=KTML_Bold=Danasîna Zaravayên Kurdî=KTML_End=
Zimanzan: Halîm Mêrdînî
#Zimanê kurdî# ji bilî welatên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya Kurdistanê tê bikaranîn. Zimanê kurdî ji gelek zaravayan pêk tê. Li gorî pirtûka #Şerefxanê Bedlîsî# a #Şerefname# , zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:
Kurmancî
Lorî
Kelhûrî
Goranî
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev herdu zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Kurmancî: Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li bakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha li Qerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mîna Anatolîyaya Navîn şêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî ji ber navlêkirinê tê.
Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwerû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye.
Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. Li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qefqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyasporayê (yanî li Ewropa û Amerîkayê) pê tê axaftin.
Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînî, şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin.
Soranî: Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Hewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî(aramî) tê nivîsandin; her wiha gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn.
Zazakî: Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire.
Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.
Hewramî: Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Li gorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê edebîyata klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranîaxiv, lekîaxêv, kelhurîaxêv û lorîaxêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo edebîyatê hatîye bikaranîn, goranî hatiye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Lê belê xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje.
Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.
Kelhurî: Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin.
Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin.
Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye.
Lekî: Zaravayekî din ê kurdî jî lekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîn e. Lekî her lekî ye.
Lorî: Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan Baba Tahirê Uryan bi lorî berhemên xwe nivîsîne.
Kelûn Abdû: Kelûn Abdû navê zaravayekî kurdî li Farsê ye. Li gorî zimannasê alman Oskar Mann ev zarava yek ji zaravayên kurdî ye, yê ku zaf di tesîra farsî de maye. Kesên bi vî zaravayî dipeyivin li gundê Abdû di navbera Kazerun û Şîrazê de jiyan dikin. Bi texmînî vana kurdên ku ji aliyê Sefewiyan ve ji Kurdistanê hatine mişextkirin in.
Ji du eşîran pêk tê: Kardaran û Ebdûyî.
Jêder:
1. Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
2.Mûrad Ciwan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992
3.Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992.
4.Emîr Hesenpûr, Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada 1992.
5.Kovara Fêrname hejmar: 4
6.Abdusamet Yigit, Şahmaran, roman, Weşanên Han
7.Kovara Fêrname hejmar: 4
[1]