Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,795
Wêne
  124,539
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,730
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Trawmayên kurdan birînên civakî vekirine
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Trawmayên kurdan birînên civakî vekirine
Trawmayên kurdan birînên civakî vekirine
=KTML_Bold=Trawmayên kurdan birînên civakî vekirine=KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Wek tê zanîn, xebatên bi kurdî û yên li ser zimanê kurdî di van salên dawiyê de her diçe zêdetir û mijar bi naverokên xurt berfirehtir dibin. Bi taybetî jî hejmara kovarên li ser sînema, avhewa, akademî, derûnnasî û hwd zêde dibin. Ev yek jî helbet ji bo zimanekî ku bi sedan sal in di bin êrîşan de ye, serkeftinek e. Em vê hefteyê bûn mêvanê kovara Psychology Kurdîyê. Edîtorên kovarê dibêjin ku armanca wan a yekemîn ew bû ku ew zimanê kurdî di qada zanista derûnnasiyê de bi kar bînin da ku dewlemendiya zimanê kurdî hîn bêhtir nîşan bidin.
Kovara Psychology Kurdî ji sala 2016’an heta niha weşana xwe didomîne. Hûn dikarin qala xebatên xwe yên pênc salan bikin?
Belê, rast e. Di îlona 2016’an de me dest bi xebatên xwe kir û ev pênc sal in em xebatên xwe didomînin. Me di destpêkê de bi dosyeya “zarok, şer û trawma” hejmara xwe ya yekem derxist û pişt re jî bi dosyeyên curbicur ên bi navên “dermankirina trawmayê”, “şîn û şûn”, “ziman û derûniya perwerdeyê”, “derûnnasiya civakî”, “made û bengîtiya madeyan”, “kesayetî”, “zarok û derûniya zarokan”, “jin û derûniya jinan”, “zayendî û civak” dom kir û herî dawî jî me bi dosyeya “koçberî û derûniya koçberiyê” hejmara xwe ya 11’an derxist. Em weke edîtoriyayê karên xwe bi rê ve dibin û ev edîtorya ji pênc kesan pêk tê. Sê kes ji me derûnnas in û du hevalên me jî mamosteyê edebiyatê ne û li ser zimanê kurdî mastera xwe kirine û bi zimên mijûl dibin. Ji hejmara pêşî heya niha em xebatên xwe weke edîtoryayê bi rê ve dibin. Nirxandina nivîsan, diyarkirina navê dosyeyê, plansaziya naverokê û mijarên dîtir ji aliyê edîtoryayê ve tê kirin. Wexta ku me dest bi vî karî kir, yek ji armanca me ya sereke ew bû ku em zimanê kurdî di qada zanista derûnnasiyê de bi kar bînin da ku em dewlemendiya zimanê kurdî hîn bêhtir nîşan bidin. Em xebatên xwe bi vê hêzê dikin da ku em termînolojiyeke derûnnasiyê jî ava bikin. Bi her hejmarê re em hêdî hêdî digihîjin armanca xwe ku me nêt heye ferhengeke termên derûnnasiyê amade bikin.
Wexta ku em li kovarên kurdî dinêrin bi piranî li ser çand, huner, muzîk û hwd ne. Biryara çapkirina kovareke derûnnasiyê çawa derket?
Rast e piraniya kovaran di warê huner û zimên de ne. Jixwe mesele jî ev e; çima di qadên zanistên fenî û civakî de kovar nebin, qey ziman têrî van qadan nake yan em serê xwe pê naêşînin? Piştî wê ku me bi biryareke rast kovar derxist, me jî bêhtir fêm kir ku gelekî pêdivî bi xebatên wisa heye û ziman jî bi xwe re geş dikin ev xebat. Ji bilî vê çi derûnnas çi mamoste çi doktor hêmû bi wan mirovan re dixebitin ku bi kurdî diaxivin. Ger tu bi zimanê wan neaxivî tu dê çawa ya dilê wan fêm bikî û ji wan re bibî derman. Gelo ev hêmû bo derxistina kovarekê ne bes in?
Nivîsên kovarê bi giştî ji wergerên îngîlizî, tirkî pêk tên. Çima rasterast nivîsandina bi kurdî kêm e?
