û, eger mirov bi vê heşmendîyê li pîrozkirina Cejna Newrozê di nava gelên dinê da dinihêr’e, dê dibîne, ku, her çiqas gelên ku demekê di nava Împêratorîya Medyayê da jîyane jî wê cejnê pîroz dikin, lê di nava t’u gelî da jî ew cejna wat’eya xwe ya destpêkî-k’urdî ya r’esen nine…
Çima?
Û bersîva vê pirsê jî bi r’astîya vê cejnê va girêdahî ye – ew cejn a k’urdî ye, û, her çiqas, ewê bi bûyereke dîrokî va girê didin, ewê ji bo k’urdan wek cejneke ç’arenûsî dihejmêrin, lêbelê, dibe ku dîroka wê kevntir be jî, di nava k’urdan da ew cejn bi rehên xwe va berbi k’ûrahîya hezarên salan va jî diçe … Û, dibe ku, her paşê, dema di bin r’êberîya Kavî Vîştaspayê p’adişahê Medyayê (Kîak’sar) da dawî bi desthilatdarîya Dehakê zulmk’ar anîne, wat’e û naver’okeke nû didin vê cejna xwe ya kevnar?! Û, dibe ku, rûxandina desthilatdarîya zulmê ya Dehak hema di rojên Cejna Newrozê da pêk hatye?...
Û hebûna şêwazên cihêr’eng ên vê cejna net’ewî di nav civakên cuda yên ayînî-netewî yên k’urdî da jî, dibe ku, hema govenîya vê yekê ne?! Lêbelê, di ç’avkanîyên bîyanî da li ser vê Cejnê hinek nirxandinê cuda hene.
Dibe ku lewra jî, bi sedemên cuda di nav k’urdan da gengeşîyek derdik’eve holê – r’astîya vê olê destpêka xwe ji k’u digire? Û ev pirsa jî hema ji hêla hinek mitaledarên k’urd va hatine govtûgokirin û nirxandin …
Û, ji ber ku ji wan govtûgoyan her t’enê du gotarên bi zimanê k’urdî yên du mitaledarên k’urd li ber destê min hene, lewra jî dîtina min a di derbarê wan gengeşîyan da dê li ser bingeha wan herdu gotaran t’omar dibe…
Her çiqas di derbarê gotara r’êzdar Fêrgîn Melîk Aykoç a “Gengeşîya li ser r’astîya newrozê berfireh dibe!” da (http://yeniozgurpolitika.net/gengesiya-li-ser-rastiya-newroze-berfireh-dibe/?fbclid=IwAR2wFkB8rHU6yBsVSBHmzyqLHkZ-iUWrYrpV4em5kdNJr4D0uej 7iDc54ZQ ) min nêr’îneke giştî anîye zimên jî (http://www. amidakurd.org/ku/tekst/ Newroz_Firdewsî_û_nirxandinek ), lê ezê li vira, vê carê wek têbînîyekê li ser kontsêpta nirxandinên wê gotarê jî r’awestim. Kekê Fêrgîn bi bingehîn nirxandinên xwe yên zanistî li ser wê r’ewşa heyî, bingehên lêpovajîkirina dîroka vê cejinê pêk tîne û destnîşan dike, ku: “... Herodot, Ksitas von Kindos û di çavkaniyên Asûran de navê Newroza ku têkiliya xwe bi Kurdan, yan jî bi navê kevn ên Medan re heye, derbaz nabe. Lê em dizanin di baweriya Mardûk de du pîrozbahiyên girîng hene. Têkiliya van pîrozbahîyan bi gera rojê re heye. Ev di nava gelên Arî yên ku wê demê xwedan baweriya Mithra (Mîtra) de jî wek cejna bawerîyê tê pîrozkirin. Yek şeva Yelda (dagera rojê), Cejna Êzî û yek jî destpêka meha nûvejînê ango Newroz û Çarşemiya Sor e...” – Piştî vê ew bi dane û argûmanên heşmendî nepêkanîya vê nêr’înê dyar dike, balê dik’işîne ser hinek lêger’înên hinek nivîsk’arên k’urd ên di vî warî da, êkskûrseke dîrokî pêk tîne û gotina xwe lêger’înî bi heşmendî bi wat’e û naver’oka wê cejna net’ewî ya r’ojên me va t’omar dike: “Rastiya demjiyana me jî ev e; ew jî Newroz bi berzbûna tekoşîna Tevgera Azadî û bi çalakiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan û Semayan wateya xwe ya hemdemî wergirtiye. Êdî ew li tevahiya cihanê wek cejn û roja serhildana Kurd hatiye pejirandin”.
