Em û klasîkên me -II-
#Dilawer Zeraq#
Û di pey re;Ew berhemên ku xwedîtî li têgiha modernîzmê dikirin –û pê re jî têgiha klasîk watedar dikirin- ji bo ku karibin ?ûna berhemên beriya xwe bigirin, karibin bi hêsanî, bêpirs û nîqa? li ser text û miqama wan rûnin, ji bo ku karibin bi dilekî rihet û bi rêzgirtin û hurmetdarî û bi awayekî tekûz têkilî bi wan re deynin, ji bo ku karibin bizavine dîtir bi afirana hunerî ya nûdemê bixin, nav li berhemên beriya xwe kirin: berhemên klasîk.Û di pey re;Dem me?iya, xelkê bi demê re ji xwe re berhemên nûtir û dîtir afirand, bi afirandina wan berhemên nûtir, teqleke dîtir li afirîneriya xwe xist, têkiliya xwe ya bi berhemên beriya xwe re heyî ji nû ve saz kir, berî ku ji xwe re textek çêbike, cih û text û miqama wan berheman pihêt û tekûz kir, pê re me?iya û hat heya vê rojê;Ê me Kurdan jî ne her wiha.Me çavên xwe vekir, me navê berhemdarên xwe (ne navê berhemên wan) di devê xwe de kir benî?t (û her wiha bi hildana navê wan navê me jî mezin bû).Me bîr nebir ku di ?ert û mercên herî zehmet û dijwar, buhujîner û bindestiyê de berhemine xurttir û bimirêstir dikare bê afirandin.Me nekarî klasîkên xwe watedar bikira; ji ber ku gava xelkê ji xwe re xwe?tirîn para modernbûnê çêj dikir (wek netewebûn û avakirina zimanekî mu?terek), me dikir nedikir me nikaribû em bibin modern.Me dizanibû me hin berhem hebûn ku xurt bûn û pir bi xwe?ikî di nav têgiha klasîkê de hildihatin, lê me nekarî navek li sedema hebûna klasîkbûna xwe bikira; ji ber ku me dîrok wekî rojên ku derbas dibin fêm dikir, me dîrok wekî çîrokê fêm dikir.Me dikir nedikir me nekarî têkiliyeke ba? û xurt bi klasîkên xwe re daniya; ji ber ku me heya niha ew bi tekûzî bi nav û pênase nekiribû.Û ji ber wê yekê;Pi?tî ku êdî me jî dosyeyek li ba xwe amade kir, bi riya we?anxaneyekê ew çap kir û gihand ber destê xwîneran(!), me gotina T.S.Eliot neanî bîra xwe*, me navê tu ?air û ?iîreke klasîk hilneda ku me jê bandor girtiye (an jî me qala xurtbûn an jî nexurtbûna wan nekir) û mîna ku em qala liber?îriya xwe bikin, me got helbesta Kurdî ya nûjen li ber ?îr e.Lê bi vê re jî, ji bo kes nikaribe ji me re bêje serê sola te xwar e û ji bo ku em karibin bidin xuyakirin ku em modern in (!) û me hay ji wêjeya cîhanê ya modern heye, me navê çend ?air û nivîskarên gewre yên desthilatên me û yên cîhanê hilda.Me wekî xelkê nekir.Me li xelkê nihêrî, lê wekî xwe kir.Me di mazata aqilan de tim û tim aqilê xwe kirî.Me dîwarek ji bo mala wêjeya xwe lê nekir (mixabin me nexwest em dîwarên ku beriya me bi sedan salan hatine lêkirin jî bibînin).Em dereng man di binavkirin û tespîtkirina sedema hebûn (an jî tunebûn)a klasîkên me de.Û divê em ji niha û pê de, ji bo ku karibin wêje û helbesta Kurdî ya nûjen (a li ber ?îr)** ji pitikiyê derbasî dem û gehîneka zaroktiyê bikin, -da ku gava bû ?êst salî jî, li wê zaroktiyê vegere û ew zaroktî her û her rêberî lê bike- divê em têkiliya xwe ya bi klasîkên xwe re, ji nû ve ava bikin.Û çi gava ku nif?ê vê dem û çaxa dawîn ji gelek aliyan ve ?airekî wek M. Cizirî*** û ?iîr û hêmayên wî (an jî teksteke pex?anî ya bi Kurdî ya astklasîk û çêjklasîk) veçirand û ev ?air bû best û îlhameke jênager a wêje û ?iîra Kurdî ya nûjen, wê hingê em ê jî karibin bi dilekî rihet bibêjin ku; Me jî klasîk hene û wêjeya Kurdî ya nûjen gihî?tî ye. * T.S. Eliot ?ertek dide ber wêjeya nûjen û dibêje; Mîrate, mîrate, mîrate…** Helbet dê mafê bersîvdayîna gotina liber?îriya helbesta Kurdî ya nûjen, yê ?air û helbestkarên gewre ye.*** Helbet gelek ?air û ?iîrên klasîk hene, lê ji ber ku bi ya min hêmayên M. Cizîrî ên firîn û firandinê ne, min ew mînak da.Sê bend ji ?iîra Dil Ji Min Bir?ox û ?engê zuhrerengêDil ji min bir, dil ji minAwirên heybetpilingêDil ji min bir dil ji minWê ?epalê misk î xalê.Dêmdurê gerden?emalêCebheta biskan sema lêDil ji min bir, dil ji min Sur?îrînê nazenînêKu?tim û nakit yeq?nêWê bi çengala evînêDil ji min bir, dil ji minKaynak: Em û klasîkên me -II- - Amîda Kurd
[1]