Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,794
Wêne
  123,935
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,640
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Li ser wateyên şabaşê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Li ser wateyên şabaşê
#Zana Farqînî#

Min di Amîda Kurd de nivîsek bi navê Spas û şabaş ma ne yek inş weşand. Ev nivîsara min di gelek malperên din de jî hat weşandin û heta hin ji wan malperan ew wek nûçe jî dan. Ligel vê yekê, bi qasî ku ez pê dizanim, du nivîskarên me yên hêja jî, birêz Perwîz Cîhanî bi navê Sipas! û şabaşe û birêz Jan Dost jî bi navê Sipas û şabaş li serê nivîsîn. Birêz Cîhanî di amîdakurd.comê de û birêz Jan Dost jî di diyarname.comê de, gotarên xwe pexş kirin û weşandin.  Her du camêran jî rexne li angaşta min a ku ez dibêjim şabaş û spas yek in, girtine û diyar kirine ku eleqeya spas û şabaşê bi hev tune ye. Her wiha dibêjin ku mehneyên şabaşê jî tenê bexş, bexşîş û diyarî ne. Li ser kok û rayeka peyva şabaşê jî disekinin, ku şabaş ji şad+başa farisî tê û bi vî awayî wateya jî şad be ye. Jan Dost der barê etîmolojiya peyvê de van agahiyan dide: Koka şabaş di farisî de şad baş e, şad yanî kêfxweş û xweşhal û dilgeş, baş jî jêdera wê başîden e yanî bûn, peyv bi tevayî wisa ye: kêfxweş bibe, şa be. Beriya ku ez hin mînakan bidim da bi wan biselmînim ku wateya spasê ya şabaşê jî di zimanê me yê devkî de heye, min divê ez der barê wateyên şabaşê de careke din vegerim ser nivîsara xwe ya ku bûye dabaşa nîqaşê. Ji ber ku min di nivîsara xwe ya navborî de çend wateyên peyva şabaşê jî diyar kiribûn, ku min ew ji ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî wergirtibûn. Lê min bergindên wan bi tirkî dabûn. Ez hez dikim careke din serî li wê bidim, lê ez ê îcar bergindên wan bi kurdî bidim da ku kesên bi tirkî nizanin jî jê tam serwext bibin:şabaş: m 1. teşekur, şukran 2. bexş 3. mec diyarî, hediye 4. bexşîş (bexşîşa ku sazbend ji kesên ku beşdarî dawetê bûne berhev dike) 5. ew merasîma ku pere û tiştên ku di dawetê de ji bo zava hatine berhevkirin ku navê dayoxan tê gotin 6. b aferim, bravo ~ ji Xwedê re şikur ji Xwedê re ~ kirin 1) teşekur kirin 2) diyarî kirin, hediye kirin.Bala we kişandibe, min cih daye şeş wateyên şabaşê ku min ew tespît kirine. Lê belê ez nabêjim ku her mehneyên wê ev in. Wisan dixuye ku ew ê bi xebat û lêkolînan hin wateyên wê yên din jî derkevin rastê. Piştî van daxuyaniyan îcar min divê ez bêm ser mijara hîmî û bingehîn ku dabaşa vê nivîsa me ye. Her du nivîskarên me yên hêja yên navborî li dij angaşta min radibin û napejirînin ku wateya spas û malavahî ya şabaşê jî heye. Min careke din hin lêpirsîn û lêkolîn der barê vê bêjeya hanê de kirin. