=KTML_Bold=Bozîka Jêrîn=KTML_End=
Navlêkirina wê ji gir hatiye navê xwe bi tirkiye boz heyok ,boz tê wateya spî û heyok tê wateya gir. Girê spî pişt re ereban wergerand e zimanê xwe û gotin Til ebyed tehtenî .lê belê navê xwe bi tirkiye aşaxî boz hiyok ,aşaxî tê wateya xwer ji ber vê yekê dibêjin Bozîka jêrîn . Ev gund li Rojhilatê Başûrê bajarê #Kobanî# bi qasî 33 km malbata herî mezin di vî gundî de malbata Hesê Şêx Sîn û torinên wî ew jî ji eşîrê Şêxan û serxweş ne .
=KTML_Bold=Ev gund berê ya kê bû?=KTML_End=
Li gorî ku mamoste Mislim Şêx Hesen dibêje: Ev gund berê a Selîm axa Sêqib bû. Gava ku Tîrk ji vir çû ev kes li wir ma , Selîm axa Sêqib gelek gundê xwe hebûn mîna Bozîk, Xanabadil û Tilêcb. Piştî ku tirka hêza xwe hindik bûn . Hesê Şêx Sîn ji ziyaretê hate wê deverê gund ava kir, gundê Darslam ava kir dema ku Hesê ev gund ava kir li kêleka wê gundê Bozîk jî weke gundekî kevnare .
Li Bozîkê li cem Selîm axa Sêqib cotkaran kar dikirin ,pişt re Hesê Şêx Sîn xwest gundê Bozîkê ji Selîm axa Sêqib bikire ,Selîm axa Sêqib bi xwe ne li wir bû şehnên xwe dişandin li cem cotkaran xwe yên li gund kar dikirin ew bi xwe nedihat gava ku bêder dibû . Dema ku cêc(piştî bêderê dikutin û ba dikin ceh û genimê ku dimîne ew cêce) hazir dibû rişme (weke morekê ji text çêkiribû) hebû ew rişme li wan cêcan dixistin ,cêc bi giştî hazir dibû şahên Selîm axa Sêqib xeber didan wî ew ji tirkî dihat .Para xwe dibir û ribek jê dide cotkaran rib jî ji xwe re dibirin. Salekê ji salan nakokî di navbera Selîm axa Sêqib û gundiyan de çêbû ,gundiyan go: win zilmê li me dikin rapê şêhne dikin û ev dirivin û gundiyan hemû cêc ,ceh û genim ji xwe re dibin. Şehne çûn cem Selîm axa Sêqib û gotin: Axa min cêc bi giştî çû tiştek nema û gundiyan gotin: Ger Selîm axa Sêqib werê em e wî bikujin. Selîm axa Sêqib di vir de ew tirsiya û çû cem Reşîdê Korelî û got : Ezz kê Bozîkê bifroşim Reşîd axa jê re got wê Hesê Şêx Sîn bikire .Hesê Şêx Sîn rabû û hat pere li cem wî tune bû ,çû cem Alî Manxir jê re got : Tu Bozîka jorin bikire û ez Bozîka jêrin bikirim û tu hinek pere bi min dî ji ber ku Alî Manxir kesekî pir dewlemend bû û yek ji eşîrê çavreşkan a gundê Bozîka jorin bû.Hesê Şêx Sîn hin pere ji cotkaran û hin ji Alî Manxir û hinek li cem wî hebû pê gund kirî û Alî Manxir jî Bozîka jorin ji Selîm axa Sêqib kirîn . Bozîk berê a Selîm axa Sêqib û cotkarên ku têde kar dikirin gundorî bûn miletê gundoran bû ew jî şêxîne û di demê niha de ku têde dijîn miletê Şêxan ew Şêxan jî serxweşî ne. Kelha xwe nîşanê didê kevirin li gel hev rêzkirî weke mesrehiyekê li jor gir li rûbarê gir ya başûr e nîşan dide ku ev cihê meclisa ew kesên hane ku berpirsyarê wê deverê dikirin.Gundî li vir rûndiniştin û berpirsyara ji wan re şor dikirin .Heya niha ev eser li rûbarê gir heye.
Mamoste Mislim Şêx Hesen dibêje: Bozîk gundekî kevnar e dîrokeke xwe ya kevin heya li gorî ku li derdora wê û xakingariya wê nexşeya wê û girê wê dinêrin ,bi giştî nîşan didin ku bi rastî ev gundekî kevnar bûye û gelek tiştên dîrokî lê hene . Bi dehan bîrê avê lê heye û bi taybetî li aliyê wê ya Rojhilat û Başurê gund di nava zeviyan de bîê avê hebû . Her wiha mamoste Mislim dibêje: Tilik li nêzikî gund heye jê re dibêjin kevirî bel û gelek sarînc , şîkeft û tiştên dîrokî li wî Tilî hate dîtin ji bilî van gore hatin dîtin û bi taybetî li Başurê gund gelek gore di nava erdan de hate dîtin Her wiha kevirê bel ew jî gireke çîra navê nav bûye kevirê bel? Ji ber ku li ser wî tilî du kevirê dirêj hene,her yek dirêjayî xwe du mîtro hene pehnin û pozî xwe bilindin û qalindî xwe kêmî mîtrok hebû ev til navê xwe ji van keviran hatiye bi rastî cihekî dîrokî ye bi dehan saeûnc lê hatin dîtin.Di binî erdê de tonêlek heye di navbera gir û kevirê bel heye ev tonal .
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi M.Mislim Şêx Hesen re
[1][2]