Bibin yek!
#Samî Tan#
Belê, gotin xweş e, dilê me gişan hevgirtinê dixwaze. Hemû kurdên xwenas û azadîxwaz hevgirtinê dixwazin. Bi dil nebe jî bi dev her kes vê yekê dibêje. Her wekî Seydayê Tîrêj di helbesta xwe ya bi navê “Bibin yek” de aniye ser zar û ziman, îro “gog hatiye ber kaşo” heke em jêhatî bibin şek, xwedê ji me re li hev aniye anku, “kapa me dumîr hatiye”.
Lê em ê çendî karibin dubendî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û doz û berjewendiyên neteweyî bidin pêş. Ev yek bi tenê jî nîn e. Her yekî/ê ji me bi hinekan re danûstandinên me, têkilî û peywendiyên me hene; bi hinekan re bazar û lihevkirinên me hene. Gelo em ê karibin wan bazaran xera bikin û wan berjewendiyan pêhna xwe tê hildin?
Ji aliyê bîr û baweriyê ve cudatiyên me hene. Li ser vê bingehê jî têkiliyên me bi hinekên din re hene. Hinek ji me misilman in; hinek êzdî ne, hinek ji me yarsanî ne. Hinek ji me şafîî ne, hinek alewî ne. Hinek ji me kurmanc in, hinek dimilî ne; hinek ji me soran in, hinek jî hewramî ne.
Hinek ji me barzanî ne, hinek şikakî; hinek ji me silivî û hinek îzolî. Hinek ji me ertûşî, hinek goyî ne; hinek ji me mukrî ne, hinek birûkî ne.
Hinek ji me çepgir in, hinek rastgir in; hinek ji me sosyalîst in, hinek muhazakar; hinek ji me sosyal-demokrat in, hinek lîberal. Hinek ji me oldar in, hinek jî xwedênas. Îcar em ê karibin xwe bi hestên neteweyî bipêçin û doza neteweyî di ser hemû tiştî re bigirin?
Rast e, di sedsala bîstan de me gelekî êş û jan kişandin. Em li Dêrsimê, li Geliyê Zîlan, li Helebçeyê li Serdeşt û Barzan hatin qirkirin. Sedema qirkirina me ne eşîra me, ne jî bîr û baweriya me bû. Sedema sereke kurdbûna me bû. Îro me kefen çirandiye, li çar aliyên welêt gel ji xewa giran hişyar bûye, bîr û baweriya azadiyê xurt bûye. Agirê şoreşê geş û gur bûye. Derfet û destkeftin zêde bûne. Îro bi sedhezaran şervanên kurdan hene, çek û cebilxane hene. Ji aliyê siyasî ve kurdan gelek derfet bi dest xistine. Ji aliyê aborî ve derfetên kurdan zêde bûne. Di warê dîplomatîk de derfet çêbûne; nav û dengê kurdan li seranserî cîhanê belav bûye. Li her derê kurd hene, ew kurd li cihê xwe bûne xwedan kar û pîşe, di kar û barên siyasî de giraniyeke wan çêbûye.
Bi tenê tiştekî kurdan kêm e, ew jî yekîtî û hevgirtin e. Hê jî kurdan xwe ji nakokî û dubendiyên navxweyî rizgar nekiriye. Xweşbextane êdî şerê birakujiyê li pey maye, lê belê nakokî û dubendî ji navê nehatine hilanîn. Hê jî kesên ji rêxistinên cuda bi çavên neyaran li hev dinêrin. Li dijî hev devjenî û çêrfiroşiyê dikin. Pirî caran li şûna ku hevalbendiya hev bikin, hevalbendiya neyarên xwe dikin.
Pêdiviya kurdan bi hevgirtin û yekîtiyê heye. Yekîtiyeke li ser hîmê berjewendiyên neteweyî û li gorî rêz û rêzikên demokratîk. Divê em cudatiyên navxweyî wekî dewlemendî û rengîniyê bibînin. Serê pêşîn divê em hev û du bi reng û dengê hev ê resen nas bikin û bipejirînin. Civakeke yekreng û yekreng li vê cîhana gewrik êdî ne pêkan e û ne jî pêwîst û pêdivî ye. Her kes bi dengê xwe, her kes bi rengê xwe, li ser hîmê wekhevî û demokrasiyê, divê ji bo azadiya neteweyî têbikoşe.
Îro gel û neteweyên li Rojhilata Navîn ji bilî kurdan, li ser hîmê dubendiyên olî û mezhebî parçe bûne. Heke kurd karibin van nakokiyên navxweyî bide aliyekî, ew ê karibin ji gelên din re jî bibe mînak. Em tim dibêjin “biratiya gelan” lê belê divê em pêşî di nav xwe de yekîtiya xwe pêk bînin û hingê em ê karibin hebûna xwe bi her kesî bidin pejirandin û bi gelên din re jî hevalbendiyeke rasteqîn pêk bînin.
[1]