=KTML_Bold=Mahmut Baksi û sê romanên cuda=KTML_End=
#Azad ZAL#
Ez niha dikim nakim nayê bîra min ku agahiyên di derbarê jiyana wî ya ku wê çaxê min xwendibû an jî hîn kiribû binivîsim. Ji ber wê jî divê ku min li hinek çavkaniyan mêze bikira û kurtejiyana wî bianiya bîra xwe. Belê di çavkaniyan de wiha derbas dibe.Kurtejiyana Mahmut Baksi:Mahmut Baksi, di sala 1944’an de li gundê Siphiyê ku bi Hezoya navçeya Êlihê ve girêdayî ye hatiye dinê. Dibistana Mamostetiyê dixwîne û bêyî ku biqedîne dev jê ber dide û dest bi rojnamegeriyê dike. Di rojnameya bi navê ‘Batman Gazetesi’ de dixebite (1967). Demekê serokatiya TÎP’ê ya Êlihê dike. Di wan deman de romana wî ya bi navê ‘Mezra Botan(3)’ (bi tirkî ye) derdikeve (1969). Ev romana wî ya yekemîn e. Ew sendîkavaniyê jî dike. Hem ji ber ku kurdperwer e û hem jî ji ber ku bi nivîs û pirtûkên xwe fikr û ramanên wekhevî û welatperweriya kurdî tîne ziman doz lê tê vekirin û 15 sal cezayê hepsê lê tê birîn (1970). Ji ber ku ceza lê tê birîn berê xwe dide welatên xerîbiyê û êdî dibe penaber. Pêşiyê li Almanyayê dimîne şûnde jî derbasî Swêdê dibe (1971). Piştî ku li Swêdê bi cî dibe êdî bi awayekî profesyonelî karê nivîskariyê dike. Nivîs û berhemên ku afirandiye di çarçoveya bajeneke berfireh de ne. Wî bi 3 zimanan 23 pirtûk nivi-sandiye. Ango bi kurdî, tirkî û swêdî roman, çîrok, nirxandinên siyasî û hu-nerî, lêkolînên dokumanterî nivisandiye. Dema ku di 19-12-2000’î de ji ber êş û elema penaberiyê û derd û kulên hesreta welat û bindestiyê jiyana xwe ji dest dide li dû xwe kesayetiyeke siyasî, welatperwer û wêjeyî dihêle.Berhemên Baksi yên wêjeyî:Berhemên wî yên ku kesayetiya wî ya wêjeyî derînin holê romanên wî yên berbiçav in. Ew jî romana Mezra Botan, Zarokên Îhsan, Keça Kurd Zozan, Hêlîn û Gundikê Dono ne.Nîkolay Gavrîlovîç Çernîşevskî(4) di romana xwe ya bi navê ‘Nasil Yapmali?’ (Ji ber ku min ev pirtûk bi tirkî xwendiye ez navê wê yê bi tirkî dibêjim) de dibêje ku (bi lehengê xwe dide gotin) “her nivîskarek bi berhemeke xwe hebûna xwe ya wêjeyî, fikr û ramanên xwe yên bingehîn tîne ziman. Çend berhemên nivîskêr hebin jî di nava wan de yeka sereke heye ku ew jî fikr û ramanên niviskêr îfade dike. Ango ku tu bixwazî Turgenyev(5) fam bikî romana wî ya bi navê “Bav û Law” bixwînî bes e; ya jî tu bixwazî Tolstoy(6) fam bikî “Şer û Aşitî”ya wî bixwînî û hwd. jî bi vî rengî tu dikarî nas bikî. Îcab nake ku tu dema xwe bi berhemên din derbas bikî.” Ango tiştê ku dixwaze bibêje her nivîskarek bi berhemeke xwe ya sereke heye. Ev çiqas rast e yan jî ne rast e ez nizanim lê ez ji gelek aliyan ve tev li vê dîtina Çernîşevskî dibim.Nivîskarê me Mahmut Baksi jî bi berhemên xwe yên ku hene (romanên wî) çiqas vê rastiyê îfade dike ez nizanim. Bi tenê di berhemeke xwe de fikr û ramanên xwe aniye ziman yan jî nêrîn û fikr û ramanên xwe li hemû berhemên xwe belav kiriye yan jî nekiriye ez nizanim. Lewre min hemû berhemên wî, bi taybetî romanên wî nexwendine. Lê