Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,612
Wêne
  123,875
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,576
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Sedsaleke aloz: Doza Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekem
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dr. Botan Tofîq Mexdîd
Dr. Botan Tofîq Mexdîd
=KTML_Bold=Sedsaleke aloz: Doza Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekem=KTML_End=
Dr. Botan Tofîq Mexdîd

Neteweyên Yekbûyî (NY) di biryarnameya xwe ya dayîna serxwebûnê ji bo gel û welatan de, berî her tiştî girîngiyê nade mafê çarenivîsê lê dide yekîtiya axa dewletan. Ji ber vê yekê jî, welatên ku Kurd li wan hatine dabeşkirin xwe dispêrin vê bendê û Kurd jî dabaşa mafê çarenivîsê dikin. Ev yek sala 2017an, di karvedanên li hember referanduma Başûrê Kurdistanê de bi awayekî zelal û eşkere derket holê.
Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Soranê di îlona 2023yan de, konferanseke navdewletî li jêr navê 'Doza Kurd li Rojhilata Navîn; Ji Sevrê heta #Lozanê# : Xwendina Piştî Sedsalekê ji Derfet û Zehmetiyan' li dar xist.
Ew konferans bi beşdariya çend akademîsyenên şehreza di warên curbicur de wekî dîrok, civakzanî û qanûna navdewletî, hewldanek bû ji bo gengeşeya derfet û astengiyên ku di heyama 100 salên borî de, ji Peymana Lozanê (1923) heta îro derketibûn ser rêya Doza Kurd.
Konferansê karîbû ne tenê akademîsyenên Kurd û Îraqî ji bo gengeşeya vê mijarê bîne cem hev, lê di heman demê de karîbû akademîsyenên navdar ên cîhanê ji welatên cuda cuda fena Îran, Misir, Amerîka, Brîtanya, Swêd û Awustralyayê jî bîne ba hev.
Siyaseteke neguhêr di serdema guherînên bilez de
Di ravekirina helwesta sedsalekê ya welatên zilhêz li hemberî Doza Kurd de, siyaseteke neguhêr tê dîtin. Pêşî, siyaseta van zilhêzan li ser du hîman ava bûye. Yê yekem berjewendiyên wan ên aborî ne û yê duyem jî meşandin û pejirandina yekparçeyiya axê (Regional Integrity) û girtina wê di ser mafê çarenivîsê re ye (Self-Determination), xasma li hember Doza Kurd.
Van polîtîkayan di sedsala derbasbûyî de bandoreke berbiçav li ser qedera Kurdan li Rojhilata Navîn li pey xwe hêla.
Vê siyaseta dewletên zilhêz piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir. Dema ku nexşeya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn bi awayekî radîkal guherî. Serê pêşîn, Peymana Sevrê ku sala 1920an hat îmzekirin, mikur hat ku piştgiriya daxwazên serxwebûna Kurdan dike, lê xebînet temenê vê piştgiriyê zehf kurt bû.
Di vê siyasetê de, peydabûna neteweperestiya Tirk a bi serokatiya Mistefa Kemal Ataturk xaleke werçerxanê ya yekalîker bû. Zilhêzên mezin ên Ewropayê ji ber Şerê Cîhanê yê Yekem westiyayî bûn û xema jinûveavakirina xwe dixwarin, loma bêtir bi berjewendiyên xwe yên aborî daketibûn.
Wekî encam jî, mafê çarenivîsê yê ku Serokê Amerîkayê yê wê çaxê Wilson bangewaziya wê dikir, hatibû paşguhxistin. Her wisa, di bin gefên serketina neteweperestiya Tirk de, Ewropayiyan pişta xwe zûtirkê da van sozên ku bi Kurdan hatibûn dayîn.
Paşê di sala 1923yan de, Peymana Lozanê ku fikra Kurdistaneke serbixwe bi tevahî ji holê rakir, dewsa Peymana Sevrê girt.
Peymana Lozanê rê li ber avakirina çend dewletên nû li Rojhilata Navîn vekir. Di nav wan de Îraq, Sûriye û Tirkiyê cih digirin, lê Îran bi awayekî radîkal nehat guhertin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, parçebûna Kurdistanê li ser van her çar dewletan bi îmzekirina welatên beşdar di Peymana Lozanê ya sala 1923yan de bi awayekî fermî ji hêla siyasî û yasayî ve ket warê bicihanînê de.
Her çend Başûrê Kurdistanê piştî çend salan nexasim di sala 1926an de bi awayekî fermî bi Îraqê ve hat girêdan, di vê de rehend û berjewendiyên aborî yên kolonyalîzma Brîtanyayê bi awayekî pir eşkere têne dîtin.
