Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,795
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,643
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Kurtan li ber tunebûnê ne
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurtan li ber tunebûnê ne
Kurtan li ber tunebûnê ne
=KTML_Bold=Kurtan li ber tunebûnê ne=KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Wek tê zanîn, çanda kurtanan xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Li ser gelek bermahiyên dîrokî, mirov rastî palas ango kurtanên ajalên mîna hesp, ker û qantiran jî tê. Ev çanda ku bi hezaran salan e berdewam kiriye, îro êdî li ber tunebûnê ye. Wekî Fesîh Surmelî di axaftina xwe de gotiye ‘êdî tu kes bi vê çandê qayil nabe, ji ber ku êdî di jiyana me de erebe hene.’
Fesîh Surmelî ev 35 sal in kurtanê ker, qantir û hespan çêdike. Surmelî çêkirina kurtanan ji apê xwe hîn bûye. Li Çarşiya Şewitî ya Amedê, berê ermenekî bi navê Yilmazê Gêlî kurtan çêkirine. Li gorî gotinên Fesîh Surmelî li Licê (Pêçarî) jî ermenekî kurtan çêkirine û gelek kes li ber destê wî hînbûne. Berê tenê li Licê10-15 dikan hebûne. Niha li gund tenê yek heye kurtanan çêdike û dişîne bajarokên bajêr û Elezîzê.
Surmelî di her sê mehên havînê de, li dikana xwe ya li Çarşiya Şewitî kurtanan didirû; payîzê jî wan dike paşiya pîkabekê û berê xwe dide gundên navçeyên Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Dîlokê. Fesîh Surmelî, qala çêkirina kurtanan û hin bîranên xwe yên di vê rêwitiyê de, kir.
Êdî qîma xwe bi wan naynin
Fesîh Surmelî der barê çêkirina kurtanan de bi lêv kir ku 30-40 sal berê çêkirina kurtanan pir bû lê niha kêm bûye. Berê rojê du-sê heb kurtan didirûtin lê niha di hefteyekê de encax sê heban çêdike. Surmelî sedema vê yekê jî bi jiyana li gundan ve girê da û wiha got: “Berê ji gundan, xelkê ji bo ker, hesp û qantiran kurtan dixwestin. Yanê berê ewqas erebe tunebûn, her tişt li ser pişta ker, hesp û qantiran diçû dihat. Niha pîkap, motorsiklêt û filan tişt di nav gundan de tijî ne, tu kes êdî qîma xwe bi wan nayne.”
Her tişt guheriye
Surmelî di axaftinan xwe de bal kişand ser guherîna civakê ku êdî ji hin şêweyên jiyanê dûr ketiye û da zanîn ku berê di her maleke gund de ker, qantir an jî hesp hebûn; her maleke gund heywan xwedî dikirin lê êdî ev yek jî nemaye û axaftina xwe wiha domand: “Êdî her kes êzingên xwe bi qamyonan dibe tîne. Kar û barên xwe yên li gundan bi wesayitan dike. Her tişt guheriye. Niha yek tê kurtanekî distîne, têra wî û 10 salan dike lê berê encax têra wî û 6 mehan dikir. Ji ber ku berê karê bostanan, karê li çiyê bi ker, qantir û hespan dihat kirin; barê kerpîç, kevir, êzing û çiloyê li wan dihat kirin ango karên rojane tev bi wan bû. Îja ji ber vê kurtan zû diriziyan. Yanê êdî tu tişt ne wek berê ye.”
Kurtan ji 8 parçeyan çêdibe
Kurtan ji kincê nav wî heta çîtikê (qamîş), kulav, qayîş û palasê çêdibe. Heşt perçe didin berhev û bi wî awayî kurtan tên dirûtin. Surmelî dibeje ku parçeyek jî kêm be, dê mirov nikaribe kurtanekî bidirû.
Der barê peydekirina palas (rûyê kurtan) û kulavan de jî Surmelî diyar kir ku berê rojê nêzî 20 heb difirotin lê niha ji ber bikaranîna xaliyên fabrîkayan êdî tu kes wan naxwaze. Ji ber wê jî dîtin û anîna palas û kulavan zehmet e.
Em dikarin bêjin ku çanda dirûtina kurtanan, piştî du-sê kesên mîna Fesîh Surmelî dê ber bi xelasbûnê ve biçe. Surmelî xwestiye hînî zarokên xwe jî bike lê zarokên wî fêr nebûne.
Lawo wele heşayî te
Fesîh Surmelî li gundan digere û carinan rastî hin bûyerên ‘ecêb’ jî tê. Ka em guhê xwe bidin çîrokeke wî ya ku li gundekî Licê jiyaye: “Li gundan ez bang dikim û dibêjim werin cilê keran, cilê qantiran, cilê beygîran. Rojekê dîsa min berê xwe dabû gundekî Licê. Min hew dît ku xaltiyek derket ber derî û bi dengekî bilind gote ‘tu kîloya kartolan bi çi didî?’ Min jî bi ken jê re gote, xaltî ev ne kartol in, cilê keran e. Îja xaltî ji min re gote ‘lawo wele haşayî te, min gotiye qey tu kartolan difiroşî.’ Rojeke din jî ez dîsa li gundê Ewêna min ji bo firotinê kurtan digerandin. Wan rojan jî ji ber ku hinekî barê min giran bû, hevalekî min (Niyazî) jî alîkarî dida min. Dîsa yek ji malekê derket gote ‘birayê min ew çi ye tu difiroşî?’ Min jî got wele cilê keran e. Jinekê jî got ‘wele kerekî min heye lê niha li ba şivan e.’ Min jî got ‘gelo kerê te hûr e gir e çawa ye?’ Ew ê jî got ‘wele ez nizanim ker ne li malê ye.’ Min jî îja berê Niyazî da xaltiyê û min bi henekî got ka em kurtan li Niyazî bikin ku lê were dê ji bo kera te jî baş bibe. Em tev dîsa bi hev re keniyan.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,315 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-07-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,315 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1117 KB 20-11-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.187 çirke!