ez ê ji aliyê kirde (sûbje), bûyer, cî, dem û ziman (zar, vegotin) ve sê romanên wî bidim ber hev û li gorî wê bigihîjim encamekê.Hêlîn, Gundikê Dono û Serhildana Mala Eliyê Ûnis… Pêşiyê yek bi yek ka çawan in em li wan binêrin.1- Hêlîn(7): Ev roman ji 19 beşan pêk tê. Bi çavê keçeke kurd ji bûyînê heta penaberiyê (ango ji welat dûrketinê / yan jî mirinê) merhaleyên ku derbas kiriye yek bi yek têne ziman.Naverok: Çîrok li gund di zikê dê de dest pê dike. Pêşiyê bi nakokiya zayendî, serdestiya mêran li ser jinan (cudahiya keç û lawan) dest pê dike. (Di zikê dê de xurtiya Azad, lawaziya Hêlînê). Piştî vê, nakokiya astî; xwenda û nexwenda, zanîn û nezanî, feqîrî û dewlemendî xuya dikin. Şûnde nakokiya çînî dertê meydanê. Paşê jî nakokiya neteweyî/gelêrî û bindestiya gelê kurd aşkera dibe. Îşkence, girtin, zindan, firarî, rev, mayîn, sînorên li ser welatê kurdan, dîsa rev û penaberî… Di çavê lehenga romanê (Hêlîn) de penaberî mirin bi xwe ye. Her tişt di nêrînên leheng de li ber lêpirsinê ne.Vegotin: Vegotina bûye-ran, çîrok ji hundir ve tê gotin. Xwendevan di nava çîrokê û bûyeran de ye. Ê/a ku bûyeran dijî xwendevan bi xwe ye.Navê lehenga romanê Hêlîn e. Ji devê Hêlînê ango ji devê kesa yekemîn bûyer têne ziman û çîrok tê vegotin. Xwendevan her tim bi Hêlînê re ye û bûyeran beriya ku pêk bên dibîne û hîs dike, ji gelek tiştan agahdar e. Xwendevan bi Hêlînê re di nava meraqê de ye, Hêlîn bi hişekî rihet û sakîn bûyeran tîne ziman.Honandin bêtir bi awayekî yekaheng û bûyer li ser bûyerê tê. Bûyer ji hev birandî ne, lê li dû hev rêzkirî ne. Kronolojiya bûyeran bi kronolojiya jiyana Hêlînê re di rîtmekê de ye. Hêlîn ji aliyekî de li her tiştî dipirse (nakokiya Hêlîn û birayê wê Azad; şoreşgeriya bavê Hêlînê û nêzikahiya ne wekhev a wî ya li hember wê û birayê wê Azad û yd.) ji aliyê din ve Hêlîn car caran di rastiya jiyanê de di vê lêpirsînê de dixitime. Her tim di nava red û pejirînê de diçe û tê û serkeftin tune ye. Lê bawerî û hêvî her tim di hiş û dilê leheng/Hêlînê de heye ku ew ê azadî bibe para wê û gelê wê jî.Nêzikahiyên wêjeyî: Di vê romanê de ji aliyê honandinê ve humanîzm heye û hinek jî bêhna klasîzmê jê tê. Ji aliyê vegotinê ve natûra-lîzm, ji aliyê vekolandina pirsgirêkên zayendî, civakî û çareseriya wan ve tespîta bêencamiyê heye. Wekî ser-pêhatî hatiye ziman. Dişibe rojane yan jî serpêhatiyên keçeke darbezede ya ku bavê wê hem mamosteyê dewletê bûye û hem jî li hember dewletê di nava tevgerên veşarî decîgirtiye.Ziman: Zimanê romanê pir zelal û sade ye. Gelek hêsan û rihet e. Vegotin bi çîrok û fablan hatiye dew-lemendkirin. (Çîroka Xwedê û tûtikê, ya kerê û dawetê…) Di romanê de pergala ziman gelek durist e. Nivîskar di zimanê xwe de serkeftî ye û nermik û herikbar e. Bûyer gelek tund û dijwar in, lê di ziman de dijwarî û tundî tune ye. Di vegotinê û zimanê nîvîskêr de tundî nerm dibe, dihele û hinek jî şîrînokî dibe. Ji ber ji devê keçikekê hatiye gotin vegotin û şêweyê vegotinê