Pêvekirina Başûrê Kurdistanê bi Îraqê ve, xasma petrola Kerkûkê, yek ji sedemên sereke yên vê guhertina siyaseta kolonyalîst a Brîtanyayê bû ku wer xuya ye efserên kolonyalîst ên Brîtanyayê berî Peymana Lozanê jî biryar li ser vê mijarê dabûn.
Ev rêgeza aborî paşê dibe parçeyek ji siyaseteke berfirehtir ku pejirandina yekparçeyiya axa welatên nûavakirî (Regional Integrity) û girtina wê di ser mafê çarenivîsê re (Self-Determination) bû û di wê baweriyê de bû ku aramiya siyasî û aramiya sînorên van welatan garantiya karkirina kompaniyên rojavayî yên neftê ye li Îran û Îraqê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî berdewamiyê dide gihandina vê kelûpela stratejîk bo bazarên cîhanê.
Ji wê demê û vir ve, dewletên zilhêz, tevî cudahiyên xwe yên îdeolojîk, ji lîberal û demokratên li Rojavayê û marksîstên li Yekîtiya Sovyetê, pabendiya xwe bi girtina prensîba yekparçeyiya axê di ser daxwazên Kurdan ên ji bo mafê çarenivîsê re di piraniya qonaxên dîrokî yên sedsala borî de eşkere kirin.
Di wê heyamê de, dewletên zilhêz bi hinceta parastina hevgirtina xaka van her çar welatên ku Kurdistan li ser wan hatibû dabeşkirin, parastina berjewendiyên xwe yên taybet li ber çavan girtibûn, lewra jî bi berdewamî dijayetiya tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdan dikirin.
Her dema ku şoreş an tevgerekeke Kurdî hewl dabe ku li her yekê ji van her çar dewletan bigihîje mafê çarenivîsê, zilhêzan seba parastina rewşa van dewletan destwerdan kirine û beşdarî tepisandina tevgerên Kurdan bûne yan jî bi kêmanî li hember stemkariya van dewletan li hember Kurdan bêdeng mane.
Wekî mînak, sala 1946an, Brîtanya, Amerîka û Yekîtiya Sovyetê di piştgirîkirina Şahê Îranê û hilweşandina Komara Mahabadê de hevkar û hevbîr bûn. Tevî nakokiyên wan ên kûr ên îdeolojîk û siyasî jî, wan her sê zilhêzan dijî vê komarê li hev kir.
Rojavayiyan Yekîtiya Sovyetê razî kir ku pişta xwe bide Doza Kurd. Di heman demê de, Brîtanya û Amerîkayê ji bo dagirkirina Kurdistanê alîkariya Îranê kirin.
Digel ku gelek nakokiyên îdeolojîk û jeopolîtîk li navbera her sê zilhêzan hebûn, lê ew di wê demê de hevnêrîn bûn ku alîkariya Îranê bikin, çimkî berjewendiya her sê zilhêzan di kontrolkirin û çi bigire zeftkirin û bidestxistina yedeka petrol ku li Îranê hatibû dîtin de hebû.
Siyaseta parastina yekparçeyiya xakê ku ji aliyê dewletên hêzdar ve dihat meşandin, li ser cîhanbînî û biryarên rêxistinên navdewletî yên wekî Komeleya Neteweyan û piştre jî NY reng veda. Wan yekparebûna axa welatan dli ser mafê çarenivîsê re girt û ew kirin prensîba sereke û herî li pêş a siyaseta navdewletî.
Ev prensîb hertim li pêşber daxwazên gelê Kurd di heyama sedsala borî de, bûbû kelemek, wekî mînak çawa ku Dr. Michael Gunter tîne ser zimên, Danezana NYyê nemaze di madeyên yekem, benda duyem û madeya 55an de balê dibe ser mafê çarenivîsê. Di heman demê de, di madeya duyem, benda çaran a vê danezanê de balê dibe ser yekparebûna xakê.
Mafê çarenivîsê di vê danezanê de bal kişandiye ser mafê gelekî yê hilbijartina forma hikûmeta xwe ku bêhtir tê wateya mafê dewletan ê parastina sînorên xwe, lê nayê wateya mafê gelan. Lê Kurd zêdetir dabaşa xala mafê çarenivîsê dikin, ji ber ku dikare bibe bingehek ji bo serxwebûna Kurdistanê.
Lê dewletên bihêz û dewletên ku Kurd li wan dijîn, zêdetir bendên girêdayî yekparçeyiya xakê beloq dikin, ji ber ku ev yek garantiya berdewamiya hevgirtina xakê dide wan. Lê heke pirs ev be, gelo prensîba sereke kîjan e? Dr. Michael Gunter di wê baweriyê de ye ku NY di daxuyaniya dayîna serxwebûnê ji bo welat û gelên dagirkirî de, bersiveke yekalîker daye vê pirsê.
