=KTML_Bold=ARTÊŞBÛNA JINÊ GIHÎŞTIYE ASTEKE NÛ=KTML_End=
Li ser Rêbertiya me pergaleke êşkenceyê heye ku ne sînorê exlaqî nas dike, en sînorê wijdanî, hiqûqî. Dema ku mirov îro li vê pergala li ser Rêbertiya me dinere, sedemên vê rewşê xweştir têne fêhmkirin. Helwesta Rêbertiya me bi pozisyoneke wiha ye ku dikare ji problemên mirovî re bibe bersiv û altarnatîfan ava bike. Hêzên navneteweyî pirsa Kurd tim bi çarçoweya asîmîlasyonê hate hiştin û li ser hîmê îmha û înkarê hate xwestin ku were çareserkirin. Ji ber vê hate xwestin ku Kurd werin qedandin. Rêbertiya me bi çarçoweya azadkirina civak û jinê li dijî vê rewşê sekinî. Ev jî helwesteke li dijî wê planê bû ku pergalên serwer dixwestin pêk bînin. Ji ber vê Rêbertiya me hate girtin. Ji ber ku Rêbertiya me bi helwesta xwe hesabên pergalê xira dikir. Ji bo ku Rojhilata Navîn were dizaynkirin û serwerî li ser were danîn ev komplo hate kirin.
Em vê komployê weke komployeke li dijî xeta azadiya jinê dibînin. Rêbertiya me ji bo azadiya jinê geş bibe, milîtaniya jinê, qedorên wê, partî û pergala wê ava kiriye. Rêbertiya me ji bo dîroka jinê ya winda derxîne holê kedeke mezin daye. Bi hişmendiyeke kûr a azadî û demokrasiyê li pirsa jinê dinere. Komploya navnetewî jî ji b ku #azadiya jinê# geş nebe hatiye kirin. Ango komplo li dijî jinan e.
Bi helwesta berxwedanê ya Îmraliyê, bi xwedîderketina gelê me ya li tevgera me, AKP-MHP qediya. Dewleta #Tirk# a ku li bara berxwedana gerîla bêçare me çeka kimyewî bi kar anî. Ev nayê qebûlkirin. Hin qanûên şer hene. Qanûnên navneteweyî hene. Dewleta Tirk bêyî ku guh bide van qanûnan bi qaleşî êrîşê tîne. Gelê me û jin vê rewşê ti caran qebûl nakin. Gel nema li pişt PDK’ê disekine. Di hilbijartinan de gelê me yê Başûrê Kurdistanê wê bersiva hewce bide.
Gerîla ewlehiya jinan hemûyan e. Dema ku gerîla li çiyê li ber xwe dide divê jin jî bi çalakiyên civakî gerîla biparêze. Rola gerîlayên YJA Starê stratejîk e. Ji her demê bêhtir çalakî kirin. Ev yek di artêşbûna jinê de rewşeke nû ye, asteke nû ye. Jinên Kurd di artêşbûnê, di fermandarbûnê de şareza bûn. Şer îdare dikin. Di vê astê de bi berfirehî çalakiyan dikin. Ev yek di dîroka mirovahiyê de tiştekî nû ye. Ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.
Bi pêngavê re me biryardariya li ser têkoşînê danî. Ji bo ku desthialta AKP-MHP hilweşe divê mirov çawa bixebite, me plansaziha vê danî holê. Li hemû parçeyan jinên ciwan, dayikan pêşengiya pêngavê kirin. Di çalakiyan de yên ji bo azadiya Rêbertiya me jinan pêşengî kirin. Jin ne ku tenê pêşengiya çalakiyan dikin. Di hemû qadên avakirina civakî de, di siyaset, dîplomasî, xweparastin, jiyana sosyal, çandî, çapemeniyê de bi roleke pêşeng a stratejik radibin.
Azadiya fizîkî ya Rêbertiya me rojeva me ya sereke ye. Em azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya xwe dibinin. Çalakiyên ku wê werin divê kirin divê bi bingehê werin kirin. Azadbûna fizîkî ya Rêbertî berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û problemên me yên azadiya jinê bi hev re têkildar in.[1]