Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,786
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Mehmet Uzun Nemir, Xwe Kuşt!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mehmed Uzun
Mehmed Uzun
=KTML_Bold=#Mehmet Uzun# Nemir, Xwe Kuşt!=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Demekê me bi israr romanên Mehmet Uzun dixwend. “Siya Evînê” û “Bîra Qederê” her çiqas ne li gor dilê me bûya jî, xwendina wan romanan çalakiyek bû. Em “şoreşger” bûn, ew jî “reformîst” bû. Hinek hene ku “şoreşger” in lê li stranên Ibrahim Tatlises guhdar dikin û şanoya Yilmaz Erdogan temaşe dikin. Ji bo Tatlises dibêjin “wele qeşmer e, lê dengê wî xweş e”. Ji ê din jî tiştekî wisa dibêjin. Herdu jî di dema operasyonan de alîkariya saziyên leşkerî dikin, destekê didin Artêşa Tirk. Lê gelek “şoreşger” hene ku heyranê deng û hunera wan in. Me jî Mehmet Uzun dixwend. Em “şoreşger” û ew “reformîst”. Me ji karaktera wî hez nedikir, lê zimanê romana wî kurdî bû û mijara wî li ser kurdan bû. Ji bo wê me dixwend. Dîsa jî hinek hevalên me carinan derziyek di me radikirin û digotin “heval, li şûna tu pirtûka wî reformîstî dixwînî, ji xwe re pirtûkek hêja bixwîne.” Piştre dem guherî. Di sala 1997'an de min dît ku hemû hevalên şoreşger û “şoreşger” romanên Mehmet Uzun dixwînin. Tew ku “Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê” derket. Biborin, ne ew roman bû; “Aşk Gibi Aydinlik, Olum Gibi Karanlik” bû. Hevalan roman dor bi dor dixwend û didan hevdu. Uzun di romanê de jinek kurd a şervan teslîmî “dewletê” kiribû û hevşabûnên wê bi zimanekî “edebî” nivîsandibû.
* * *
Ez ê paragrafekê li vir binivîsim, lê li min negirin, gotina min wekî nehatiye gotin bihesibînin... Bi salan min jî rexnegiriya edebiyatê kiriye, bi dehan gotar min li ser berhemên kurdî nivîsandiye. Kesên edebiyat xwendine dizanin, di romanê de mirov qehremanê xwe ewqas xweş û xweşik tîne ziman ku dilê xwendevan jin bikeve qehremanê me yê mêr, dilê xwendevanê mêr jî bikeve qehremana romanê ya jin. Edebiyat ev e jixwe. Tu çi tiştî edebî bînî ziman, ewqas xweş dibe, dilê mirov dikevê. Hîn jî “Kalê” ya romana Ibrahim Ehmed (Jana Gel) di dilê min de ye... Îcar dema Mehmet Uzun îtirafkar, xebatkarên JITEM û revokên şervanan wisa bi zimanekî edebî dinivîsand, hevşabûnên wan wisa bi kîtekît dinivîsand ku xwendevanên dixwendin nizanim dilê wan diket kîjanî. Hûn ê bêjin “nediket herduyan jî”. Ên ku wisa bêjin, qebûl dikin ku roman çi roman bû.
* * *
Ew roman û romanên piştî wê êdî bi tirkî hatin xwendin. Rast e, pirtir hatin xwendin. Rast e, belkî Mehmet Uzun hinek pere jî ji bo wan pirtûkan stand. Lê herî pir weşanxaneyan stand. Muhsin Kizilkaya jî bi wergera xwe ya “hêja” bû werger, şekala xwe danî nav şekala wergeran. Lê ew Mehmet Uzun ê me yê “reformîst” nema. Ji ber ku îcar pirtir navdar bû, ji bo siyasiyan jî bû “amûrek”. Heta demekê hinek kurdan jê re gotin “nivîskarên Amedê dixwazin PEN'ê li Amedê vekin, heke ew vekin dê PEN a Kurd a derve were girtin. Wê demê kes namîne ku endamiya te ya Nobelê destek bikin.” Mihemedê te ji wir da rê û hat Amedê, li Hotel Demir ji me re axaftinek ji axaftinên “generalên tirk” kir, ku me hemûyan civîn terikand û ew şermezar kir. Ji ser xwe çûbû. Ji bîr kiribû ku tişta Mehmet Uzun kiriye Mehmet Uzun, romanûsiya kurdî ye. Heke ne kurdî bûya, orjînal bi tirkî bûya jixwe nedigihaşt tu deverê. Wergerên wî bi zimanên din jî çêbûn, xelkê ji me çêtir dît ku çi ye. Êdî nedihat bîra wî ku rojekê “mirin” heye. Mirin heye û “mirin” heye. Mînak, herkes dibêje qey kesên ku diçin serê çiyê ji bo bimirin diçin. Ya rast, ew diçin ku tu caran nemirin. Dema dimirin, hîn nû digihîjin armanca xwe. Bavê wan dê tu caran neyên naskirin jî, lê ew di rûpelên dîrokê de dibin nemir. Nemiriyek Mehmet Uzun jî hebe ji ber romanûsiya wî ya kurdî ye. Lê wî bi wergerên tirkî xwe kuşt. Hûn diherin kîjan bajarî herin, li cem pirtûkfiroşan romanên wî bi kurdî tune ne. Tenê li cem çend heban heye. Ew êdî bi tirkî tê xwendin, romanûsekî tirkî ye ji bo xwendevan. Ji ber ku berî mirina xwe ji aliyê saziyên kurdan ve pir hate “lêxwedîderketin”, dîtineke nîgaşî, ne rast derket holê. Saziyên kurdan ne ewqasî ji romanûs û kurdînûsan hez dikin. Li Amedê bi dehan hene, rojekê we der barê wan de tiştek bihîstiye. Dibêjin qey Mehmet Uzun evqasî tê hezkirin. Na! Mesele ne ew e. Wekî min li jor got, mesele cuda ye. Di saxiya xwe de “reformst” bû, dema nexweş ket herkesî ji bîr kir, ji ber ku mirina wî garantî bû. Îcar nivîskar ji ber ku “nexweş in”, ji ber ku hem dinivîsin hem jî bi perê xwe didin çapkirin, piştre jî belaş didin heval û hogiran û dawiyê jî her ku weşanxane yekê difiroşe li cihê xwe ji kêfan nizane dê çi bike... Îcar tew ku wergera tirkî pirtir were firotin, ev “nexweş” dikare çi bike? Min bihîst ku “Deqên Qesas” a Lal Laleş jî dê bi tirkî derkeve. Min bihîst ku “Mîrname” ya Jan Dost jî... Xuya ye gelek kes tên xapandin û jixwe amade ne ji bo xapandinê. Werin em ji wan re bikin qebe qeb:
* Heke Hûn bi Xwe Bawer in, Berhemên Xwe Wergerînin Zimanê Cîhanî.
* Heke Hûn Kurdîhez in, Berhemên Xwe Wernegerînin Ser zimanên ku Kurdî Dihelînin. * Tew Nebe, Heta ev Ba û Bahoz Derbas Bibe Îdare Bikin. Nîşe: Dema mirov der barê kesên navdar de tiştên “xweş” binivîse mirov pirtir tê hezkirin, çepik pir dibin. Dema mirov tiştên “nexweş” bêje jî mirov xerab dibe. Ez jî bi vê nivîsê dixwazim hevalên min xerab nebin, bila yê xerab ez bim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,401 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-09-2009 (16 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 18-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,401 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.344 çirke!