=KTML_Bold=Çend Agahî Li Ser #Sînemaya Kurdan# =KTML_End=
SALIH SULEYMANÎ
=KTML_Bold=HEVNASÎNA KURD Û SÎNEMAYÊ=KTML_End=
Yekem fîlma ku qala kurdan dike Zerê ye. Bi destê derhênerê ermen Hemo Beknazaryan sala 1926an li Ermenîstanê li gundekî kurdên Elegezê reş û spî û bêdeng hatiye kişandin. Beknazaryan heman demê avakarê sînemaya ermenan e jî. Çîroka fîlmê ji aliyê Hakob Gazaryan hatiye nivîsîn. Vî kesî bi tîpên ermenkî alfabeya kurdî jî amade kiriye. Di fîlmê de Zarê û Seydoyê şivan dilketiyê hev in. Lê belê axayê gund Têmûr Beg çav berî Zarê dide û keşmekeşî wisa dest pê dike. Sala 1970, bestekarê ermen Alexsandir Spendiarov bi muzîka xwe deng dide fîlmê. Fîlm him bi çîroka xwe him jî terza xwe ve hêja ye û destpêka sînemageriya kurdan e. Sala 2006an jî li Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê bi arpa muzîsyena mezin Tara Caf hate nîşandan.
=KTML_Bold=TIRKIYE Û EVDO AXA=KTML_End=
Li Tirkiyê jî yekem car kurd û sînema sala 1951ê rastî hev tên. Derhênerê eslê xwe kurdê Xarpêtê Atif Yilmaz, di fîlma xwe Mezarımı Taştan Oyun de yekem car kurd, her çiqas kurdî nebe jî, dibin mijara sîne- mayê. Senarîstê fîlmê Huseyn Peyda ku ew jî eslê xwe kurdê Riha ye, bi rola Evdo Axa ve reng û rûçikê kurdan gelekî qenc anî devê kamerayê. Jixwe mirov baş lê binêre, hîç cudahiya Evdo Axa û Têmûr Beg tune ye. Çîrok ji straneke kurdî a herêma Rihayê hatiye tomarkirin. Atif Yilmaz piştre gelek fîlmên xwe li ser jiyana kurdan çêkirin.
Xeynî wî gelekan dest pê kir. Ekserê wan jî li ser axa û began bûn. Zulfo Axa, Maho Axa û hwd.
=KTML_Bold=EFSANEYA YILMAZ GUNEY=KTML_End=
Her çiqas despêka sînemaya kurd zûtir be jî, ji 1926an heta dawiya sedsalê di sîne- mayê de kurd tune ne. Piştî sala 2000ê, gelek derhêner û fîlmên kurd derketin. Him jî bi kurdî. Lê belê di vê navberê de Yilmaz Guney heye ku tena serê xwe şoreş kiriye. Hema bêje hemû fîlmên wî salên dawî li ser kurdan in. Fîlma wî bi navê Yol (Rê) sala 1982an li Festîvala Cannes’ê xelata palma zêrîn wergirt. Guney sala 1984an li Fransa bi pençeşêrê koça xwe dawî kir. Salên 90î bo sînemaya kurdan çend gav hatin avê- tin lêbelê zêde deng venedan. Wek mînak; fîlmên Mem û Zîn (Ümit Elçi-1991), Siyabend û Xecê (Şahin Gök-1991) Rêwîtiya Bê Deng (Brahîm Selman – 1994), Işıklar Sön- mesin (Reis Çelik – 1995), Güneşe Yolculuk (Yeşim Ustaoğlu – 1999), Sınır (Gani Rüzgar Şavata – 1999) hatin çêkirin.
Kürt Sineması'nın Kodları ve Örnek Film İncelemesi
=KTML_Bold=MÎLENYUMA KURDAN=KTML_End=
Xelasbûna sedsalê gelek tiştên baş bi xwe re anîn. Ne tenê tiştên siyasî, gelek bûyerên hunerî jî di nav civaka kurd de pêk hatin. Gelek derhênerên kurd gihiştin, fîlmên xwedî xelat çêkirin û navê sînemaya kurd bilind kirin. Behmen Qubadî, Hiner Selîm, Cano Rojbeyanî, Xelîl Çiya, Şewket Emîn Korkî, Nuray Şahîn, Cemîl Rustemî, Huseyn Karabey, Hîşam Zeman, Kazim Oz, Miraz Bêzar, Ozgur Dogan, Taha Kerîmî, Mi- hemed Deracî, Celal Canroyî, Tayfur Aydin, Şiyar Abdî, Umur Hozatli, Orhan Eskîkoy, Karzan Kader, Omer Levendoglu, Elî Kemal Çinar, Ferît Karahan, Erol Mîntaş, Şirîn Cîhanî, Aydin Orak, Matîn Qubadî, Helkewt Mistefa, Bulent Gunduz, Husên Hesen, Omer Sehîm Xelîfe, Mihemed Elî Konar û gelekên din van salên dawî li ser navê sînemaya kurd berhem dan.
