$BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*)$
#Azad ZAL#
• Di vir de mirov dikare vê bibêje wêje (edebiyat) di karbeşiya yekemîn de bi “hebû û tunebû…” yên dayikê pê kiriye. • Bûyerên pêkhatî bi hêviyên dahatuyê re bi zimanê axaftinê hatine vegotin û jê wêjeya devkî derketiye meydanê. Çîrok, biwêj, gotinên pêşiyan, pêkenok, xeberoşk û hwd. wêjeya gelêrî derketiye meydanê û bi xwe re bûye bingeha pêşdeçûn û geşedana nifş bi nifş peresîna civakê. • Her çîrokeke ku bi “hebû û tunebû…” dest pê kiriye hêviyeke nû di hiş û mêjiyê zarok de afirandiye; her biwêjek bûye xweparastina ji kêmasiyan û hêza karkirinê; her gotineke pêşiyan bûye şîreteke lixwexwedîderketinê.• Em dibînin ku di nava her gelî de wêjeya devkî bi awayekî xurt heye û giyana wî gelî bi van berhem û afirînekên gelêrî û wêjeya devkî xwedî dibe.• Gelê kurd jî yek ji wan gelan e ku wêjeya wê ya devkî bi her awayî xurttir e.II- Wêjeya nivîskî• Demek şûn de em dibînin ku nivîs derket û şekl û îşaret bûn amûr û alavên derbirandina hizr û ramanan. • Kesên ramanxurt, pêşîvekiroxên pêşdeçûnê derdikevin û rastiya civakê û hêvî û armancan li hev dihûnin û berhem û afirînekên bandorker derdixin meydanê. • Ev ji aliyekî ve armanca civakê vedibêjin û ji aliyê din ve hêviyan diçînin di dilê civakê de. • Em dibînin ku Sîn Leke Unîyê Qasîtî serboriyên Gilgamêşê Ûrûkî bi hêviyên nemiriyê dinivisîne û ji nifşên nû re dibe armanc.• Destan, çîrok, roman, helbest û berhemên bi vî rengî di vê çarçoveyê de ne.III- Wêjeya Olî• Paşê em dibînin ku ji aliyê bawerî û maneviyatê ve jî hêvî, armanc û daxwaz bi rengê utopyayê di astên bilindtir de dertên meydanê û ol û bawermendî weke bingeheke hêzdariyê çêdibe. • Rasterast dinyayeke manewî (dinyaya din) ava dibe û taswîr û xeyalên xurt û zelal dibe perspektîfeke civakê.• Hem pirtûkên pîroz û hem jî menqîbe û serboriyên muqedes wekî berhemên wêjeyî her di nava civakê de cî digirin û bi awayekî dibin bingeha pergala civakê ya siyasî û hiqûqî. Lê ev jî di bingeha xwe de wêjeyî ne. IV- Wêjeya kurdî• Niha jî ku em li wêjeya kurdî binêrin em ê bibînin ku ev pêvajo rasterast di civaka kurdan de pêk hatiye û “hebû û tunebû…”yên dayikên kurdan heta niha jî di hiş û ramanên kurdan de zîndeweriya jiyanî; bîreweriya dahatûyê; hêviya azadiyê hunandiye. • Ji Sîn Leke Ûnî heta Baba Tahirê Hemedanî; ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî heta Cegerxwîn; ji Mestûre Erdelanî heta çîroknûs, şairên jin yên kurd û heta niha bingeheke guherbariya civakî, evîneke pak û pîroz, hêviyeke xurt û zelal di wêje û wêjevaniya kurdî de heye. • Mukemeliyeta evînê di van çarînan de nîşan e.Delal,her du çavên min qesra te neNav du çavên min cihê piyên te neDitirsim tu xafil gav bavêjî ûBi mijangê min biêşin piyên te (Baba Tahir)• Welatê xweş û tasawura bihişta olî û oldariyê di van rêzan de diyar in.….Nuqteya daîreyê zîndan im Lew şubê daîre sergerdan m ….Tu mebîn bêser û bêsaman im Şebçiraxê şebê Kurdistan im ….Lew di iqlîmê suxen xaqan im Sibehê îd e û ez pê nizanimGulê Baxê îremê buhtan im Du bi dêra te seher qurban im Wek birîndarekî bê derman im Carekê şefeq ke rihim, canim (Melayê Cizîrî)• Lêgerîna razên kûrewer di vê malikê de diyar in.Perde ku rabitin ji ber aridê dilîstanê xoş Dil ji xeman ku bê te der bilbilê gulîstanê xoş(Ehmedê Xanî)• Kesandina xwezayî û bîreweriya lêgerînê di van çarînan de diyar in.Ey av û av ey av û av Ma tu bê eşq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê rahetê Bê rahet û bê sekneyîYan aşiqê baxê xwe yîYan şubhetê qelbê me yîJi işqa kê natebitê(Feqiyê Teyran)V- Li ser vê rastiyê mirov dikare çi bike?• PÊŞNIYAR:1- Berê her tiştî divê ku di roja îroyîn de ku derfet bi her awayî guncaw in; KONGRE ya jî KONFERANS bê lidarxistin da ku hemû wêjevan û edîbên kurdan bi taybetî yên ku li ser xaka Kurdistanê dijîn bigihîjin hev û hevpariyek ava bibe.2- Ji bo ku pirsgirêka alfabeyê çareser bibe divê ku rêze-civîn ji bo çareseriya pirsgirêka ALFABEyê bêne lidarxistin. Di destpêkê de li 4 navendên 4 parçeyên Kurdistanê (Amed, Hewlêr, Mihabad, Amûdê) şûn de jî ev berfirehtir bibe. 3- Ji her çar parçeyan muteşekîl xebateke ANSÎKLOPEDIYA WÊJEYA KURDÎ bê destpêkirin û berî vê sersalê bingeha wê bê amadekirin.(27 Rezber 2009)(*) Ev nivîs wekî teblîx di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de, di Asambleya LI ROJHILATA NAVÎN VEGUHERÎNÊN ÇANDÎ Û AFIRÎNERÊN WAN de hatiye pêşkêşkirin.Kaynak: BINGEHA VEGUHERÎNÊN CIVAKÎ Û HÊZA WÊJEYÊ (*) - Amîda Kurd
[1]