=KTML_Bold=Pirtûkên kurdî çima nayêne xwendin?=KTML_End=
Birgul Ozbaris Arda
Li Bakurê Kurdistanê ji ber politîkayên dewletê û mixabin ku ji ber kêmasiyên nivîskarên me, mirov nikare bêje xwendin û nivîsandina kurdî pêş ketiye.
Kesên bixwazin bixwînin, ji ber di warê zêdebûna alternatîf û kalîteyê de pirtûkên bi tirkî bêtir in, berê xwe didine xwendina pirtûkên tirkî. Her çiqas xwendina bi tirkî ji xwendevanan re hêsantir tê û ev jî sedemek e, lê kalîte jî di vir de roleke grîng dilîze ku divê ev jî neyê paşçavkirin. Di vî warî de xemsarî û berdîberdaniyek heye û ev di asteke grîng de ne mixabin. Dema pirtûkeke bi kurdî derdikeve piyasê herî zêde hezar hep tên firotan, lê li gel vê jî ev nayê wê wateyê ku ew hezar hep jî têne xwendin. Pir kes jî ji bo alîkariyê an ji şerman dikirin an mîna diyarî digirin, ji destê nivîskar bi xwe. Mirov nikare zêde di destê kesekê de pirtûkeka kurdî an jî rojnameyeka kurdî bibîne.Dema doktorek teşhîsa xwe şaş bike, dikare nexweşê xwe bikuje jî. Rewşa kurdî jî niha wisan e. Lewra rexne kêm in û yên heyî jî lawaz û tirsonek in. Nîqaşên di vî warî de têne kirin jî, her wihan in. Lewra bi hesab tevdigerin.
Heke berhem nayên xwendin, wê demê divê mirov li ser hemû sedeman û hesabên ferdî raweste ku li gor min pirsgirêka herî girîng jî, kalîteya berheman û bikaranîna ziman e.
Bi taybet dixwazim li ser pirtûkên helbestan rawestim: Belê kurd ji ber serpêhatiyên trajîk ên sedên salan pir hestyar in, lê ev nayê wê wateyê ku hemû kurd dikarin bibin helbestvan. Çewa alfabeya kurdî hîn dibin, pê re jî dest davêjine helbestan û ewr û ezmanan bi ser xwe û me ve hildiweşînin, malê li wêjeya kurd dikin kavil. Her çendî gelek kes hene ku di gelek mijaran de `pispor`in jî, lê di rastiyê de ji xeynî klasîkan û çend nivîskar û helbestvanên nûjen pê ve, kalîte pir zêde daketiye. Ya rastî, dema vê daketinê dibînim, dilê min bi xwe ji pêşeroja wêjeya kurdî sar dibe. Ev bêkalîteyî, ne hêjayê kûrahî û mezinahiya wêjeya kurd e. Tal be jî ji bo gelekan, rastî ev e. “Di malê de tune ar e, navê jinê Guldîdar e” yan jî, “Ez im ne ez im, destmala gulgewez im”. Berhemên bi kûrahiya zanebûneka dîrok, wêje û rastiya jiyan û zimanê gel hatine nivîsîn, çêjeke mezin didin û xwe didine firotan, di cî de balê dikşînin. Dema reng û hestên kûr ên nivîskar li ser berhemên wî/ê nikaribine bêne neqişandin, bazara vî karî jî çênabe û kesek xwe nêzîk nake.
Ev salek e ku ez li Stockholmê, li Pirtûkxaneya Navneteweyî ya Swêdê kar dikim. Li pirtûkxaneyê herî zêde di warê kalîteya pirtûkên kurdî de tengasî tê kişandin. Seriya 120 zimanî pirtûk hene li wê pirtûkxanê, lê tu zimanek ji wan, vê pirsgirêkê najî. Balkêş e ku di tu zimanî de jî, bi qasî zimanê kurdî, pirtûkên helbestan tunene. Herî zêde jî pirtûkên beşa rûsî, erebî, îspanî û farisî dewlemend in, lê di wan de jî ew qas pirtûkên helbestan tunene. Li gel ku beşa kurmancî jî, beşa herî piçûk e, mixabin. Dema pirtûkxane ji bo beşa kurdî pirtûkan dikire, pirsgirêka wan a herî mezin, mijar e. Lewra dest davêjin kîjan pirtûka kurmancî, ji bilî çend roman û pirtûkên lêkolînî, hemû pirtûkên helbestan in. Dema dawî jî, rêveberiya pirtûkxaneyê biryar girt ku ji bo beşa kurdî êdî pirtûkên helbestan êdî nekirin û neynine pirtûkxaneyê. Ji xwe pirtûkên zarokan ku herî zêde dixwazin bikirin û bîninine pirtûkxanê, pir kêm in. Di pirtûkên zarokan de jî, daxwaz ne pirtûkên ku hatine wergerandin in. Haya wan ji dewlemendiya wêjeya kurd û çîrokên kurdî heye û ecêb dimînin ku çima li ser van mijaran, ji bo zarokan pirtûkên kurmancî ewqasî kêm in. Kesên ku pirtûkên kurdî sîparîş dikin û dikirin bi xwe swêdî ne û bi kurdî nizanin. Lê ji ber daxwaz û aciziyên xwendevanan, haya wan ji naverok û kalîteya pirtûkên kurmancî heye, lewra jî, aciziyên xwe yên di vî warî de timî tînine ziman. Li gor sîstema pirtûkxaneyê, pirtûkên ku çend salan nehatibine deynkirin, an pir kêm hatibine deynkirin, ji refan tînin xwar û davêjin. Di nav salekê de, min bi xwe, bi biryara rêveberiya pirtûkxaneyê pir pirtûkên kurdî û bi taybet jî yên helbestan avêtine. Lê divê bê gotin ku hîn jî pirtûkên Seydayê Cegerxwîn, Şêx Evdirehmanê Axtepe, Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî herî zêde têne deynkirin û timî di refan de ne. Ev jî rastiyekê nîşan dide ku dema kalîte û zanyarî hebe, pirtûk xwe dide xwendin û rastiya din jî ku hezar mixabin, li şûna pêşketin bibe, di vî warî de hîn asta van kesan nehatiye girtin, tew nêzîk jî nebûne. Encam û îstatîstîk diyar in û îsbata vê rastiyê ne.
