Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,530
Wêne
  123,854
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,491
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Peyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Peyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin
#Zana Farqînî#

Wek tê zanîn, zimanê kurdî zimanekî zayendî ye.Ji lew re peyv an nêr an mê an jî nêtar in. Mebest ji peyva nêtar jî ev e: Peyvek dibe ku hem nêr û hem jî mê be. Peyv gava ji bo kesê ku zayenda wî mêr be dê wekî nêr û gava ji bo kesa ku zayenda wê mê be jî, dê mîna mê bê bikaranîn. Ji bo nimûne, em bêjeya heval hildin dest:Eger em vê peyvê ji bo jin û keçan bi kar bînin, divê em peyvê wek ku mê be bipejirînin û veqetandeka yekejimariyê ya binavkirî ya zayenda mêtiyê /-a/yê bînin paşiyê, na eger em kesê heval wek kurik û mêr hesab bikin, îcar divê em veqetandeka yekejimariyê ya binavkirî ya zayenda nêrîtiyê /-ê/yê bînin paşiya wê: Hevala delal ji kerema xwe re, hinek bêdeng be.Hevalê delal ji kerema xwe re, hinek bêdeng be.Digel vê yekê di zimanê me de, ji aliyê zayendê ve li ser hin peyvan jî lihevnekirinek heye. Li herêmeke ku peyv wek ku nêr be hatibe pejirandin, tu dibînî li herêmeke din îcar wek ku ew mê be hatiye qebûlkirin. Tew tiştekî din î balkêş heye. Di heman herêmê de tu rast lê têyî ku peyvin hene carinan wek mê û carinan jî wek nêr tên bikaranîn. Der barê vê yekê de ez dixwazim çend nimûneyên balkêş derpêş bikim. Ji bo mînak, di kurmancî de bi awayekî piranî peyva por wek nêr hatiye tercîhkirin. Lê li hin herêman îcar ew mîna ku mê be hatiye tercîhkirin: Porê min dirêj e.Pora min  kurt e. Rihê min kin e, hewce nake ez kur bikim.Riha min dirêj bûye divê ez kur bikim.Birincê Qerecdaxê meşhûr e.Birinca ku te çêkiriye rijî û kelê ye.Îcar min divê ez çend peyvên ku li heman dever û herêmê hem wekî nêr û hem jî wekî ku mê bin tên bikaranîn, wek mînak bidim: çax, wext, sedem, soz, qanûn, savar...Tiştê ez dixwazim jê çêl ango behs bikim, ne ev rewşa hanê ye. Ev jî aloziyek e ku divê çareserî jê re bê dîtin. Ji ber ku ev ne peyvên nêtar in û lewma jî divê ku nêremê bin. Ji lew re, ji bo ku ji aliyê zayenda peyvan ve jî standardek, hevgirtinek, pîvaneyek pêk were, hewcedariya me biserûberkirina vê yekê jî heye. Peyvên wiha an nêr an jî divê mê bin. Biryardayîna li ser zayenda wan tiştekî pêwîst û jêneger e, loma em nikarin biavêjin pişt guhê xwe..Lê çawan min di paragrafa li jorê de jî got, mijara nivîsê tiştekî din e. Mijar û dabaş ev e: Di zimanê me de peyvin hene ku zayenda wan bi awayekî gelemper ji aliyê raya giştî ve wek nêr hatine pejirandin, lê îcar di dema tewangê de wek ku ew mê bin tên tewandin. Ez dixwazim sedemê vê yekê bizanibim, lewma serê xwe li ser vê rewşê diêşînim.Em di zimanê nivîskî de çendî bixwazin vê çewtiyê sererast bikin jî, di hin peyvan de ew yek dijwar dibe. Ew peyv rê nadin ku mirov têkilî zayenda wan a tewangê bibe. Di çaxê tewangê de te bivê û nevê tu neçar dimînî û şaşiya tewangê dikî. Ji ber ku ev awa bûye mîna xeletê meşhûr. Îcar dibe ku ji ber zimanê me hînî vê şêweya devkî bûye lewma awayê rastkirî ji me re xerîb tê. Lê bi rastî  min di lêgerîn û lêkolînên xwe de dît ku deverên awayê ergatîfî û tewangê baş bi kar tînin jî, di wextê çêkirina hin terkîban de, digel ku peyv di devoka wan de nêr in jî, wekî ku mê bin ditewînin.Em bi nimûneyan li ser van çend peyvên ku zayenda wan nêr e lê di çaxê tewangê de wek mê tên tewandin, rawestin. Bila peyva me ya pêşîn hesp be. Her kes dizane ku peyv nêr e, lê di dema çêkirina terkîban (ravekan) de, li hin dever û herêman mîna ku hesp peyveke mê be ditewe û /-ê/ya tewanga yekejimariyê ya binavkirî tê paşiyê. Mînak: Barê hespê giran e. Ev hevok bi awayê rêzimanî dikare bi sê şêweyan bê sazkirin: Barê hespî giran e.Barê hêsp giran e.Barê hesp giran e. Hevoka dawîn, peyva hêsp (ku zayenda vê peyvê nêr e), dikare li gorî rêzika tewangê ya ji bo peyvên zayendnêr neyê tewandin. Ji ber ku di zimanê me yê devkî de, tewanga nêrîtiyê li hin herêman hema bibêje ji bilî çend peyvan bi temamî ji holê rabûye. Lê hin peyv hene ku em bixwazin li gorî rêzika rêzimanê ya der barê zayenda