=KTML_Bold=Doza Kurd ji ku hate ku!=KTML_End=
Arif Qurbanî
Her çiqasî Ereb xwedî dîrokeke dûrdirêj û çandeke desthilatdariyê ya kevnar in jî lê mejiyê ku dosyeya Kurdan li Bexdayê birêve dibe, wer dixuye ku ne mejiyê Ereban bi xwe ye. Ji ber ku Ereb qet û di ti dosyeyeke din de evqasî ne bi plan bûne wekî ku di reftara xwe ya li hember Doza Kurd de li Îraqê dikin. Ne dûr e ku dosyeya Kurdan a li Bexdayê bi hemû hêlên xwe yên hûr û gir li cem xizmên Îraqê yên nêz be!
Binêrin Pirsa Kurd li Îraqê çiqasî pirsgirêkeke mezin û aloz bû. Ji dirustkirina dewleta Îraqê ve heta kêliya zeliqandina başûrê Kurdistanê bi vî welatê Erebî ve, di nava wan pênc salan de, Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Swêd û Komeleya Gelan bi vê mijarê mijûl bûn. Ji wê çaxê û vir ve jî, di hemû hevkêşeyên navdewletî û herêmî yên girêdayî vê navçeyê de, ev pirsgirêk timûdayim di nav dosyeyan de bû.
Li hundirê Îraqê jî, ev pirs ne tenê bû sedema hemû bûyer, şer, alozî û pirsgirêkên ku di navbera gelê Kurd û Bexdayê de derketin holê, li şûnê çaresernekirina pirsgirêka Kurd çavkaniya sereke ya hemû şer û wêraniyên din jî bû ku Îraq li navçeyê bi wan re rû bi rû ma. Tevî hebûna gelek pirsgirêk û nakokiyên di navbera wan de jî, lê ji ber pirsgirêka Kurd û encamên reftara van her du welatan li hember Doza Kurd, çarenivîsa Îraq û Îranê gihaşte şerekî heştsalî yê di navbera wan de.
Her çiqasî meyla milkdariya Kuweytê ji hêla Îraqê ve xewn û meyleke kevn e, lê bi sedema şer û komîserhevbûna deynan û qebebûna artêşê, wekî encama Doza Kurd, Îraqê Kuweyt dagir kir. Bûyerên dûv re jî, ji şerê Kendavê heta hilweşîna Sedam Hisên, wekî berikên domînoyê dîsa girêdayî wê xeleka pirsgirêka Kurd bûn ku bê çareserî hiştina Doza Kurd li Îraqê ew berhem anîbû.
Ango heke ji destpêkê ve Îraqê mafên Kurdan bipejiranda, pêwîstiya wê pê nebû ku di Peymana Cezayîrê de xwe ji Îranê re kêm bike û beşekê ji ax û ava welatê xwe bide wê ku paşê ji ber poşmanbûna wê ji wan xwekêmkirinên ku ji Îranê re kiribûn, rastî şerê heştsalî yê Îranê hat.
Wisa, ji ber şerê Îranê yê heştsalî, Îraq di bin deynên giran de ma û pirsgirêkên wê yên bi Kuweytê re, ew ber bi wê yekê ve ajotin ku Kuweytê dagir bike. Dawiya dawîn jî, ev yek bû sedema hatina Amerîkayê ya navçeyê. Tew hilweşîna Sedam Hisên û encamên dûv re jî girêdayî hev in. Di Îraqa nû de jî, rewş heta çend salan bi heman awayî bû.
Lê vêga binêrin Doza Kurd gihaştiye ku derê? Doza rewa ya miletekî ku axa wî hatiye dagirkirin, pirsa neteweyeke ku pênc caran ji aliyê dewleta neteweya serdest a Ereb ve hatiye jenosîdkirin û qirkirin, doza sînor û xak û kêşeya Erebkirin û guhertinên demografîk û mafên neteweyî yên gelê Kurd li Îraqê aniha daketiye asta ku Bexda hin pereyan bi deyn bide Herêma Kurdistanê ji bo wekî mûçe bide karmendên xwe!
Metirsiya vê yekê ne tenê ew wêne ye ku di derhişa piraniya Kurd û Erebên Îraqê de dirust bûye. Seba vê yekê, bi salan e ku artêşek ji kesên kirêgirtî li parlamento û medyayê hatine xebitandin ji bo ku psîkolojiya raya giştî ya Îraqê û xasma ya Kurdan bixapînin û xêvikkirina xelkê bikin kilîda vekirina deriyekî ji bo guhertina kakila pirsgirêkan, lê metirsî ew e ku tew tê ku li ser asta derveyî jî rengvedana Doza Kurd bi vî rengî were şîrovekirin.