Li gel van rastiyan jî, herkes qurqur beg e û tu kesek qîma xwe bi yê/a din nayîne. Hele ku heft rihê meriv hebe û meriv bikaribe rexneyeke piçûk li berhemên wan bike.
Mînakeke din: Lêkolînvanên cîhanê, bi salan li ser pirtûkekê kar dikin, lê yên me di nav çend mehan de pirtukekê amade dikin û hema di her beşê de `pispor`in. Nivîskarek dikare di heman demê de li ser dîrok, lêkolin, ziman, felsefe, mitoloji, wêje, helbest û hwd. binivîse û ji xwe zanebûn jî ne pir pêwîs t e, hezretî google heye. Çi serê xwe biêşînin, hema ji wir berhev dikin, didine hev û ha ji we re pirtûkeke lêkolînî. Lê çi jî bikin, nikarin rastiya xwe veşêrin, lewra dema diaxivin, an dikevine nîqaşekê, mirov dibîne ku ji zanist û zanyariyê dûr in û bê bingeh in. Dema bingeh tunebe, mirov nikare hêviya kûrahî û berhemeke têr û tijî jî bike. Dema ev hêvî jî tunebe, berhem jî wisa di refikan de dimînin û piştre têne avêtin. Eger pirtûk nayêne xwendin, ev nayê wateya ku kurd li zimanê xwe xwedî dernakevin. Nivîskarek ku ji nexwendina berhemên kurdî aciz e, divê vê yekê pêşî ji xwe pirs bike û di xwe de bigere li sedeman. Bê guman ku ev jî pêvajoyek e û wê derbas bibe. Lê heya ku derbas dibe û zelaliyek dibe, mirov bikaribe çiqasî rê li ber xerabkariyê bigire, ew qasî baş e. Dema berhemek, neyê xwendin, ew berhem nikare şopeke erênî bihêle. Ji bo mirov bikaribe navê nivîskariyê li xwe bike, divê hinek jî hebin ku berhemên mirov bişopînin. Nivîskarên swêdî yên herî navdar tên û ji me pirs dikin ka xwendekar çi dixwazin, çi bala wan dikşîne, pirtûkên wan çiqasî têne xwendin. Nivîskarên me jî divê ji herkesekî zêdetir nefspiçûk bin. Nefspiçûkî nîşana zanyariyê ye. Pozbilindî û parsûqalindî, ne karê rewşenbîran e. Divê bêhna wan fireh be, rexneyan ragirin, rexneyan mîna hesûdî û dijminayetî nenirxînin ku ji xwe gotina hesûdî û rewşenbîrî divê mîna erd û asîman ji hev dûr bin. Divê guhê wan li ser civakê be û parçeyek civakê bin. Her wiha divê weşanxane bi karên xwe rabin. Bizanibin û bikaribin bêjing bikin. Berhem kêm bin jî bila bi kalîte bin, pir çêtir e ku zêde û bêkalîte bin. Hejmara xwendevanan bi zêdebûna pirtûkan zêde nabe, bi kalîteyê zêde dibe. Zimanê min divê nebe êşkence ji bo min. Bi taybet, divê ziman bê hêsankirin. Hemû nivîskarên cîhanê li rêyên baştir digerin ku gelo dikarin çewa zimanê xwe hêsantir û siviktir bikin ku xwendekar baştir bikaribin wan fam bikin. Lê yên me pişt li peyvan dişkênin, stû li hevokan badidin, ji ber xwe ve gotinan çê dikin, mirov dema dixwîne, bawer nake ku bi kurdî nivîsîne. Zimanê dayikê ku dayik jê fam nake. Hîn jî hewl didin ku gelo dikarin çewa ziman girantir û zahmettir bikin. Jiwantirê bi vî rengî dibine `herî baş` û `nivîskarên nûjen`. Dema xwendevan ji ziman fam neke, wê demê çi pêwîst e bi zimanekî evdilecêb bixwîne. Divê êdî ev mijar di nav nivîskar û rewşenbîran de bi hêsanî bêne nîqaşkirin. Herkesek nikare her tiştî zanibe û bibe pisporê ewqas tiştan. Ji ber vê jî, divê hev temam bikin û herkes li gor rastî û zanebûna xwe tevbigere. Problem ne xwendevanên kurdî û nexwendina berhemên kurdî ye, problem nivîskariya kurd e û divê beriya her tiştî ev bê çareserkirin.
[1]