peyvan û tewanga wan de bi awayekî sererast bi kar bînin jî, lê em nikarin. Bêjeya çep, an jî peyva rast ji wan bêjeyan in. Mînak:Li milê xwe yê çepê nihart.Bi aliyê rastê ve çû.Wek tê dîtin, di her du hevokan de jî bêjeyên çep û rast bi /-ê/yê hatine tewandin, lê peyv wek ku zayendên wan nêr be, ji aliyê gel ve hatine pejirandin. Em bi dana çend peyvên din, berdewamî bi nivîsara xwe bidin. Nimûna pêşîn ji bo nîşandana veqetandeka yekejimariyê ya zayenda nêr a binavkirî ye û nimûneya duyemîn jî, ji bo tewanga yekejilariyê ya zayenda mê ya binavkirî ye.Li rast û çepê xwe binêre.Tu li aliyê çepê here ez jî li hêla rastê biçim. Xelkê kurd doza mafên xwe dike.Ji xelkê re bibêjin ku bila teşqeleyan çênekin.Barê xwe li kerê bike.Ew li ber aşê ye.Agir berdaye kayê xwe daye ber bayê.Gazî bavê kurikê (an jî lawikê) bike.Ev rewş ne di nav hemû kurmancîaxêvan de wisan e, herêmên ku tewanga wan jî rast bi kar tînin hene. Mesela herêma ku tewanga nêrîtiyê ya yekejimariya diyar bi /-î/yê pêk tînin, di şûna qertafa tewangê ya yekejimariya binavkirî /-ê/yê de, wê datînin û meseleyê çareser dikin, lê herêmên ku tewanga yekejimariyê bi guhartina /a/ an jî /e/yê ya di binyata peyvê de pêk tînin, hema bibêje bi awayekî giştî vê şaşiyê dikin.Barê xwe li kerî bike.Ew li ber aşî ye.Ew li ber êş e.Xwe daye ber bayî.Xwe daye ber bê.Gazî bavê kurikî (lawikî) bike.Gazî bavê lêwik bike Ez rast lê nehatim ku kes peyvên çep û rast bi awayên çepî/rastî an jî çêp/rêst di dema çêkirina terkîban (ravekan) de ditewînin: Li milê xwe yê çepî (çêp) nihart.Bi aliyê rastî (rêst) ve çû.Çendî bi awayê gramatîk ev şêwe bikaranîn rast bin jî, digel pirs û lêpirsînan jî ez bi xwe rast li van awayan nehatim û bi ser wan ve nebûm.Ev peyvên ku me di van hevokên nimûneyî de bi kar anîne, hemen hemen her kes li ser wan hemfikir e ku zayenda wan nêr e, lê di wextê kişandinê de ku bi wan terkîb çêdibin, zayenda wan diguhere, dibin mîna peyvên zayendmê. Ev ne rêzikek ango qaydeyeke ku peyvên zayendnêr di dema pêkhatina terkîban de dibin peyvên zayendmê. Na ez tiştekî wisan nabêjim. Min tenê xwest di vê nivîsarê de balê bikişînim ser vê rewşa heyî û em bi hev re serê xwe li ser sedemên vê yekê biêşînin da ku em rastiya wan fehm bikin. Mirov dikare bêyî ku baş di sedemên vê yekê bifikire û bibêje, dibe ku berê zayenda wan mê bûye îcar paşê bûye nêr. Lê bi ya min ev gotineke bêserûber e û dûrî rastiya zanistî ye. Ji ber em dibînin, peyvên ku ji bo tiştên zayenda wan bi xwe nêr e, tên bikaranîn, di dema terkîban de wekî ku mê bin tên hesibandin û ev rewş di wan de diqewime. Mesela peyva hesp, peyva kurik (lawik). Temam, em bibêjin ku peyva ker ji ber ku hem ji bo nêreker û hem jî ji bo manker ango kera mê tê bikaranîn lewma tevliheviyek çêdibe, ji lew re ew wek peyveke nêtar dikare bê qebûlkirin. Lê peyvên dinş!Lê tenê, niha ev yek tê bîra min û dixwazim bibêjim. Îhtimal heye ku di dema çêkirina terkîban de, li hin deveran /-î/ya tewanga yekejimariyê ya binavkirî ya nêrîtiyê li /-ê/ya tewanga mêyîtiyê ya yekejimar a binavkirî dageriyabe. Ango di şûna awayê tewanga peyva xelkî awayê xelkê cih girtibe. Ev yek ji bo peyvên din jî dibe ku wisan be. Bi dana çend nimûneyan em roniyê bixin ser mijar û dabaşê:Li milê çepê bizivire û here (ango li milê çepî bizivire û here).Ji xelkê re çi yeş (ango ji xelkî re çi yeş.)Barê xwe li kerê bike (ango barê xwe li kerî bike.)Ew li ber aşê ye (ango ew li ber aşî ye.)xwe nede ber bayê (ango xwe nede ber bayî.)Gazî bavê lawikê bike (ango gazî bavê lawikî bike.)Helbet ez naxwazim bibêjim bi awayekî misoger û vebirî ev yek wisan qewimiye û awayên wan ên rast berê ev bûne. Ango tewanga wan bi /-î/yê bûye û paşê li /-ê/yê dageriyaye. Ev yek ji min re niha rast tê, dibe ku rastî tiştekî din be jî.Kaynak: Peyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin - Amîda Kurd
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 739 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
Gotarên Girêdayî: 17
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-06-2007 (18 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 739 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!