mê ye.Cî: Di romanê de mekan guherbar e. Her tim li gorî kronolojiya bûyeran cî jî diguhere.2- Gundikê Dono(8): Ev roman ji 15 beşên bi hev ve girêdayî pêk tê û 107 rûpel e. (Di çapa Lîsê de 94 rûpel e.)Beşa yekemin: Teswîra xwezaya gund (li Xerzan rewşa biharê) û di nava wan teswîran de bûyerekê (bi berhevdayîna du kûsiyên çolê) dide ber bala xwendevan û bi wê bûyerê re her du serlehengên romanê (Aso û Bedo) derdikevin pêşiya xwendevan. Xwendevên ji devê her du serlehengan lehengên din û rewşa wan jî (zora Hacî Zorav, qelendxwestina bavê Asoyê, Perîxanê û Salo) hîn dibe. Di vê beşê de mîstîsîzma rojhilatî, amûr û bûyerên mîtolojîk (dîtina mar û bêoxiriya marê reş) jî tên îşaretkirin.Em di vir de dibînin ku ev beş bi xwe çîrokek e, di beşê de naverokeke bi ser û bin heye. Beş bi serê xwe temayekê îfade dike. Di çend rûpelên pêşîn de ar-manca nivîskar derdikeve meydanê, xwendevan he-mû îşaretan dibîne. Nivîs-kar di serî de nava xwe û xwendevan xweş dike û jê re dibêje; ‘bi kin û kurtî mesele ev e lê tu min bişopîne!’Beşa duduyan: Di vê beşê de gundî û jiyana gundewar a wan gundiyan (Perîxanê û Aso dikevin rola jin û mêrê modern û bala keçên gund dikişînin ser xwe) der tê pêşiya xwendevan. Di vir de leheng tevî kiryarên xwe û taybetmendiyên xwe dertên meydanê. Jiyana bajêr û jiyana gund, nakokiya navbera her du aliyan de aşkera dibe. Di vê beşê de teswîr di dawiyê de cî digire û bi teswîra gund re trajediya navbera gelan (nakokiya navbera kurd û ermeniyan û bêbextiya Roma Reş) dertê meydanê.Beşa sisê û çaran: Di beşa sisiyan de xwendevan bi tevahî dikeve nava jiyana gund. Êdî xwendevan bi gundiyan re li ber camiyan, li nava malan e, bi gotinên wan dizane. Hînî şêwe û nêzikahiyên wan bûye. Kîjan ji wan di kîjan pozîsyonê de ye dertê meydanê. Ango wêne dertên pêşiya xwendevan. Di beşa çaran de êdî kî ji ku hatiye divê bê zanîn û bi rengê berdewamiya beşa sisiyan xwendevan berê xwe dide dîroka lehengan. Bi danasîna qerekterê lehengan re analîza çînî ya serdestî û bindestiyê û xapandina serdestan, rê û rêçikên wan tê deşîfrekirin. (Hacî Zorav û axatiya wî û kirinên bav û kalên wî).Beşa pênc, şeş, heft, heşt û heta ya sêzdeyan: Heta vira nivîskar nakokiyan nîşan dide û dubendiyên di navbera çîn û qatan de bi tenê dixuyên. Nakokiyên çînî sor bûne li benda çirûskek agir in. Di beşa pêncan de êdî fitîl bi bûyerekê çîk dide û fitîla agir vêdikeve. (Her sê hewiyên hev, jinên Hacî Zorav diçin Asoyê ji Hacî Zorav re dixwazin.) Bi pêketina agir şerê navbera çînan dest pê dike. Her kes xwe li gorî pozîsyona xwe bi cî dike. Nediyarî di rewşa tu lehengekî/ê de tune ye, namîne. Rastiya tund li ber çavan e. Her kes bi her kesî/ê hesiyaye. (Hacî Zorav axa ye û zalim e, Filîto feqîr û bindest e û dijberê Hacî Zorav e….) Şerê navbera wan li dar ketiye, lê hê di nava hev de ne.Têkiliya navbera serdest û bindestan heta ciyekî didome. Di ciyekî de zirav dibe û diqete. Ji hev vediqetin û şerê navbera wan