Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,536
Wêne
  123,856
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,495
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Şano kurdî bi zarokan dide hezkirin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şano kurdî bi zarokan dide hezkirin
Şano kurdî bi zarokan dide hezkirin
=KTML_Bold=Şano kurdî bi zarokan dide hezkirin=KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Hevpeyvîna vê hejmarê bi şanogera kurd Rêzan Kaya re ye. Em bi Kaya re li ser rewşa şanoya kurdî, astengî û pisgirêkên şanoyê axivîn. Her wiha karektera jinê ya di şanoya kurdî de û şanoya ji bo zarokan jî du mijarên sereke yên hevpeyvînê ne. Kerem bikin em bala xwe bidin pirs û bersivên der barê şanoya kurdî de.
Şanoya bajêr kengî dest bi şanoya kurdî kir? Hûn dikarin qala çîroka Şanoya Bajêr a Amedê bikin?
Şanoya Bajêr a Amedê salên 90’î dest bi xebatên xwe kir. Lê destpêkê bi zimanê tirkî bû. Ji ber ku di salên 90’î de derfeteke şanoya bi kurdî tune bû. Di van salan de şanoya Jiyana Nû mînakek e ku şanoyê bi kurdî dike li Stenbolê. Di 2004-2005’an de li Amedê yekem car lîstikeke bi kurdî hat lîstin. Di her serdemê de sê lîstikên bi kurdî yek jî bi tirkî dihat lîstin. Ji 2009’an şûn de êdî repertuara me bi tevahî bû bi kurdî. Şanoya bi tirkî ya wekî bi navê Şanoya Dewletê jixwe hebû, me xwest ya bi kurdî jî li Amedê hebe. Ji vê pê ve jî tenê lîstikên bi kurdî hatin lîstin. Em her sal sê lîstikên mezinan, yek an jî du yên zarokan derdixin. Di 2015’an de jî êdî me dest bi lîstikên zarokan ên bi dimilî jî kir.
Ji bo zarokan lîstikên şanoya kurdî pir hindik in. Di rewşa heyî de bi giştî şanoya kurdî bi taybetî jî koma we ya şanoyê, ji bo zarokên kurd dibin bersiv?
Bêguman têr nakin. Ji ber em salê tenê lîstikek an jî du lîstikên zarokan derdixin. Li gor min bila lîstika ji bo mezinan yek be, yên zarokan jî sê bin. Wexta zarok tên şanoyê lîstikeke bi zimanê kurdî temaşe dikin, bandora ziman li wan dibe. Piştî şanoyê temaşe dikin diçin li malê bi kurdî diaxivin. Mînakên wisa hene. Yanî her çiqas zimanê serwer ê berbelav tirkî be; dibistan, xêzefilm û hwd. hemû bi tirkî bin jî, dema tên şanoyê û zimanê kurdî dibihîzin, ev yek jî bandoreke baş li wan dike. Em dizanin ku asîmilasyon ji zarokan dest pê dike. Zarokan beriya heft saliyê, dişînin dibistanê û ji ber vê jî zimanê dayika xwe ji bîr dikin. Armanc çi ye; ji malê derxe, ziman asîmile bike, zîhniyetê biguherîne.
Komên şanoyê yên bi kurdî gelek kêm in. Tevî derfetên kêm û mercên zehmet hûn şanoya bi kurdî dikin. Motîvasyon û armanca we ya sereke çi ye?
Belê şanoyên bi kurdî çiqas kêm bin jî, li her devera Kurdistanê çirûskeke şanoya kurdî heye. Mînak li Êlihê şanoya Yenî Sahneyê berê bi tirkî dikir, niha ew jî êdî tenê lîstikên bi kurdî derdixin. Berê dihat gotin ku pere hebe şano heye, tune be şano jî tune ye mîna sînemayê. Lê dema ku qeyûm hatin em ji karê me yê şanoyê derxistin, piştre me dît ku bêyî pere û derfetên şaredariyan jî şano dikare bê kirin. Lê em dikarin bêjin tenê du tişt hewce ne; lîstikvan û temaşevan. Her du hebin şano, li her deverî dikare bê kirin. Dema şaredariyê di nav wan derfetên berfireh de mirov dikarîbû gelek tiştan bike lê tişta girîng ew e ku di bêderfetiyan de mirov dikaribe berdewam bike. Mînak, ev maseya ku em niha li derdorê ne, di her lîstikekê de cî digire. Yanî maseyek jî hebe mirov dikare şanoyê bike, ev jî bi motîvasyonê re girêdayî ye û ji xwe motîvasyona me ya herî bi hêz û mezin jî gelê me bixwe ye.
Ji derveyî wergerên berhemên biyanî, hûn di peydakirina lîstikên kurdî de zehmetiyê dibînin, têra xwe lîstikên kurdî hene li gor we?
