Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,546
Wêne
  123,861
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,500
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Şanoya Dayîka Nîştiman
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şanoya Dayîka Nîştiman
Şanoya Dayîka Nîştiman
=KTML_Bold=Şanoya Dayîka Nîştiman=KTML_End=
Solîn Urmiye

Kurdshop -#Şano# ya Dayîka Nîştiman yek ji wan şanoyên herî girîng bû ku sala 1946an di serdema Komara Kurdistanê de hate lidarxistin. Di wê serdemê de gelek karên girîng ji bo hişyarkirina Kurdan hatine kirin. Yek ji wan xebatan şanoya “Dayîka Nîştiman” bû.
Şanoya Dayîka Nîştiman yekem şanoya bi zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin.
Şehîd Qazî Mihemed di derbarê şanoyê de wiha gotiye: “Eva tiştek teblîxî ye bo miletê Kurd; Ew yeka wek vê ye ku ez herime ser sehnê û ji bo xelkê biaxivim. Lê bandora nimayişê li axavtinên kesek wek min zêdetir e, îcar lewma divê hûn bi ciwanî nimayişê liber bikin û rahênanê li ser bikin.”
“Chris Kuschera” di pirtûka xwe ya bi navê “Tevgera Netewa Kurd” de nivîsiye: “Qazî Mihemed çend şanoyek bi naveroka dîrokî û nîştimanperwerane nivîsiye, nemaze behsa dirama dîroka Selahedîn, ku xebata Kurdan li dijî Xacperestan e dike an jî şanonameya Dayîka Nîştiman ku qedera gelê Kurd piştî peymana “Seidabad” a di navbera Îran, Iraq, Tirkiye û Efxanistanê (1937) de ye vehûnandiye. Ev du şanonameyane li bajarê Mihabadê hatine pêşkêş kirin.”
Tê gotin ku şanoname li serdemê Komara Kurdistanê wate di sala 1946an de hatiye pêşkêşkirin. Tê behskirin ku wê serdemê pênc sehne hatine pêşkêşkirin, ku ev jî ev in: “Sehneya Firîşte, Peymana Seidabad, Dayîka Nîştiman, Rizgarkirina Dayîka Nîştiman û sehneya avabûna Komara Kurdistanê”.
Çîroka wê wiha bûye: Firîşteyek behsa mirov, wargeh û nîştiman dike; Dayîka Nîştiman hatiye zincîr kirin û daxwaza azadî û rizgariyê dike, xortên dayîka Nîştiman bi hawara Dayîka Nîştimanê ve tên, dijmin pîlan û pilanên serkutkirinê bi rê ve dibin, pêşmerge û rizgarker dayîka Nîştiman rizgar dikin. Kurd digihe bi hêviya xwe û Komara Kurdistanê tê avakirin.
Dema Şanoyê
Li gorî pirtûka “Şanoyê Dayîkî Nîştiman û Şanoyê Koşkî Awat”, 2 û nîv heta 3 demjimêr heyama şanoyê bûye, lê di navbera herdu sehneyan de, 10 heta 15 xulek gruba mûzîkî, mûzîk lêxistiye û koroya sirûdê jî sirûd xwendiye, bi wî awayî 40 heta 60 hûrdem ango xulek mûzîk û sirûd hatiye pêşkêş kirin. Bi wî awayî şano 90 hûrdem bûye.
Sirûdên “Xudaya Weten Ava Key”, “Mekteb Metleî Seadete”, “Erê Hey Kurdistan”, “Kurdistanî Ciwan” û “Dîniman Ayînman” di nav şanoyê de hatine xwendin.
Nimayişa şanoyê wiha bû: Firîşte, Dayîkî Nîştiman, Nûnerên Îran, Iraq, Tirkiye û Efxanistan, Serkomar, Pêşmerge 7 heta 8 kes û endamên kabîneyê jî çend kes bûne.
Cihê pêşkêş kirina şanoyê li Mihabad, Nexede û Şino bû. Ev şanoye 40 roj heta du meh berdewamiya wê hebûye. Bo şanoya Dayîka Nîştiman gelek kes hatine gazîkirin û ji wan “Ceiferof” li gel çend efserên Rûsî beşdar bûne. Destpêka şanoyê “Sîrûs Hebîbî” ku di cihê Firîşteyê de lîstiye. Wî bi kincên spî û du perên ku li nav milên wî bûne tê ser şanoyê û helbesta Hacî Qadir Koyî dixwîne, ku ew jî wiha ye:
Ey bê nezîz û hawta, her tuyî ke berqerar î
Bê dar û bê diyar î, bêdar û payedar î
Bubaxî merdî baxî, sermayekey xezan î
Bo mezreey feqîran, sermayekey behar î
Tu padişanîşan î bo her sewadî eizem
Bê sedr û şanîşînî, bê perde perdedar î
Xelaqî bê futûr î, sultanî bê qusûr î
Rezaqî mar û mûr î, avdêrî dêmekar î
Feyruze textî gerdûn, mensuî neqşî tu ye
Yaqut û leilî roje, estêrekan derare î
Her cê û mekanî tu ye, bê cê û bê mekan î
Leyl û neharî tu ye bê leyl û bê nehar î
Her emrî tu medar î, bo karûbarî alem
Herçende bê wezîr û bê sedr û karûbar î
Sehneya duyem a şanoyê sehneya hevpeymaniya Seidabadê bûye. Di navbera wê beşê de sirûd û mûzîk têne belavkirin. Li sehneya sêyem, dest û pêyên Dayîka Nîştiman bi kincên reş û pirça spî têne zincîrkirin û bi dengê xweş helbesta Hacî Qadir Koyî dixwîne.
Di navbera wê beşê de jî sirûd û mûzîk têne belavkirin. Di sehneya çarem de Hêza Pêşmergê Kurdistanê û leşkerên Rûs, Dayîka Nîştiman rizgar dikin. Sehneya pêncem jî pêkanîna Komara Kurdistanê û Şêwreya Wezîran û bilindkirina alaya Kurdistanê û diyarîkirina Serkomar e.
Di vê sehneyê de Serkomar dipeyve û behsa azadkirina Kurdistanê û bindestbûna netewa Kurd di bin destê Tirk, Ecem û Ereban de dike. Behsa Kurdistana mezin û rêbaza Şêx Ebdulqadir, Şêx Seîd, Şêx Mehmûd û xwe gorîkirina wan bo Kurdistanê dike.
Di dawiyê de tev beşdarbû têne ser sehneya şanoyê û sirûda “Nîştiman Rengîne” dixwînin.
Tê gotin ku piştî şanoyê “Pêşewa Qazî Mihemed” tê ser sehneya şanoyê û bi çavê giryan ve diaxive û xelk jî hevdem li gel Qazî Mihemed digrîn; Hatiye zanîn ku heta rondikên Rûsan jî tên. Qazî Mihemed li wir behsa dîroka xebata Kurd kiriye û behsa koloniyalîstî û parvekirina Kurdistanê û serkutkirina netewa Kurd ji aliyê dewletên koloniyalîstî ve û herwisa behsa şoreşên Kurdistanê kiriye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,269 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 07-12-2023
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-08-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Şano
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-12-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-12-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-12-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,269 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1165 KB 07-12-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!