gurtir dibe. (Neqebûlkirina Asoyê, gunikobûna Hacî Zorav, zilma li ser gundiyan, kuştina çend peyayan, reva Asoyê û hatina Bedo) Her kes li sefên xwe ne û bi hev dişêwirin. Di vir de tiştekî balkêş heye, yên bindest (gundî) bi safîbûna sefan bêtir hev digirin û yekîtiya wan çêdibe; lê yên serdest (axa û beg û şêx) bi hev re nikarin yekîtiyekê ava bikin û di navbera wan de nakokî dertên.Beşên Çardeh û Pazdehan: Di beşên dawîn ên 14 û 15’an de êdî final e. Di ya 14’an de fînal bi devê lehengan tê gotin. (Gotinên Cemîlê Çeto: Bext ji qelsiyê tê, axatî birakuj e…. Dîsa ji devê Zibeyrê Ehmê gazin û lome têne ziman). Lîstikek bi dawî dibe û ji bo lîstikeke din heta merc guncaw bibin ew ê çerxa dîrokê bigere. Her çiqas gazin hebin jî di fînala fînalê de hêviyeke xurt û mezin (lê gelek dûr) heye. Ev hêvî hêviya nivîskar bi xwe ye.Naverok: Di romanê de em çerxa civakî dibînin. Dînamîzma civakî bi nakokî û şerê navbera çînan pêk tê. Di vê rastiyê de qehremanên civakê hene. Ev qehremanên civakê di demên herî tund û dijwar de dertên. Sorbûna navbera çînan, agirê navbera çînan geş dikin û pê re dibin qurban. Qehremanên civakê yan dimirin, an tên kuştin an jî wenda dibin. (Di romanê de Filîto ye û tê kuştin.) Bi qurbanbûna qehreman re her tişt li ciyê xwe rûdinê, her kes vedikişe ciyê xwe, jiyana xwe ya normal didomîne, heta ku dîsa nakokî germ dibin.Vegotin: Vegotina bûyeran, çîrok ji derve de tê gotin. Xwendevan ne di nava çîrokê û bûyeran de ye. Xwendevan her tim ji derve her tiştî dibîne û ji her tiştî agahdar e. Ne di nava meraqê de ye, bi hişekî aram û sakîn bûyeran dişopîne, çîrokê dibîne.Nêzikahiyên wêjeyî: Di vê romanê de ji aliyê honandinê ve klasîzm, ji aliyê vegotinê ve natûralîzm, ji aliyê vekolandina pirsgirêkên civakî û çareseriya wan ve romantîzm, (di vir de hinek dişibe romantîzma Vîktor Hûgo(9)), ji aliyê rewş û pozîsyona lehengan ve realîzm (hinek dişibe realîzma Tolstoy(10) û Dostoyevsky(11)) heye. Her wiha ji aliyekî ve mîstîsîzm xuya ye û hinek şopên epîkî jî hene.Ziman: Zimanê romanê pir zelal û sade ye. Gelek hêsan û rihet e. Vegotin wek xeberoşkên civatan e, lê pergala ziman û lihevanîna amûr û yekeyên ziman bi serkeftinî hatiye bikaranîn. Nivîskar di zimanê xwe de serkeftî ye û nermik û herikbar e.Cî: Di romanê de mekan diyar in û bûyer li gund derbas dibin. Gund, çiya, newal, çem, gol bi rewşa xwe ya xwezayî di çîrokê de cihê xwe digirin. Bajêr, mekanên bajêrî zêde berbiçav nîn in, bi tenê di gotinên lehengan de derbas dibin.3- Serhildana Mala Eliyê Ûnis(12): Roman ji 19 beşan pêk tê. Di serî de Mehmed Uzun ji bo pirtûkê û li ser wefata Baksi û amadekirina pirtûkê nivîsek nivîsiye. Paşê jî pêşgotina Baksi heye. 19 beşên romanê jî li ser serhildanê ne. Di dawiyê de kurtedîroka serhildanên kurdan heye.Naverok: Ev pirtûk ji romanê bêtir wekî xebateke dokumenterî ya dîroka nêzik e. Belê wekî roman hatiye binavkirin û honandin hinek bi rengê romanê hatiye kirin, lê ji dîroka