Ya rast em dikarin bêjin ku peydakirina lîstikan pir zahmet e. Ev pirsgirêkeke pir mezin e. Mînak, me pêşbirkeke tekstên kurdî çêkir, me çend caran ceriband û xelat jî hatin dayîn. Dema nivîsîna bi giştî û nivîsîna şanoyê wekhev bê dîtin pirsgirêk derdikeve. Di van pêşbirkan de lîstikên dihatin jî her çiqas naverokên xweş bûn jî, li ser sahnê pirsgirêk derdeketin. Ji ber vê jî peydakirina lîstikan pir zehmet e. Carna jî hevalên me dibêjin wisa be hûn binivîsin. Hûn bi şanoyê dizanin lê zanebûna şanoyê bi serê xwe têr nake. Divê şano û edebîyat ji her alî ve hevdu temam bikin.
Di şanoya kurdî de rola jinê çawa ye?
Di şanoyên kurdî de şanogerên Mencelê, ya Sarya Baran a li Rojava hemû jin in. Nîviyê şanoya me jî jin in. Berê her çiqas malbat û civak astengiyên mezin bûn jî niha jin êdî di şanoyê de jî hene û di rola sereke de ne. Di nav tekstan de rola jinê qels e. Em lîstikên karekterên wan ên jin qels bin, tu carî nalîzin an jî diguherînin. Berhemên Shakespeareyî ji aliyê karakterên jin ve bi pirsgirêk in. Di berhemên wî de jin her tim karekterên xerab in. Mînak, di Macbethê de, dîsa ya xerab Leydî Macbeth e. Di Othelloyê de jî ya xerab dîsa jin e. Di lîstika me ya dawî ya bi navê Xewna Şeveke Havînê de rola jinê klasîk bû û me ew guherand. Em bi taybetî jî dêhna xwe didin naveroka berheman ka li gorî rolên zayendî ya civakî ne an na? Û li gorî wê naverokê diguherînin. Lê em dikarin bêjin, karekterên jin ên Darîo Fo (Wê Hesab Neyê Dayîn) hinekî ji yên Shakespeare û Molîereyî cudatir û li pêştir in. Ji ber vê yekê jî em û şanoyên kurd, Sarya Baran (Rojava), Jiyana Nû (Stenbol) lîstikên Darîo Fo zêdetir tercîh dikin.
We Mem û Zîn jî derxist ser sahneyê. Heger em karektera Zînê û yên Ophelîa-Marîana-Valere-Thîsbe û Hippolytayê bidin berhev, tu yê têkildarî van karekteran çi bêjî?
Hewce ye di serî de em vê yekê di nav wêjeya kurdî de binirxînin. Di lîstika Mem û Zîn û ya Romeo û Julîetê de dema ku bi awayekî wêjeyî didin ber hev, serkeftina Ehmedê Xanî ew e ku du evînan bi hev re hûnandiye. Lê Shakespeare nekariye vê yekê bike û tenê evîna bi rengekî heye. Ya din jî mînak Ophelîa jineke pir masûm e û tiştekî wê tune ye lê belê li ber xwe nade û xwe dikuje. Hamlet jê re tiştên nebaş dibêje û radibe dibêje ez ê xwe bikujim. Berxwedana wê jî xwekuştin e! Yanî bi awayê klasîk berdewam dike. Di varyanteke Mem û Zînê de ya tirkan çêkiriye, Zîn xwe dikuje. Lê di Mem û Zînê de ya me çêkiriye Zîn namire û jixwe jineke berxwedêr e Zîn. Karektera Zînê jî pir serkeftî ye. Mesela di dawiyê de Bekoyî efû dike ligel hemû nebaşiyên wî. Zîn nakeve nav hêrseke heyfhildanê û wî efû dike. Yanî em dikarin bêjin ku Zîn di vir de hem bi awayekî analîtîkî hem jî bi hestiyarî tevgeriyaye.
Cihê şanoyê di çand û hunerê de çi ye û bi taybetî jî dikarî ji bo çand û hunera kurdan binirxînî?