Kürt sinemasından film seçkisi: Kürtler gerçekliklerinden yola çıkarak film üretiyor - Evrensel
NAVNAS, KURDISTAN
Bona mirovekî nasname, bona devletekî al çi be, bona fîlmekê jî navnas (kunye) ew piştî evqas berxwedan û têkoşîna netewî kurd bûn xwedî statû. Sala 2001ê yekem car derhênerê başûrî Cano Rojbeyanî di navna- sa fîlma xwe Jiyan de Kurdistan nivîsî. Piştî vê yekê bi piştgiriya başûr, gelek fîlmên menşe Kurdistan hatin kişandin. Wê pê ve, li platformên fermî û navnetewî ev kunye jî heye. Kîlometro Zeroya Hiner Selîm sala 2005an bi navnasa Kurdistan li Cannes’ê hat qebûlkirin. Cemîl Rustemî jî bi fîlma xwe Şîna Berfê ve beşdarî Xelatên Oscarê beşa fîlmên biyanî bû.
=KTML_Bold=ZAZAKÎ SÎNEMA=KTML_End=
Sala 2004an Nuray Şahîn yekem dirêj metraj fîlmeke bi zaravayê zazakî kişand û li Ewropa da nîşandan. Fîlma derhênera hêja bi navê Perre Dima So beşdarî hin festîvalan jî bû û xelat jî qezenckirin. Tevî ku kurdên zaza gelekî bi hunerê re eleqedar in, mîsal muzîka zazakî gelekî serkeftî ye, di sînemayê de ev zarava kêm hatiye karanîn. Hiner Selîm fîlmê My Sweet Pepper Land zazakî tevde bi sê zaravayan kişand. Sala par jî Mihemed Elî Konar fîlma xwe Hewno Bêreng temamî bi zazakî kişand.
KURT METRAJ
Bo derhêneran pêngava sereke bo xwe îsbatkirinê çêkirina kurtefîlman e. Her derhêner wisa xwe diceribîne û xwe dipîve. Ez dixwazim navê 4 derhênerên genc ku kurtefîlm çêkirine bidim we. Bawerim ev çar kesan dê rojên pêş me gelek fîlmên hêja bikêşin. Bi kurtefîlmên xwe ve huner û sînemageriya xwe piştrast kirine. Arîn Înan Arslan, Orhan Înce, Babek Amînî û Serhat Karaarslan.
=KTML_Bold=FESTÎVALÊN LI DERWELÊT=KTML_End=
Her karûbarê kurdan li ser sînemayê li derveyî Kurdistanê pêk tê. Mîsal yekem anîmasyona kurdî bi navê Efsaneya Kawa li Îngilîstanê hat amadekirin. Yekem fîlm li Ermenîstanê, yekem temsîliyet li Germanya, yekem xelat ji Ewropa filan û bêvan.
Yekem festîval jî li Londonê hat lidarxistin û berhemên ji Kurdistanê hatin nîşandan. Him deng veda him jî rêkûpêk tê kirin. Her çiqas li başûr û bakur gelek festîval hatin destpêkirin jî esas li ser navê kurdan mîhrîcanên baş li derveyê welêt çêdibin. Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê û Amerîkayê jî her sal tên kirin.
=KTML_Bold=AGAHIYEK MAGAZÎNEL=KTML_End=
Hema bêje hemû kurdên kurdîzan Evdila Keskîn dinasin. Li ser hesabên medyayê bi hezaran şopîner û heyranên wî hene.
Nizanim çend ji wan kesan dizanin ku vî camêrî fîlmeke sînemayê de jî rolekî girîng lîstiye. Di fîlma Hiner Selîm bi navê Dol (2007) de karekterê Çeto dilîze. Çeto li pey şopa cesedê xweşka xwe ye. Xweşka Çeto di goreke komî de hatiye veşartin. Bi min, gorî lîstikvanên salane gelekî qenc lîstiye. Mîna şervanekî ku li qada şer bireve her sengerê, kek Evdila jî warê kurdî her karê hêja kiriye. Fenanî xizmeta çand û ferhengê, xizmeta çapxane û paşxaneyê, karê sosyal medya û kurdînûsiyê, lîstikvanî jî li wî hatiye. Bi vê mebestê hemû silavên xwe yên sînemahez bo rewşenbîr û hêjayê kurdan Evdila Keskîn dişînim. Qedrê wî ba me zêde ye.
Çavkanî:
[1]