Piştî ku şanda hevpar a her sê aliyên sereke yên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tînin, çû Bexdayê û bi hikûmet û hêzên siyasî yên ku kabîneya Sûdanî pêk tînin re gotûbêj kirin, piştî ku Civata Wezîrên Îraqê bi merc û heta dawiya sala darayî, seba çareserkirina pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê, razî bû li ser sê mehan, her meh 700 milyar dînarî bi deyn bide Herêma Kurdistanê.
Ne tenê li ser asta navxweyî ev yek wekî serketin û vekirina girêka kor a Doza Kurd hat şirovekirin, tew nûner û balyozên welatan jî kêfxweşiya xwe ji bo vê peymana mezin nîşan dan û pîrozbahî û destsaxî li her du hikûmetên Kurdistan û Bexdayê kirin!
A rast, li gor her pîvanê divê Bexda ne deyn, li şûnê budceyê bide Herêma Kurdistanê. Bi ser de, hîna ne diyar e gelo ew biryara deynê dê were bicihanîn an na, ji ber ku ji aliyekî ve fraksiyonên siyasî di Encûmena Wezîran de bi dana wê deynê razî bûne û ji aliyekî din ve jî çend parlamenter erkdar kirine ku keleman li ber vê biryarê dirust bikin.
Bi egereke mezin, piştî ku karîbûn wiha bikin ku xisleta doz û mafên gelê Kurd di mijara mûçeyê de piçûk bikin, ji bo ku di wê de jî, ji bo derbaskirina qeyrana Kurdan nebin alîkar, ger ne niha be jî, dibe ku di dema bê de, careke din dadgeha federal a dûvelank tev li mijarê bikin û dadgeh biryar bide ku divê deyn jî bi Herêma Kurdistanê neyên dayîn.
Çawa ku meha borî, di derketina aloziya Kerkûkê de jî, Dadgeha Bilind a Federal ku erkê wê pasevanîkirina destûrê û çavdêrîkirina destûrîbûna yasayan e, daxistin asta ku li ser radestkirina baregeheke hizbî biryarê bide.
Îcar, li vir binêrin, Kerkûka ku hema hema nêzîkî sedsalekê bûbû nasname û koka Doza Kurd li Îraqê, pirsgirêka bi dehan salan proseya jinavbirina nasnameya neteweyî û anîna Ereban û hewldana guhertina xuyanga wê ya Kurdistanî, piştî têkçûna gelek gerên gotûbêjên şoreşa Kurdî û Îraqê li ser Kerkûkê, piştî bicihkirina çend hîmên dadmendiyê di Madeya 140ê ya destûra Îraqê de, ji bo paşde vegerandina Erebên ku li bajêr hatibûn bicihkirin û vegerandina Kurdên ku hatibûn derxistin û niştecihkirina wan, piştî qurbanîdana miletekî ji bo Kerkûkê, piştî ku Neteweyên Yekbûyî û welatên xwedî biryar ên navdewletî, Kerkûkê wekî bermîla barûtê ya Îraqê bi nav bikin; binêrin, mejiyê ku vê dosyeyê birêve dibe çiqasî bi baldarî û plandarî kar dike. Niha Doza Kerkûkê daxistine wê astê ku Bexda dê baregeheke PDKê radest bike yan dê nede PDKê!
Her çiqasî divê em li vê rastiyê mikur werin ku tiştê ku alîkariya qelsbûna Kurdan û guhertina xisleta doza wan li Îraqê ji pirsa neteweyî bo van kêşeyên piçûk dike, her wisa ya ku dihêle Bexda bi vî rengî li hember Pirsa Kurd û doza rewa ya gelê Kurd tevbigere, Kurd bi xwe ne. Desthilatdarên Kurd bi xwe ne û bi taybetî ji ber hevrikî û nakokiyên li navbera PDK û YNKê, Kurd gihaştine vê rojê.
Divê Kurd payî bibin û bizanin di rewşeke çawa de ne. Her wiha, divê tê bigihin heke bi lez Doza Kurd gengeşe nekin, dê salên bê Pirsa Kurd dakeve asteke hîn nizmtir. Ne dûr e jî ku wê çaxê tenê rêdana bi lixwekirina cil û timtêlên Kurdî û axaftina bi zimanê kurdî wekî destkeft û dayîna maf bi Kurdan were hesibandin!
[1]