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku, min ji bîst kesî zêdetir wateyên şabaşê pirsîn ku ew gişt ji dever û herêmên cihê yên kurmancîaxêv bûn. Ji ber ku derdê min peytandin û tespîtkirina wateya spas a şabaşê bû, min bêhtir dêhna xwe da wî aliyê wê. Ez ê bi kurtî encamên van lêgerîn û lêpirsînên xwe aşkera bikim:şabaş ji Xwedê re: Ev hevok li Farqîn, Hezro, Melazgir, Dîgor û Qoserê (Kızıltepe) tê gotin. Mehneya bêjeya şabaşê li vir tam spas, teşekur bi xwe ye. Nizanim, hevok hingî zelal û aşkera ye, gelo hewce dike ku meriv zêde li ser raweste û rave bikeş!Tiştekî girîng, ew jî ev e ku ev peyva hanê bi piranî di bûy û dawetan de tê bikaranîn. Wek mînak li Norşîn û Hîzana Bedlîsê, li Sancaqdara (Qereyaziya) Erziromê û li Melezgira Mûşê gava dawetvanî diyariyên bûkê didin, yek ji nav civatê wekî wezîfedar bi deng wiha dibêje: şabaş û malava, filan kes ew qas da yan jî ev da (pere be mîqtarê pere, eger zêr û tiştekî din be, îcar wî tiştî bi nav dike û dibêje), aqûbet li serê filan kes be. Her wiha li Tetwana Bedlîsê jî gava ku riyê zavê traş dikin, xelk pere diavêje ser tepsiyê (yan jî tiştekî din), îcar yek bi dengî wiha dibêje: şabaş, şabaş; mal menzelê filan kes ava be ew qas avêt. Bi raya min, ji van mînakan em rasterast leqayî wateya spas a şabaşê tên. Ne mehneyeke din.Ez nimûneyekê jî ji dema dawetan bidim. Di dawetan de, sazbend, mitrib (mirtiv) gava bexşîş distînin an jî gava dixwazin wiha dibêjin: şabaş ji filan kes re, şabaş ji gula xortan re û hwd. Ev awa hema bibêje li gelek deverên welêt heye. Ji lew re ez naxwazim zêde dirêj bikim. Li vir jî, ji ber awayê gotina şabaş ji filan kes re em tê derdixin ku bi wateya spasê tê bikaranîn. Eger sazbend an jî mitrib bexşîş bi xwesta wiha nedigot. Wek li Farqînê hema rasterê digotin Ka şabaşa min. Lê gava bibêje şabaş ji te re meriv nikare wateya bexşîş an jî diyariyê jê derxe. Li aliyê din em nikarin wateya bijî, aferîn/aferim jî jê derxin. Ji ber ku, wek zimanê nezaketê  mirov bi piranî van gotinan ji yê xwe biçûktir re dibêje. Ne ji yê ji xwe mezintir e. Ez mînaka xwe ya dawî jî, ji Dihêya (Erûha) Sêrtê bidim. Gava zarokek çêdibe û tê dinyayê, lêzim û xizmên wî bi diyariya diçine seredana malbata wî. Di wê demê de, bi civatkî rêûresmek tê lidarxistin. Gava serdanî diyariyên xwe pêşkêşî zarok dikin, yek bi dengê bilind dest pê dike wiha dibêje: şabaş mala wî ava filan kes zêrek aniye, Xwedê kurê wî bihêle. Di vê nimûneyê de jî, bi ya min, em  bi aşkerahî dibînin ku şabaş di mehneya spasê de hatiye bikaranîn.Jixwe, eger em bala xwe bidine van mînakan û em di wan bifikirin em ê bibînin ku carinan şabaş û malî ava yan jî malava bi hev re tên bikaranîn, ku ev her du peyv jî hemwateyên hev in.Bi dayîna van mînakan, bi ya min, têra xwe ron û aşkera ye ku wateyeke şabaşê jî spas bi xwe ye. Ji ber ku, ez wisan dihizirim ku mînak hingî zelal û ne hewceyê şîrovekirinê ne, ez êdî pêwîstî bi ravekirina zêde nabînim.Di pey dayîna van nimûne û gotinên der barê wateya spasê ya peyva şabaşê de ez dixwazim careke din vegerim ser angaştên her du nivîskarên me yên hêja ku dibêjin şabaş ji şad+başa farisî hatiye. Li aliyê din min bi xwe, bi maîlê ji birêz Perwîz Cîhanî pirsî bê ka di zimanê farisî de çend wateyên şabaşê hene. Wî jî bi riya emaîlê ev bersiv da min. Ev e bersiva wî: şabaş li ferhengên farsî da weha hatîye şirove kirinê: aferîn, dîyarî, ew zêr yan pereyên ku dawetî li ser serê bûk û zava, yan jî dîlankeran ra didin.  