Mixabin di vê de xeletiyek heye. Gava li hêmû hejmaran bê nêrîn dê xuya bibe ku rêjeya wergerê li derdora 20-25% e. Ne tênê ji îngilîzî û tirkî ji rûsî, almanî jî werger hene, yên soranî jî werger in. Bi me ev hindik e û divê em zêdetir jî bikin. Werger ji bilî ku di nav di zimanan/çandan de pirek e, zimanê armanc jî bi pêş de dibe, dewlemendiya wî nîşan dide. Termên nû dikevin zimên û bi vî awayî her nivîskarê qadê mecbûr namîne ku gava dest bi gotarekê kir li hemû ferhengan binêre. Ji ber vê nexasim bo me wergera ji hêmû qadên zanistî gelekî girîng e. Hewce ye em vê jî bêjin ku dosye rêjeya wergerê diguherîne lewra di hin mijaran de pêdiviya bi wergerê zêdetir e.
Hûn di kovarê de ji mijarên zarokan bigirin heta zayendê, li ser gelek mijaran disekinin. Gelo hûn mijarên kovarê li gorî çi diyar dikin?
Em mijarên dosyeyê helbet li gorî hewcedariyên civakê diyar dikin. Bi her hejmarê û bi her dosyeyê em dixwazin ku civak jê sûd werbigire. Me behsa dosyeyên xwe kiribû jixwe. Wexta ku hûn li navên dosyeyan binêrin, hûn ê bibînin ku mijarên wan bi rastî jî çiqas bi civakê ve girêdayî ne û bi civakê re eleqedar in. Ji ber ku rewşeke awarte hebû û ya rastî ew rewş hê jî didome di dema koronayê de bo ku her kes xwe bigihînê ji bilî hejmarên me yên çapkirî me hejmareke taybet jî li ser “vîrûsa koronayê” bi awayê online amade kir da ku her kes jê sûd werbigire. Ji bilî mijara dosyeyê jixwe em cih didin nivîsên din ên der barê derûnnasiyê de jî. Em di her hejmarê de hewl didin ku cih bidin mijarên bingehîn ên derûnnasiyê û pirsgirêkên derûnî yên ku herî pir tên dîtîn.
Civakên Rojhilata Navîn bi taybetî jî civaka kurd civakên trawmatîk in. Trawmaya civakî jî yek ji wan trawmayan e ku di nav civakê de berbelav û bibandor e. Gelo hûn li Kurdistanê trawmaya civakî çawa dinirxînin?
Di trawmaya civakî de êdî bandora trawmayê ne tenê takekesî ye, di vir de trawma berê xwe dide civakê û hemû civak trawmatîze dibe. Kurd jî yek ji wan netewan in ku trawmayên civakî dijîn. Ev trawmayên wan ne ji ber karesatên xwezayî ne. Ev trawmayên ku kurd dijîn, gelek caran ji ber karesatên bi destên mirovan in. Ev rewşa ku pêk tê, ji bilî derûniya civakê tesîrê li hemû şert û mercên wan jî dike. Tesîrê li çanda wan dike, li rewşa wan a aborî dike, li siyaseta wan, nirxên wan, kevnoşopiya wan û hwd. Ev hestên tirs, xemgînî, bêhêvî, sûcdarî, bêçaretî, bixwenebawerî, tenêtî, hêrsê ku kurd dijîn hemû ji van trawmayan in. Ev birîneke civakî ye û hêj jî ev birîn nehatiye dermankirin. Hêj ew tirs heye ku wê bên qetilkirin, ji cihûwarên xwe bên derkirin, bên girtin. Mirov hê jî di talûkeyê de ne û xwe her tim di wê talûkeyê de hîs dikin. Rewşeke biewle tune ye û ya rast di qonaxeke wisa de jî tedawiya vê trawmayê zehmet e û wext digire. Divê em vê jî bibêjin, bandora trawmaya civakî li ser hemû mirovan heman tesîrê nake. Kesên ku rasterast bûbin şahidên rûdanan tesîra trawmayê bêhtir dibînin, bêhtir hîs dikin û dijîn. Beriya trawmayê û piştî trawmayê ew civak ne heman civak e, tê guherîn.