Camêrek heye navê wî Metîn Anit e. Bajar bi bajar geriyaye li ser çanda şanoyê pirtûk nivîsandiye . Ev mêrik di van pirtûkên xwe yên qerase de navê çanda şanoya gelên Mezopotamyayê wekî “Dîroka Şanoya Tirkan” bi nav kiriye. Ev mêrik di van pirtûkên xwe yên qerase de navê çanda şanoya gelên Mezopotamyayê wekî “Dîroka Şanoya Tirkan” bi nav kiriye. Heger em li rîtûlên çanda xwe meyze bikin em ê bibînin ku di nav rîtuelên me de rastiya Metîn Anit berovajî kiriye dê derê holê. Folklara kurdan wekî ya tirkan nîşan daye. Helbet ev yek jî ji nêzîkatiya me ya em li çanda xwe xweyîtiyê nakin, ji nêzîkatiyên me yên ku li hember folklara xwe em xemsar in û çanda xwe kêm dibînin derketine holê. Wekî tê zanîn ku piştî kurdan îslamiyet qebûl kir, ji çanda xwe ya şanoya xwezayî jî dûr ketin û êdî ew lîstik guneh hatin hesibandin. Piştre jî jixwe di nav me de şano an jî lîstik qels dibin û li wan xweyîtî nayê kirin. Bêguman ev yek pir bi êş e. Mînak di zanîngehê de tê gotin ku meddah awayekî lîstika çanda tirkan e. Lê niha em lê dinêrin ku meddah di nav kurdên rojhilatê Kurdistanê de hatiye lîstin û wisa belav bûye. Dengbêjî jî hinekî meddahî ye lê tenê awayê wê guheriye; mendîla li ser piştê û gopalê di dest de tune ye, guheriye. Roja me ya îro kurd êdî li şanoya xwe xwedî derdikevin. Îro şano ji filmên sînemayê hîn zêdetir rastî eleqeyê tê. Şano ji aliyê hîskirinê ve biqewetir e, şênber e. Me festîvalek çêkir eleqe pir baş bû. Me festîvala sînemayê jî çêkir lê temaşevan pir hindik bûn. Şano di nav kurdan de her diçe bi pêş dikeve û rastî eleqeyeke baş tê.
Rewşa şanoya kurdî ya li rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê çawa ye, tu çawa dibînî?
Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya xweser a Rojavayê ye, di sala 2018’an de dest bi xebatên xwe kir. Kom di bin banê Kevana Zêrîn de dixebite.
Em çûn Rojava, Başûr û Rojhilat jî. Li Rojhilat em rastî rewşeke pir baş hatin. Li Saqizê festîval tên çêkirin. Li vê derê heta 1’ê şevê jî lîstik tên lîstin û temaşekirin. Ev lîstik jî tenê yên li rojhilatê Kurdistanê bûn. Rewşa şanoya Başûr hinekî cuda ye. Lîstikên li Başûr hinekî bi terzekî evropayî ne. Lîstikên xwe zêde nû jî nakin, hema çi hebe wan dilîzin, yanî nivîskar çi nivîsîbe, di naveroka metnên lîstikê de çi hebe wê dilîzin, naguherînin ango nû nakin. Lê bi rastî jî Şanoya Sarya Baran a li Rojava bi her awayî balkêşiya xwe datîne holê. Li ser medyaya civakî jî ez wan dişopînim her hefte lîstikan derdixin. Li Rojava di nav wan şert û mercên giran de her hefte pêşkêşkirina lîstikan tiştekî pir pîroz e.
Em dizanin ku piştî desteserkirina qeyûman hûn ji karê xwe hatin derxistin. Vê rewşê bandoreke çawa li kar û barên we yên şanoyê kir?
Em êdî nikarin herin her deverê (biken). Berê dema ku me dixwest ji bo şanoyê em diçûn her deverê. Niha ji aliyê teknîkî ve derfetên me pir kêm in. Ji ber vê jî êdî em hewl didin derfetên xwe bi xwe biafirînin. Helbet bi piştgiriya hin saziyên sivîl û hin şaredariyên mayî jî em li ber xwe didin lê piştgiriya herî mezin gel dide me. Mînak, çend hefte berê em çûn Şirnexê gundê Baldiranê. Cara yekem bû ku dê şanoyê temaşe bikin. Ji bo lîstika ku dê saet di 5’an de dest pê bike, temaşevan saet di 1’î de hatin cihê lîstikê. Me dekora xwe amade dikir û li avakirina dekorê jî temaşe kirin. Li hin deveran hevşaredar hatin ji texte û paletan sahne avakirin. Mînakeke din jî, piştî şerê li Sûr û Cizîrê, em li Cizîrê jî derketin ser sahnê. Wê demê piştî lîstikê yek hat got, “Piştî şer ev cara yekem e ku em hewqas keniyan. Tevî hemû nebaşiyan jî em ê bikenin. Her çiqas em têxistibin nav derûniyeke nebaş jî em ê bikenin.” Van gotinan û vê nêzîkatiyê, ez pir hestiyar kirim û ligel germahiya 56 pileyî em hîn bihêztir lîstin.
Di vê serdemê de ku êdî gelek tişt dîjîtalîze bûne, eleqeya şanohezan ji bo şanoya we çawa ye?
Li gor min eleqeya temaşevanên kurd her diçe ji bo şanoyê zêdetir dibe. Bi saya şanoyê ji jiyana dijîtalî hinekî dûr dikevin. Em vê yekê ji eleqeya ji bo lîstikên xwe jî dibînin. Di vê serdema teknoliyê de, şano maneviyat, şênberî û hîskirinê pêşkêş dike. Ji ber vê jî şano dike ku gel zêdetir berê xwe bide manewiyat û hîskirinê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,805 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/- 20-11-2023
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-03-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Şano
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 22-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,805 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.484 çirke!