Gotara duyem a r’êzdar Mahabad Felat a “NEWROZ” e, û di wê da nêr’în û dîtinên balkêş hene, yên ku hêjayî baldarîyê ne (http://www.amidakurd. org/ku/tekst/ N_E_W_R_O_Z ). Lewra jî, berî ku ez derbasî mabesta xwe ya sereke bibim, ezê li ser hinek dîtinên wê gotarê r’awestim, wek helwesteke r’amanî ya balk’êş. Her çiqas di vê gotarê da jî qala Fîrdoûsî û vegotina Newrozê ya di “Şahname”ya wî da tê kirin, lêbelê ya sereke, wek ku di vê gotarê da tê xuyan, xudanê gotarê têgihîştina xwe ya bingeha kevneşopîyên gelan a çandî-r’ewanî bi şêwazekî têgihîştina heşmendî t’omar dike: “Jiyana gelan li ser çi rastiyên tevgerên xwezayî û cografîk teşe girtibe, çîrokên wî gelî jî li gor wê afirîne. Loma ku ew çîrok di nav xwe de kodên civakê dihewînin...” – Û, dibe ku hema eva jî bûye k’ilîta bersîvên wan pirsan, ên ku wisa net’avetîyê didin kekê Mahabad (û ne t’enê wî). Û ji wir û pêva jî di vê gotarê da jî hewl tê dayîn, ku nepêkanîya kontsêpta ç’îr’okên bîyanîyan, bi t’aybet jî, ya Fêrdoûsîyê helbestvanê fars ê sedsalên X – XI, derxe holê... Lê,
ji ber ku di nirxandina xwe ya li ser gotara kekê Fêrgîn Melîk Aykoç da min hinek danayên dîrokî û nirxandinên xwe li ser vê mijarê anîne (jêder li jorê ye!), lewra jî ezê li vira wan dubanre nekim...
Helbet, mirov li vira her dikre bibêje, ku r’avekirina van ner’astîyên dîrokî hem mafekî bîrewarî yê her mitaledarekî ye, hem jî ya pêkanîna erka derxistina r’astîyên dîrokî ye... Û her bi pêkanîna van maf û erkan jî mirovê bikaribe di warê lêger’înên dîrokî da bigihîje encancamên pêwîst... Lewra jî, ev lêger’înin û yên dinê, yên ku di van gotaran da behsa wan tê kirin, xwedî nirxne hêja ne û dê ji bo r’onîkirina r’astîyên dîrokî bibin beşekî bigeha zanistî ya lêger’înên pêşerojê...
