Nav: Kacîk
Nasnav: PAŞAYÊ EFO
Navê Bav: Efendîyêvîç Mamoyan
Sala jidayîkbûnê: 1957
Dîroka koçkirinê: #22-09-2023#
Cihê jidayîkbûnê: gundê Kabaxtan ê herêma Talînê ya Komara Ermenistan
Cihê koçkirinê: Yaroslav- Rûsya
$Jîname:$
Hunermend, helbestvan, pedagog, dengbêjê Radyoya Erîvanê.
Paşayê Efo (Mamoyan Kacîk Efendîyêvîç) di sala 1957an da gundê Kabaxtan ê herêma Talînê ya Komara Ermenistanê ji dayik bûye.
Zanîngeha Pedagojîyê ya herêma Yaroslavl ya Rûsyayê xelas kirîye.
Ji cahiltiyê stran digotîye, helbest nivîsandîye, li tembûrê lêyîstîye.
Gelek berhemên wî di nav gel da wek nimûneya folklorê belav bûye. 26 stran û 40 helbest afirandîye.
Piraniya helbestên wî li ser welatê Kurdistanê, azadî û pêwîstiya yekîtiya netewî ya miletê me ne.
Ew yek ji denbêjên berbiçav ya radyoya Êrîvanê bû.
Paşayê Efo dema Sovyetê li gundê Kabaxtapê muxtartî kir û midûrê sovxozê bû.
Piştî hiweşîna Yekîtîya Sovyêtê li herêma Yaroslavl ya Rûsyayê jiya. Li vir biawayekî aktîf bi xebatên civakî re mijûl bû. Endamên komeleyên curbecur ya Kurda bû.
Paşayê Efo niştîmanperwerekî fedakar û dilsoz bû.
Pir xemgîn in.
[1]