Serhildana Mala Eliyê Ûnis wêdetir tiştek nîn e. Ku romana dîrokî bûya diviyabû ku hinek cudatir bûya. Ez di wê baweriyê de me ku niviskar ji bo bidawîkirina pirtûkê bi lezgînî tevgeriyaye. Ji ber ku nexweş bûye û dizanibûye dema koçkirina wî nêz e; lewma lez kiriye û ji aliyê romanê ve gelek kêm maye. Wek roman gelek qels xuya ye. Mirov di pêşgotina pirtûkê de û di nivîsa Mehmed Uzun de tê derdixe ku belge hatine berhevkirin û lêkolîn hatiye kirin; lê temenê nivîskar têr nekiriye ku bi rengê romanekê bêtir li ser hûr bibe û bihone. Û ji xwe bi qedandina romanê re nivîskar diçe ser dilovaniya xwe û piştî wefata wî pirtûk tê çapkirin.Vegotin: Vegotina serhildanê û bûyerên ku pêk tên ji derve de tên gotin. Ji aliyê lihevanînê û honandinê ve qelsî hene, nexweşîn û lezgîniya nivîskar li vegotinê jî bandor kiriye. Ji vegotina romanê bêtir wekî vegotina pirtûkeke dîrokî ye.Ziman: Zimanê pirtûkê zelal û sade ye. Lê nivîskar di zimanê xwe de wekî her du romanên din serkeftî xuya nake.Cî: Navenda bûyeran dîsa Xerzan e. Ev jî wek aliyên din hinek qels xuya ye.Encam:Gava ku mirov her sê romanan bide ber hev wekî sê şaxên darekî xuya dikin. Yek jê hê şaxa teze û nû be; ya din mezin bûbe û hinek xweşik û baş bûbe; ya dawîn jî hê negihîştibe xemla xwe û ber bi hişkbûn û ziwabûnê ve biçe.Pirtûk bi taybetî ji aliyê ziman û tesawirê ve nivîskarê xwe didin dest û serkeftinî heye. Di Hêlînê de trenda wêjeyî û romanûsiyê bilind e û li dû xwe îşaretên romaneke xurtir di xwe de dihewîne. Hêlîn li dû xwe Gundikê Dono tîne. Gundikê Dono jî hem reng hem jî dengê cuda û xweştir dide nivîsbariya Baksi. Li gorî baweriya min ev reng û dengê cuda û nû di nivîsbariya kurdî de jî (li gorî dema xwe) merhaleyeke nû ye. Bi Gundikê Dono re hêviya romanûsiyek xurtir ji nivîskar tê kirin; lê ew hêvî di Serhildana Mala Eliyê Ûnis de tune ye. Serhildana Mala Eliyê Ûnis ji ber ku bi bînfrehî nayê nivisandin (dibe qurbana nexweşînê û temenê derengmayî) trenda bilind a romanûsiya Baksi di carekê de dadixe dereceyên jêr. Ji bêderfetî wekî pêşnûmaya romanekê maye. Baweriya min ew e ku Baksi bizanibûya ew ê salek an jî du salên din jî bijî ew ê ev pêşnûma bi rengê romaneke girseyî bihonanda û hêna biweşanda.Wêjevaniya Baksi bi serê xwe hinek kêm û qels dimîne. Lê dema ku mirov wêjevaniya wî bi kesayetiya wî ya komple re dinirxîne xurtiya aliyê wî yê wêjevaniyê der tê meydanê. Ji aliyekî ve têkoşerî û siyasetmedarî, ji aliyê din ve wêjevanî, muzîk, sînema û aliyên wî yên din...Dema ku aliyên rêxistinî, siyasî, hunerî, wêjeyî yên kesayetiya mirovekê/î hebin li gorî tevger û baldariya kes ji vana yek dertê pêş û dibe aliyê sereke. Kesên wekî Leonardo da Vinci(13) (gelek aliyên wî yên din hene lê di wêneçêkeriyê de li pêş e); William Shakespeare(14) (bi gelek aliyên xwe berhem daye lê nivîskariya wî ya şanoyan li pêş e) her wiha gelek siyasetmedar hene ku ji aliyên dinê ve jî pêşketî ne lê di siyasetê de serkeftîtir in. Gava ku aliyek derê