Belê, ev nêr’în û nirxandin p’ir’ girîng in, lêbelê, eger mirov nirxandinên xwe t’enê di vê govekê da pêk bîne, bi van bi sînor bike, ewê kêm bimînin. Lewra jî, wek ku bi min va tê xuyan, divê mirov, dema lêger’înan pêk tîne, wisa jî wan r’astîyan li ber ç’av bigire, yên ku di nava çand, wêjeya zarkî û kevneşopîyên gelê me da hatine p’arastin. Û li vira jî ya sereke ew e, ku dema mirov pirs û bûyerên dîrokî dinirxîne, wan nirxandinan di nava merc û r’astîyên wê serdema dîrokî da pêk bîne, dema ku ew pêk bîne. Û li ser vê bingehê divê bê zanîn, ku r’astîyek li holê ye: piştî zêdetirî hezar û pênsed salî Fîrdoûsî dê dîmenên Cejna Newrozê di “Şahnameya” xwe da wisa vebigota û bi wêjeyî binitiranda, wek ku êdî di nava civaka wan a wê demê da bibûye kevneşopîyekê û hatibûye p’ejirandin. Û di nava wan da jî hemû agahîyên lêpovajî û t’ewş êdî ji Qurûşê p’adşahê farsan ê yekem destpê bûne û bûne kevneşopîyekê. Ango, Fîrdoûsî tiştek ji ber xwe dernexistye. Hê hezar û pênced sal berî wî hemû dîroka Medyayê (= a gelê k’urd) hatibûye lêpovajîkirin. Hê di wê demê da, dema Qurûşê nevîyê Îştûvêgûyê p’aadşahê Medyayê yê dawîyê (Astîag) amadek’arîyên xwe dike, ji bo ku bikaribe kalkê xwe ji ser t’ext bavêje, ew di derbarê wî da hezar û yek şer’ û şilt’axên nebûyî û nebînayî di derbarê wî da di nav gel da dide belavkirine, û peyr’a jî ev têk’nolojîyên gemar di hemû warê dîroka gelê me da tên bik’aranînin, lewra ku dîroka wan her li ser t’unekirina dîroka me dikaribû hebûya. (dîsa li xala 5. a beşê Duyem ê pirtûka “Zerdeşt pêxember (rûpelên dîroka “windabûyî”...)” binhêr’in – r’ûp’el 41 – 51 – https:// www.academia.edu/38211603/ZERDEŞT_ PÊXEMBER_RÛPELÊN_DÎROKA_WINDABÛYÎ_..._ ). Ango, Fîrdoûsî bi serê xwe ne ç’avkanîya lêpovajîkirina dîroka k’urd e, ew bi xwe jî di nav wê dîroka lêp û t’ewş da wek kesayetî û helbestvan pêk hatye, û dibe ku, ew hîç hay ji dîroka r’asatîn a Newrozê nînbûye jî!
Dîtineke weha çir’a girîng e? – Ya yekem, ji bo zanebûna r’astîya dîrokî, û, ya duyem jî, ji bo wê, ku mirov wan 1500 salên berî Fîrûsî ji hesaban neavêje... Û ji ber van sedeman jî, lêger’înên di vî warî da divê ji dema Qurûş va bên destpêkirin, ji bo ku em r’astîya
dîrokî derxin r’onahîyê...
Ev wek prênsîp, ji bo r’onîkirina pirsa lêpovajîkirina dîrokê!
Naha em bên ser bingehên net’ewî yên vê pirsê, yên ku bi t’u awahî, bi t’u lêpovajîkirinan, t’evkujî û bişavtinan jî dagerkaran nikaribûne bên r’abikin û t’unebikin.
Eger mirov bi heşmendîyeke zanistî pirsê binirxîne, divê di sêrî da bingehên hemû pirsan di nava gelê k’urd bi xwe da biger’e. Divê bê zanin, ku naha di nava civakên k’urdên elewî, yarasanî, êzdî û yên dinê da jî şopên cejna Newrozê bi şêwazên xwe yên cuda va hatine p’arastin. Li vira pirs di wê da ye, k’a, gelo em çiqasî amade ne, wan şopan bibînin. Û, eger lêger’înên me yên di vî warî da di nava kevneşopî û zargotina van civakan da bi zanistî pêk neyên, dê hemû gotin, nivîs û r’exneyên me li ser lêpovajîkirina dîroka Newrozê kêm û yekalî bimînin...
Li vira min dixwest, ku bal bik’işanda ser kevneşopîyên sersala k’urdî di nava k’urdên êzdî da – bi şêwazê wêyî “Kuloça sersalê” va! Bala xwe bidinê, her çiqas di bin bandora hewa îslamî da, ya ku ji xwe piştî êrîşên Ummer bên Xettab ên li ser K’urdistanê êdî hebûye, piştî hatian Sîxadî (Şêx Adî) a nava êzdîyan, bi berekê va kirasê sofîtîya îslamî li stûyê êzdîtîyê danîne jî, ew kirine wek tarîqeteke sofîyên îslamî (di vê derbarê da, bi hûrbînî – http://www.amidakurd.org/ku/tekst/ çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_ êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe), lê dîsa jî, ev şêwazê sersala k’urdî, wek “Kuloça sersalê” û gelek tiştên din ên bi wê r’a p’êwendîdar, hatine p’arastin. Û, her çiqas xwestine û hewl dane (û ew hewlana îro jî didomin!) bi r’êya sofî-îslamîkirina êzdîtîyê şêwazên wan kevneşopîyan biguhêr’in jî, lê, yek e, gelek tişt hatine p’arastin...
