Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,950
Wêne
  124,009
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,811
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zana Farqînî
Zana Farqînî
=KTML_Bold=Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 1=KTML_End=
#Zana Farqînî#

Destpêk
Wekî gelek aliyên kurdan, mîtolojiya wan jî têra xwe nebûye mijara lêkolînên akademîk û bi hûrgilî xebat li ser wan nehatiye kirin. Ev yek ne ji nebûna mîtolojiya kurdan lê ji ber rewşa siyasî ya gelê kurd e ku serdestên wan rê nadin akademîsyenan da ku lêgerîn û lêkolînan li ser van waran bikin. Aliyekî din ê meseleyê jî, bi ya me berhevnekirin û qeydnekirina zargotina kurdî ya bi temamî ye.
Der barê vê yekê de tesbîteke balkêş a W. J. Ong heye. Ew di berhema xwe ya bi navê “Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi” (Çanda Devkî û Niviskî Teknolojîbûna Gotinê) de amaje bi nêzikahîtêdan û helwesteke serincrakêş a lêkolîneran dike. Diyar dike ku lêkolîner, li şûna zimanê devkî berê xwe didin deqên (metnên) nivîskî ku ev yek ne bêsedem û tesadifî ye. Ev rewş, ji pêwendiya pihêt a cîhana lêkolînê ya bi nivîsê diqewime, ji lew re kesên ku ji nivîsê bêhay in û di nav çanda devkî de dijîn, lêkolînê nakin.[1] Bi rastî jî, gava em bi taybetî li ser zimên û çanda kurdî bifikirin, em dê bibînin ku ev peyteke gelek rast û di cih de ye. Heta zargotina me nehatiye qeydkirin û derbasî nivîsê nebûye, em bi awayekî analetîk û lêkolînî li serê têr nesekinîne. Loma heta ku nivîsar (metin) nebe, wisan dixuye ku dê lêkolîn û tiwîjandin jî pir zehmet be.
Der barê mîtolojiya kurdan de gava ji yekî piçek xwenda û hişyar bê pirsîn ew dê bikare navê çend mîtên aîdî kurdan bibêje ku ew jî dê ji hejmara tiliyên destekî ne zêdetir bin. Mîna mîtolojiya Kawa û Dehaq a der barê Newrozê de, ya kurdên êzîdî ya li ser afirandinê ku di Mishefa Reş de heye, wekî ya kurdên Ehlî Heq û hwd. Lê rastî tiştekî din e ku sûcê wan kesan jî nîn e. Tawan a rewşenbîr û serkêşên kurdan e. Mixabin bi qasî xebat û têkoşîna siyasî, bayex bi xebatên zanistî nehatiye dayîn. Kitêbxaneyeke kurdî nehatiye duristkirin ku der barê kurdan de kî çi meraq bike û bixwaze çi hîn bibe, bikare jê sûd wergire û mirad bi daxwaza xwe bike.
Çendî bi awayekî teorîk bê gotin ku raboriya neteweyan hinek di ziman û çanda wan de veşarî ye û bi vê gotinê hanê ronakbîr û zanyarên kurd baweriya xwe bînin jî, mixabin mîna gelek warên kurdolojiyê mirov nikare bibêje ku lîteraturek baş der barê mîtolojiya kurdî de çêbûye.
Yek ji pîrên xebatên li ser mîtolojiyê Erns Cassirer ku çarçoveyeke teorîk jê re çêkiriye, wiha dibêje: “Di nav hemû bûyerên çandî yên însanî de, ew ên ku herî hindik ji analîzên mantiqî re guncan (musaîd) in, mîtos û dîn in.”Di gel vê rewşa hanê di jiyana mirovan de cih û bandoreke wê ya berbiçav heye. Ji lew re Cassirer pê de diçe û dibêje ku tu bûyereke sirûştî û tu bûyereke jiyana mirov nîn e ku li şiroveyeke mîtolojîk neyê û şiroveyeke wiha nexwaze.
