=KTML_Bold=Kaşê Qoşilî=KTML_End=
Ev kaş dikeve rojavayî gundê Qoşlî û girêdayî bajarê #Kobanî# ye. Ev kaş li bajarê Helebê hatiye tomarkirin, di cihên dîrokîda û pir tiştên dîrokî lê hene ,wek qermît û hin tiştên dinê ,lê belê ev giştî şikestîne û hesitiyên miriyan lê tên dîtin, û hin tiştên giran biha lên tên dîtin .wek entîke lê di demên berêda ev bi nirxekî erzan difrotin. Li gor gotinan vedigere hezar sal beriya zayînê. Li rojavayî gund bi navê şkefta eyşê lê heye û li dora vê işkeftê weke hewşekê lê hebû ,û niha ev hewiş giştî xira beye û li nîzî wî bîstanek heye ji wî bîstanîra dibêjin bîstanê berî û xelikê vî gundî jê ra dibêjin bîstanê hêjîran berî û ev bîstan û darên xwe ne ewqas bilindin ji 2 mitreyan derbas nake . Li gund aşek heye di dema 1977an de ew aş li Qumlixê bû û bi navê aş gel dihat naskirin ,ev aş aşê yekeme û xence wî lê tûne ,lê paşê ew aş hate Gundê Meydanê û ew niha li meydanê ye, li aliyê rojava liser riya Dadelî û ta niha ev aş dişuxûlê û kesên li gund dijîn ,ewna li Êlecaxê bûn derdora 150 salane hatine Quşilê Dîliyan, ji ber zilma efendiyn tirk koç kirin û hatin vir .Ji aliyê erdîngariya xweda li aliyê rojhilat Gundê Girdê (Ehmedê Eyşê )li aliyê başûr ji Gudê Bilê ,xelîcik û li aliyê rojavaGundê Dadelê û li aliyê bakurjí Gundê Quşilê ye.
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi Hemê Osê re
[1][2]