Eger tê bîra xwendevanên hêja, hê 15 sal berê di gotara xwe ya “Êzdîtî. Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî” da min di derbarê Kuloç’a sersalê da weha nivîsî bû: “... Lê Kuloç’a sersalê? Ev jî hema-hema dik’et dema ku şev û r’oj weke hev dibûn – dema sersala k’urdî ya net’ewî – Newrozê. Wan r’ojan li fêza gundê me – li Davanê berfînek derdik’et – ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin- vajî bibûn, wek p’elên serbixwe. R’engê wan sût bû. Û di navenda her p’elekî tûdirêjkî r’a kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû – teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? – Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz – Newroza delal! Lê dema ku kuloç’ ker dikirin?! Her we bidîta, em- zarok çawa li dorê dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, k’a wê morîyê p’ara k’ê bik’eve. Mezinê malê jî, – demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, kuloç’ ker dikir û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev p’ara Mêrê R’ojê, ev p’ara Xudanê Malê, ev p’ara Zîyayê zer, ev p’ara Mamer’eşan, ev p’ara Mamê Şivan, ev p’ara Gavanê Zerzan, ev p’ara Xeta cot, ev p’ara malxwê malê, ev p’ara... r’êwîyê me, ev p’ara ...xwendevanê me, ev p’ara!..” ( http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html ).
Û, hûn dizanin, dibe ku ev berfîn a bi navê Newroz di nava k’urdên êzdî da jî êdî hatye jibîrkirin, lewra ku ew bi demê r’a êdî kirine êzîdî û bêhtir ji r’ehên xwe yên net’ewî hatine dûrxistin... Û ya balk’êş ew e, ku ev berfîna bi navê xwe yê Newroz va her di nava k’urdên êzdî yên gundê me – Sîpanê (P’ampa k’urdan a berê) û yên gundê cînar Avşênê (Çobanmaza berê) da bi wî navê xwe va hatye p’arastin.
Balk’êş e, ne?
Û li vira jî dibe ku hinek bipirsin: “Çima hema di herdu gundan da?”
Ji bo vê jî her bersîvek heye: “Ew ji ber wê ye, ku êzdîyên van herdu gundan hê di dawîya sedsala XVII – destpêka sedsala XVIII ji ber zor û zulma R’oma r’eş bi neç’arî welatê xwe t’erikandine û hatine, li van deveran cî bûne. Wek ku tê xuyan, wê demê sîstêma sofîtîya îslamê hê xwe bi wan r’a negîhandibûye...”
Divê bê zanîn, her çiqas dem hatine guhartin, bi t’aybet jî van 25 – 30 salên dawîyê hewlên heya dawîyê îslamîkirina êzdîyan bi biryar didome jî, lê, yek e, ev kevneşopîya net’ewî di nav wan da hê jî li ber xwe dide...
Û, k’a, gelo ewê heya k’engê bikaribe li ber xwe ide, ev jî bi serê xwe mijara axavtineke
dinê ye?!
Di vê r’ewşê da mirov dikare çi bibêje? Bi dîtina min emê her wê demê bikaribin heya dawîyê r’ûpelên dêroka xwe yên lêpovajîkirî an windakirî derxin r’onahîyê, eger bi lêger’înên ç’avkanîyên bîyanîyan r’a t’evayî wisa jî bingehên dîroka xwe di nava kevneşopîyên xwe yên net’ewî û zargotina xwe ya bêhemp’a û nebînayî da biger’in – bi zanistî, derem bi derem binirxînin, wan ji t’oz û xubara demê û paxs û gemara bîyanîyan paqij bikin û li gelê xwe veger’înin...
Bi vî awahî emê bikaribin hewlên hezarê salan ên dagerkeran ên lêpovajîkirina dîroka me vala derxin!
[1]