=KTML_Bold=Girê Mirazan û giringiya wê di şaristaniyeta serdema me de=KTML_End=
Girê Mirazan xwedî dîrokekî kevnar a 12 hezar saliye û li gor bermayiyên ku derketine li Girê Mirazan mabed û avahîsaziyekî li ser bingehê sazîbûnê heye.
Kurdshop – Girê Mirazan an jî Xirabreşk / Xerabreşkê bi Tirkî jî wekî Gobeklîtepe tê naskirin û cihekî arkeolojîk ê serdema dîrokî ya neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşk a Riha ya Bakurê Kurdistanê ye û naha wekî cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê tê pênase kirin.
Girê Mirazan xwedî dîrokekî kevnar a 12 hezar saliye û li gor bermayiyên ku derketine li Girê Mirazan mabed û avahîsaziyekî li ser bingehê sazîbûnê heye. Ev yek jî tê wê wateyê ku çawa ji berê de Mezopotamya wek dergûşa hemû şaristaniyetan hatiye pênase kirin, lê bi dîtina Girê Mirazan hemû nirxandinên li ser şaristaniyet û bajarvaniyê jî hatin serûbin kirin.
Girê Mirazan ji hêla hinekan ve wekî vedîtineke arkeolojîk a xwedî girîngiyeke mezin tê dîtin ji ber ku ew dikare têgihiştina qonaxeke girîng a di pêşketina civaka mirovan de bi kûrahî biguherîne. Hin lêkolîner bawer dikin ku avakirina Girê Mirazan dibe ku bibe alîkar di pêşketina şaristaniya bajarî ya paşîn de, an jî, wek vekolêr Klaus Schmidt got, Pêşî perestgeh hat, paşê bajar.
Dirêjiya wî girê destçêkirî 15 metre ye, firehiya wê nêzîkê 300 metre ye û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt ê kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bûye û dîroka wê vedigere bo 12 hezar sal berî naha.
Li Girê Mirazan, di qonaxa yekem de ango di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê ku bi Îngîlîzî wek Pre-Pottery Neolithic A tê pênase kirin de pêkhatiye. Sitûnên kevirî yên bi şiklê T hatine çeqandin û ew stunane megalîtên herî kevin ên cîhanê ne. Megalît ango kevirê herî kevin û bi dest hatî bikaranîn dîroka wan jî vedigere bo 9500 sal berî zayînê û ew kevirên megalît 5500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û herwaha 7000 sal jî Stonehenge ya Brîtanyayê mezintir in.
Di qonaxa duyem a Neolîtîk a B ya berî Cervaniyê ku bi Îngîlîzî wek Pre-Pottery Neolithic B tê pênase kirin stûnên çeqandî biçûktir in û di odeyên çargoşeyî yên li ser zemînekî ku bi kirêcê hatine çêkirin de radiwestin.
Zêdetirî 200 stûnan nêzîkî 20 bazineyan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî ve hatine kifşkirin. Dirêjayiya her stûnekî nêzîkî 6 metreyan e û giraniya wan jî digehe 10 tonan. Li erdê kun û qulên taybet hatine kolandin û her stûnek ji wan jî di wan kunan de hatine rûnişkandin.
Li gor lêkolînan piştî serdema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrgiliyên avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996ê ve kolandin ji aliyê Enstutiya Arkeolojiya Almanî ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin.
Girê Mirazan di sala 2018ê de ji aliyê UNESCO ve wek Kelepora Cîhanî hate destnîşan kirin.
Dîroka dîtin û lêkolînên li ser Girê Mirazan
Berî kişfkirinê, girê ku Girê Mirazan li ser e, ji aliyê xelkê ve wekî cihekî pîroz dihate dîtin.
Girê Mirazan yekem car ji aliyê Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Chicagoyê ve bi rêya lêgerînên arkeolojîk di sala 1963an de hatiye dîtin. Arkeologê Amerîkî Peter Benedict tarîxa amûrên kevirî yên ku ji gir hatine berhevkirin wekî Neolîtîka A ya berî Cervaniyê diyar kiriye, lê perçeyên jorîn ên stûnên bi şiklê T-yê wek kêlikên gorê xelet nîşan daye û bawer kiriye ku goristaneke Bîzansê li serî qonaxa pêşdîrokî heye. Li ser gir ji zû ve çandinî dihate kirin, û çend nifşên niştecihan bi gelemperî ji bo paqijkirina zêviyê kevir bar kiribûn û li cihekî kom kiribûn. Dibe ku loma tebeqeyên jorîn ên gir xirab bûn. Herwiha dibe ku carinan cotkar hewl dabin ku hin stûnan bişkînin, ji ber ku bi xeletî bawer kiribûn ku ew kevirên normal in.
Li çiriya pêşîn a 1994an, arkeologê alman Klaus Schmidt, ê ku berê li Newala Çorî dixebitî, li cihekî din digeriya ku bikolîne. Wî lîteratura arkeolojiyê ya li ser wê herêmê nirxandiye, rastî vegotina kurt a lêkolînerên Chicagoyê ya ji sala 1963an li ser Girê Mirazan hatiye û biryar daye ku vî cihî ji nû ve vekolîne. Ji ber ku berê avahiyên bi heman rengî li Newala Çorî dîtibû, wî ihtimala ku wan kevir û stûnan berî dîrokê mane nas kiriye. Wî di sala 1995an de dest bi kolandinê kiriye û di demeke kurt de yekem stûnên mezin ên bi şiklê T-yê derxistine. Schmidt li ser navê Mûzexaneya Rihayê û Enstutiya Arkeolojiya Almanya heta mirina xwe (2014) kolandinan bi rê ve birine. Ji hingê ve, lêkolîna Enstutiyê li ser gir ji aliyê Lee Clare ve tê birêvebirin. Kolandinên vê dawiyê bi qasî yên Schmidt mezin nînin, bi gelemperî li ser belgekirin û parastina cihên ku berê hatine kolandin radiwestin.
Avahîsaziya Girê Mirazan
Girê Mirazan şiklekî geometrîk dişopîne. Ev şikil sêgoşeyek e ku her goşeya wê wekhev in û dorpêçên A, B û D bi hev ve girê dide. Ev tê vê wateyê ku kesên ku Girê Mirazan ava kirine, herî kêm xwedî zanîna geometriyê ya seretayî bûn. Lêgerîneke ji sala 2020an bi navê Geometrî û Plankirina Avahîsaziyê li Girê Mirazan dide pêş ku dorpêçên A, B û D hemû ji kompleksekê pêk tên û tê de hiyerarşiyek heye ku dorpêça D li herî jor e. Ev lêgerîn red dike ku her dorpêç yek bi yek hatine avakirin û bikaranîn.
Bi giştî Girê Mirazan xwedî dîrokekî 12 hezar salane û dikare bê gotin ku het naha avahîsaziya herî kevin a mirovahiyê ye. Ango bi dîtina Girê Mirazan û hîn lêkolînên li ser tên kirin dikare hemû nirxandinên li ser şaristaniyetê jî biguhere, heta derketina ol, huner, wêje, bajarvanî û hemû warî de nirxandinên heta naha hatine kirin guhertine û dê biguherîne. Ji ber ku di Girê Mirazan de avahîsaziya heyî nîşan dide ku bawerî û sazîbûn heye û sazîbûn mercê serekî yê bajarvaniyê ye û nîşan dide ku hizr û fikra bajarvaniyê jî gelek kevintir e ji ya heta naha dihate zanîn.
[1]