Di benda duyem a vê biryarnameyê de hatiye gotin ku mafê hemî gelan ê çarenivîsê heye û di benda şeşan de jî hişyarî daye ku Her hewldanek ji bo têkbirina beşekê yan tevahiya yekîtiya niştimanî û yekparçeyiya axa welatekî, bi armanc û rêgezên Peymana NY re nagunce. Ev şiroveya teqez an jî benda parastinê ye ku ji mafê çarenivîsê zêdetir, girîngiyê dide yekparebûna axê.
Her wisa ev nêrîn di çend helkeftan de hatiye peyitandin, nemaze ji hêla Peymana NY a li ser rêgezên yasaya navdewletî ya derbarê têkiliyên dostanî û hevkariyê yên di navbera dewletan de ku li gor Peymana NY bi hevdengî hat pejirandin û wekî şiroveya desthilatdarî ya Danezana NY tê hesibandin.
Qanûna Helsinkiyê ya sala 1975an ku sînorên niha yên Ewropayê nasand, di encama Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi awayekî darîçav li vê şîroveyê mikur hat. Di sala 1993yan de, Konferansa Cîhanî ya Mafên Mirovan a NY ku li Viyenayê hat sazkirin, hevbîr bû, xasma gava mafê çarenivîsê ragihand, Nabe wekî destûrdayîn an navtêdana her kiryarekê bê ravekirin ku bi tevahî yan jî pişkî, axa endamên wê parçe parçe bike yan têk bibe û gefê li yekparçebûna yekîtiya siyasî ya dewletên serwer û serbixwe bixwe.
Ev têgihîştina rêxistinên navdewletî, bersiva vê yekê dide me ka çima ne Komeleya Gelan û ne jî NY ji roja damezrandina xwe ve û heta sala 1990î tew careke tikîtenê jî navê Kurdan neanî ser zimên. Tewra damezrandina navçeyeke ewle ji bo Kurdan ji aliyê zilhêzên Rojavayê ve di sala 1991ê de, ne nîşana guhertina vê polîtîkayê bû. Ji ber ku girîngîdana wan a bi parastina yekparçeyiya xakê nehatibû guhertin û mîna berê mabû. Tevî damezrandina vê devera aram jî, zilhêzan girtina yekparçeyiya axê di ser mafê çarenivîsa Kurdan re berdewam kir.
Piştevaniya siyaseta yekparçeyiya axê, piştî giştpirsiya sala 2017an li Başûrê Kurdistanê careke din bi zelalî derket holê. Dîsa serkirdeyên Amerîka û Brîtanyayê ne daxwazên Kurdan ên ji bo mafê çarenivîsê, li şûnê girîngî dan yekparçeyiya xakê û berjewendiyên xwe yên aborî.
Van welatên zilhêz ne tenê rê li hikûmeta Îraqê negirt, çi bigire tevî nakokiyên wan ên îdeolojîk ên bi Îranê re, çavên xwe ji kiryarên milîsên ku Îran piştgirîya wan dike girtin, da ku piştî ku referandûm hat kirin, bajarê Kerkûkê yê dewlemend bi petrolê kontrol bikin.
Balkêş e ku serokwezîra wê demê ya Brîtanyayê Theresa May piştî van bûyeran, yekem serkirdeya rojavayî bû ku serdana Îraqê kir û li kêleka serokwezîrê wê demê yê Îraqê Heyder Ebadî rawestiya û piştevaniya Şahinşahiya Brîtanyayê ji bo yekîtiya axa Îraqê ragihand!
Bi ser de jî, balyozê Brîtanyayê li NY tekezî li ser rakirina her amajeyeke bi mafên Kurdan di çarçoveya Îraqê de kir û vê yekê di daxuyaniya fermî ya NY de ku piştî van bûyeran derket cih girt. Hêjayî gotinê ye ku berî vê piştevanîyê, hikûmeta Îraqê û Brîtanyayê gihiştibûn hevtêgihiştineke seretayî ku mafê berhemanînê li bîrên petrolê yên Kerkûkê bi kompanyaya Brîtanî ya British Petroleumê bê dayîn.
Dikare bê gotin ku berjewendiyên aborî û yekparçeyiya axê, siyaseta herî eşkere û neguhêr a welatên zilhêz li hember xwesteka çarenivîsa Kurdan di heyama sedsala borî de bû. Nabe ku ev neguhêrî wekî wateya bêhêvîbûna Kurdan a bidestxistina mafê çarenivîsê bê şîrovekirin, lê divê Kurd îbretan ji dîrokê wergirin da ku bikarin xwe bi vê siyaseta neguhêr a zilhêzan re biguncînin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,357 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/ - 01-12-2023
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-11-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Peymana Sêvrê
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,357 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.117 KB 01-12-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.781 çirke!