Ji salên 80’yî vir ve bûyerên civakî yên bûne sedema karesetên civakî didomin; kuştin, girtin, binçavkirin, bêhiqûqî, xerakirin û hwd. her hene. Dibe ku ev rewş bûbe sedema retrawmatîzasyonê. Gelo hûn wek kovarekê vê rewşê çawa dinirxînin?
Wexta ku em li dîroka kurdan dinêrin, em dibînin ku berî salên 80’yî jî gelek rûdanên trawmatîk hene ku hatine serê kurdan. Weke rûdanên Koçgîrî, Agirî, Dersim û Geliyê Zîlan. Jixwe piştî van jî gelek rûdan qewimîne û hê jî diqewimin. Di rewşa retrawmatîzasyonê an ku jinûvetrawtîzasyonê de jî ev heye. Bi her rûdanê re birîna ku hêj nehatiye dermankirin, nehatiye jibîrkirin dîsa zirarê dibîne û mirov heman tiştî dubare dijîn. Mirin û windayî tiştên trawmatîk in. Ew hestên ku bi we didin hîskirin tu carî nayên jibîrkirin. Mirov tenê dikare bi tiştinan mijûl bibe û tedawiyekê bibîne da ku jiyana xwe heya astekê normalîze bike, lê wexta ku te hê mirina lawê xwe, keça xwe, bavê xwe an xizmekî xwe ji bîr nekiribe, tesîra wê hê li ser te hebe û mezelên wan piştre bên talankirin, windakirin tu wê rewşa ku pêşî jiyayî dubare dijiyî, hemû keda te ya te bi çi zehmetî ji bo ku hebekî normalîze bibe dabû ji holê radibe, tu tê yî seyra berê û tu dîsa trawmayekê dijiyî. Ev rewş bo kesên ku tên binçavkirin, tên girtin jî derbasdar e. Piştî ku tên berdan jî tesîra wê ya derûnî berdewam e. Ew tirs xwe di gelek tevgerên wan de nîşan dide. Jiyana wan nabe weke ya berê. Hewldanên wan yên bo başbûnê bi binçavkirineke din, girtineke din, tadeyeke din li ber avê diçin û dubare trawmatîze dibin. Zû hêrs dibin, zû vediceniqin, nikarin xweş razên û xwarinê bixwin, her tim ew tirs heye ku wê rûdan dîsa bê serê wan, bo dahatûya xwe nikarin plansaziyekê bikin, xwe di ewlehiyê de nabînin, baweriya wan a li hemberî mirovan qels dibe, bêhêvî dibin.
Hûn bi giştî rewşa kovarên kurdî û naverokên wan çawa dinirxînin?
Li ser vê rewşê mirov dikare çend gotinan bêje ku roj bi roj kovar li me zêde dibin û ev kêfxweşiyê dide me. Van salên dawî kovarên bihekem jî derdikevin û bo belavbûna çand, ziman, xebatên kurdî deriyekî ber bi dinyayê vedikin. Her wiha kovarên der barê muzîk, sinema, moda, magazînê de reng didin ziman û çanda me. Lêbele xwendina bi kurdî kêm e, divê em vê jî bînin zimên.
Tişteke hûn lê zêde bikin hebe, kerem bikin?
Ji bo ku we ev derfet da me, em ji we û ji hemû kesan re spasiyên xwe pêşkêş dikin ku heta niha piştgiriya me kirine û dikin. Mala we ava.
Kovara Psychology Kurdî
Kovara Psychology Kurdî kovara yekemîn a bi kurdî ye li ser derûnnasiyê. Di sala 2016’an de dest bi weşana xwe kir û bi navê ‘Zarok, Şer û Trawma’yê hejmara xwe ya yekemîn derket pêşberî xwendevanan. 10 hejmarên kovarê di bin banê weşanxaneya JJ’ê de derketin, bi hejmara 11’an derbasî weşanxaneya Avestayê bû. Edîtoryaya wê ji pênc kesan pêk tê. Ji van pênc kesan, sê ji wan derûnnas, du ji wan jî mamosteyên edebiyatê ne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 891 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-12-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Parapsîkolojî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 891 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.719 çirke!