pêş kesayetiya komple heta dawiya temenê xwe pêş de diçe. Lê gava ku ev aliyên hanê di kesayetiya komple de hev notr bihêlin û dem bi dem her carê yek derê pêş wê demê pêşdeçûyîn lawaz dibe. Ji min tirê kesayetiya Baksi jî bi taybetî aliyê wî yê wêjeyî ji ber vî awayî her çûye trenda pêşdeçûnê daketiye.Romana Hêlînê romaneke romanûsiya dema zarokatiyê, Gundikê Dono ya dema ciwaniyê, Serhildana Mala Eliyê Ûnis ya dema demnemayinê ye. Li gorî min romana sereke ya Mahmut Baksi Gundikê Dono ye. Mirov dikare herî baş bi Gundikê Dono Mahmut Baksi nas bike…Azad ZALTêbinî :(:) Ev gotar di Kovara W hejmara 23’yan de hatiye weşandin.(1) Şivan’in Sevdası; Pirtûka Baksi ya li ser Şivan Perwer e. Bi Tirkî ye. Ji nav Weşanên Logosê derçûye.(2) Baksi, wekî peyv di wateya kam, an jî şaman de ye. Kesê ku bi kopuzê re îlahî û helbestan dibêje. Di wateya zana, hekîm de tê bikaranîn. Begşî, bexşî, baksi.(3) Mezra botan, roman e. Pirtûka Baksi ya pêşîn e. Weşanên Dost, 1969, 80 rûpel e.(4) Nikolay Gavriloviç Çernişevski (1828-1889) şoreşger û demokratê Rûs, fîlozof, krîtîsyen û sosyalîstê utopîst ê navdar e. Di sala 1863’yan de sirgûnî Petropavlovskê dibe. Di zindana Petropavlovskê de di nava 4 mehan de (ji 4’ê Berfanbara 1862’yan heta 4’ê Avrêla 1863’yan) vê pirtûkê dinivîse. Çernîşevski bi vê romana xwe li ser ciwanên Rûsyayê bandoreke mezin dihêle. Demeke dirêj wekî çavkaniya perwerdehiyê tê bikaranîn.(5) İvan Sergeyevîç Turgenyev (1819-1883), nivîskar û romanûsê navdar ê rûs e. Bi romana xwe ya bi navê Bav û Law navdar e û bi vê romanê bingeha Nihîlîzmê datîne û di kesayetiya Bazarov de dertîne meydanê.(6) Lev Nikolayeviç Tolstoy (1828-1910) Yek ji nivîskarê herî mezin ê rûs e. Di qada ramangerî, perwerde û hunerê de navdar e. Bi romanên xwe yên wekî “Vejîn, Şer û Aştî, Anna Karenîna” tê nasîn.(7) Hêlîn; Romana Mahmut Baksi; Weşanên Lîs (Amed - 2008)(8) Gundikê Dono; Romana Mahmut Baksi; Weşanên Orfeus (1988), Weşanên Lîs (Amed - 2008)(9) Victor-Marie Hugo (1802- 1885) Nivîskar, helbestvan û siyasetmedarê firansî. Bi romana xwe ya bi navê Ên Sefîl navdar e.(10) Bnr: Lev Nikolayeviç Tolstoy(11) Fyodor Mîhaylovîç Dostoyevsky (1821-1881) Yek ji nivîskarê rûs ê herî mezin û navdar e. Romanûsê herî mezin tê hesibandin. Bi romana xwe ya bi navê Sûc û Ceza (1866) tê nasîn.(12) Serhildana Mala Eliyê Ûnis; Weşanên Welat (Stenbol - 2001). Ev roman piştî ku Mahmut Baksi rehmet dike, ji aliyê Salihê Kevirbirî û Mehmed Uzun ve tê duristkirin û ji nav Weşanên Welat derdiçe. Baksi romana xwe diqedîne lê nabîne ku tê weşandin.(13) Leonardo di ser Pîero da Vîncî (1452-1519), mîmar, endezyar, mûcîd, matematîkzan, anatomîst, muzîsyen, peykertiraş, wêneçêkerê navdar yê îtalî ye. Bi tabloya xwe ya bi navê Mona Lîsa navdar e. Hunermendê herî mezin ê dunyayê tê hesibandin.(14) Wîllîam Shakespeare (1564-1616) Helbestvan û nivîskarê îngilîz e. Bi lîstikên xwe yên şanoyê yên wekî Hamlet, Romeo û Julîet û yên din navdar e.
[1]