Ez çima li ser vê disekinim, ji ber ku gava mirov peyvekê ji aliyê etîmolojiyê ve hildide dest û bixwaze wê nas bike, bivê nevê wateyên wê jî bandor li ser nêrîn û ramanên mirov, li ser angaşt û îdiayê mirov, li ser azîna dahûrîna (analîza) mirov dikin. Ji lew re divê ku haya meriv ji vê yekê hebe. Ez bi xwe bi şik û guman nêzîkatî li wê dahûrîna peyva şabaşê dikim, ku dibêje ji şad+başê hatiye û bi farisî ye. Li dawiyê ew jî tezek e, angaştek e. Lê angaşta min ew e ku şabaş û spas heman peyv in ku forma wê ya kurmancî şabaş e, lê belê bi qonaxa demê re guherîn di wateyên wê de çêbûne û ez wisan diramim ku wateyên mecazî serî ji wateya wê ya rastîn stendiye.Jixwe, li gorî encamên lêkolîn û lêpirsînan û pêzanînên li ber dest, di nav kurmancîaxêvan de peyva spasê tune ye. Helbet mebesta me ji ji zimanê devkî, ji zimanê nav xelkê ye. Lê di nav zimanê me yê nivîskî de dîsan, qet nebe ev sed sal e ku heye, ku ji bo  selmandina vê yekê me di nivîsa xwe ya navborî de hin belge û dane peşkêş kiribûn. Li aliyê dinê, ji ber ku ez îdia dikim ku ev her du peyv (şabaş û spas) heman peyv in, dîsan jî bi aşkerahî dibêjim ku hewcedarî bi lêkolîn û lêgerînên berfireh heye ku li ser van her du forman bê kirin, bê ka kîjan ji aliyê morfolojiyê ve guheriye, yan jî guherînên çawan di wan de çêbûne. Ji bo van xebatan jî nemaze divê ku di serî de haya meriv ji zimanên îranî çi yên zindî çi yên mirî hebe, ku ew ji bo me kan û çavkaniyên girîng û jêneger in. Her wiha ji bo ku mirov der barê etîmolojî û morfolojiyeke peyvekê de bigihîje encameke zanistî û rast, divê ku mirov van zimanan jî bide ber hev û ji vê hevberiyê encameke beraqil derxe. Li encamê ez dikarim van bibêjim: Ji bilî wateyên dîtir ku me li jorê daxuyandin, mehneyeke din a şabaşê heye ku ew jî spas bi xwe ye û bi ya min ew wateya wê ya rast e û wateyên din jî jê çûne ku ew mecazî ne. Li hêla din, ji ber ku ziman organîzmeke candar û zindî ye tim diguhere, ango peyv guherbar in û ev guherîn hem di wateya peyvê de çêdibe hem jî di şêwe û teşeya wê de. Car heye ku, peyv bi qonax û domana demê re bi temamî wateya xwe ya rast winda dike û wateyên din lê bar dibin. Ji lew re gava ku mirov bixwaze peyvekê ji aliyê etîmolojî û morfolojîk ve hilde dest, divê ku haya meriv ji vê rewşê hebe û heta ji mirov tê divê karibe xwe bigihîne forma wê ya kevn û wateyên wê jî li ber çav bigire. Heke na, bi analîzkirina şêweya li ber dest û wateya wê ya berteng, dibe ku mirov xwe bigihîne encameke ne rast.    Nîşe: Birêz Jan Dost di cihekî nivîsa xwe de, ku me jê behs kir, wiha dibêje: Ez ecêb dimînim ku çawa Perwîzê Cîhanî ev rastiya ku dê niha li ber destên xwendevanan raxînim nedabû destê Zana Farqînî!! Perwîz nivîskarekî têgihiştiye û bêguman ji min bêhtir haya wî ji wêjeya farisî heye!Wekî ku min li dawiya nivîsa xwe ya Spas û şabaş ma ne yek inş,  bi nîşeyekê xuya kiribû, min tenê ji bo teyîdkirinê peyva spasê ya di Farisî de serî li birêz Perwîz Cîhanî dabû. Min ji bo şabaşê tiştek jê nepirsîbû. Ji lew re, divê ku ez vê yekê aşkera bikim. Zana FarqînîKaynak: Li ser wateyên şabaşê - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 795 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-02-2008 (17 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 795 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!