1.     Mît
Mît tiştên aşopî ne ku xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şolî ye, heta qet tune ye. Mît, ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina sirûşt û bûyerên sirûştî, çêbûna dinya û gerdûnê ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser sirûşt û bûyerên sirûştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersirûştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet. Belim ji ber ku xwezaya mirovan jî ji tiştên derasayî re ne biyan e, hîn jî hem baweriya xwe bi tiştên mîtolojîk tîne hem jî pîroziyekê etfî wan dike.
1.1.Cureyên mîtan
Bûyer û lehengên mîtolojîk ku ji serdemên gelek berê mane li aliyekî, di van serdemên modern de jî tiştên xwedî karekterên mîtîk tên afirandin û kes bi xwe jî dibin mît; wekî mîtên dînî, civakî, polîtîk û yên damezirîner. Ji bo mîtên polîtîk ku mirov bibêje li her çar aliyê Kurdistanê gelek serok û serkêşên tevgerên siyasî yên kurd, ji ber têkoşîn, xebat û xizmeta neteweyî, ku hinek jê bi destên dijminan hatine kuştin, bûne mît. Hem bi wan tên bawerkirin hem jî xwedî taybetmendiyeke qutsî ango pîroz in, loma nabe ku kes ji wan xeber bide, rexne li wan, tevger û ramana wan bigire.
Ji bo mîtên dînî û yên civakî em hez dikin du mînakan rapêş bikim. Kurd li Rojhilata Navîn wek gelekî zêde bawermend tên dîtin ku di nav wan de gelek tarîqet hene. Yek ji hîmdarê tarîqetan jî Şêx Ebdulqadirê Gêlanî ye, ew hîmdarê Terîqeta Qadirî ye û baweriya berbelav ew e ku ew kurd e. Li ser wî gelek rîwayet hene ku ew xwedî gelek sir û keramet bûye. Yek ji wan ev e: Ji diya xwe re behsa xwe û ezebiya wê dike û dibêjê ku gava ew tevî hevalên xwe çûye hejikan, lê wê werîsê xwe ji bîr kiribû ku bi xwe re bibe. Ew piştiyê xwe çêdike lê werîs pê re tune ye da ku girê bide. A wê gavê ew hatiye hawara diya xwe ku hîn nezewicandî bûye. Wek marekî reş hatiye ketiye bin piştiyê wê, xwe lê pêçaye û bûye mîna werîsekî. Ev yek tê bîra diya wî û bawerî bi lawê xwe tîne ku ew zatekî mezin î xweykeramet e. Di vê vegotinê de diyardeya marê reş heye ku em dê piştre li serê rawestin.
Di wexta zarokatiya me de, li ser firar û mehkûman jî gelek çîrok dihatin gotin. Mêraniya wan a “nedîtî” û jêhatîbûna wan li aliyekî, xelkê bawer dikir ku gule û fişek jî di canê wan re naçin. Heta hinan bi Quranê sond dixwar ku wan bi çavên serê xwe dîtine gule li wan tesîr nekiriye û hema mabûn bibêjin ku ew nemir û ne mirinoyî, bi gotineke din ew ne fanî ne.
Wisan dixuye ku çêkirina mîtan ne tenê aîdî ramana mirovên seretayî ye, çendî wesfên wan biguhere û hinek ber bi aqilîbûnê ve herin jî, di demên modern de îcar bi xuyangeke din xuya dibin.
(1) Walter J. Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (wergêr: Sema Postacıoğlu Banon), Metis Yayınları, Stenbol, 1995, r. 21.
(2)Ji bo agahiyên berfirehtir bnr Roger Lescot, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001, r. 50-52.
(3) Erns Cassirer, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol, 2005, r. 74.
(4) Erns Cassirer; h.b., r. 75.
(5) Anthony D. Smith; Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol, 1994, r. 44.Kaynak: Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan 1 - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,237 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/- 17-11-2023
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-05-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,237 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!