“Zerdeşt Kurd bû!”: Zerdeştîya Nû di nav Kurdên Başûr de
10/7/2018
Puxte: Piştî ketina Mûsilê di 2014 a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan. Li gor kesên bûn Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Di 2015 a de, li Silêmanîyê du navendên Zerdeştîyê vebûn, herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Herêma Kurd hatin naskirin. Bi taybetî, wan hewl nedan ku Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan versîyonên xwe yê Zerdeştîyê afirandin, neteweperwer, postmodern û lîberal. Kurdên Zerdeştî angaşt dikin, sedem dînê Îslamê ye ku Kurd “paşverû” ne. Dixwazin rewşa niha bi rêya şêwazeke “tasdîkkirî” û “resen” ê Zerdeştîyê serast bikin. Ev gotara niha, bi rêya xebata qadê ya li van herdu navendan, li ser vê tevgera dînî ya li Silêmanîyê ku li Başûrê Kurdistanê bajarekî grîng e, disekine. Peydabûn û cudatîyên Zerdeştîya Kurd analîz dike ka Kurdên Zerdeştî nerînên xwe yî derbarê Îslam, mafên jinan, mafên mirovan û serxwebûna Kurdan çawa îfade dikin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=526000&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Kovara Rexne Û Teoriyê=KTML_Link_External_End=