=KTML_Bold=Pirsgirêkên muzîka kurdî=KTML_End=
=KTML_Underline=Diljen Ronî=KTML_End=
Pirsgirêkên muzîka kurdî û pêşniyarên çareseriyê pirrengiya çandî yek ji dewlemendiyên civakan e. Her civak xwedî çand û muzîka xwe ya taybet e. Muzîk nirx, hest û dîroka wê civakê nîşan dide. Gelê kurd di dîroka xwe ya bi hezaran salan de jî xwedî mîraseke dewlemend a çandî û hunerê ye. Lê belê pirsgirêkên muzîka kurdî parastin û pêşxistina vê mîrasa giranbiha zehmet dike.
Muzîka kurdî bi sedsalan e ku ji bo îfadekirina hestên gelê kurd û parastina nasnameya wî tê bikaranîn. Mixabin muzîka kurdî di dîrokê de rastî ferqmeyîliya û zordestiyê hatiye. Ji bo ku gelê kurd zimanê xwe bikar neyne, weşanên #muzîka kurdî# hatine qedexekirin, hunermendên kurd hatine tepisandin û heta bi cezayê girtîgehê standine. Ev rewş rê li ber pêşketin û belavbûna muzîka kurdî girt mixabin.
Pirsgirêkeke din jî kêm gihîştin û nenasîna muzîka kurdî ye. Gelê kurd gelek caran hest û çîrokên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî tîne ziman. Lê ji ber ku li bakûr zimanê fermî tirkî ye, tenê ev jî buye sedema negihîştin, kêm belavbûn û nenaskirina muzîka kurdî. Lê pirsgirêkên di muzîka kurdî de ne tenê bi zext û astengiyên ziman e. Pirsgirêkên karsaziyê jî faktorek girîng e. Muzîka kurdî bi giştî di warê bazirganiyê de li paş cureyên muzîkê yên din dimîne. Ev jî dibe sedem ku #hunermendên kurd# bi têra xwe nikare piştgirî bistine û danasîna berhemên xwe bike.
Pîşesaziya muzîka kurdî bi qasî sanayiyên din ên muzîkê bi bandor û berfireh tevnagere. Ev jî dibe sedema kêm xuya kirina muzîka kurdî li bazarên muzîkê û platformên dîjîtal de. Lê ji bo muzîka kurdî jî çareseriyên bi hêvî hene. Beriya her tiştî divê astengiyên li ser ziman bên rakirin. Divê destûr bê dayîn ku muzîka kurdî çetir bê weşan û bê pêşkêşkirin. Divê hunermendên kurd bi ziman û çanda xwe xwe îfade bikin û ji bo wan azadiya derbirînê bê garantîkirin.
Her wiha ji bo ku muzîka kurdî bigihêje hemû cîhanê divê çalakiyên danasînê bên kirin. Divê mîhrîcanên muzîka kurdî bên organîzekirin, muzîka kurdî di çalakiyên çandî de cih bigire, çapemenî jî zêdetir cih bide vê muzîkê. Divê muzîka kurdî li Tirkiyê û welatên din bigihêje gelê xwe û hêza îfadekirina zimanê dayikê nîşan bide. Ji bo ku pirsgirêkên bazirganiyê derbas bibin, divê piştgiriya muzîka kurdî bê kirin. Divê hunermend di bazarên muzîkê de zêdetir cih bibînin, konser û geştehuner bên organîzekirin û ji bo wê jî sponsor bên peydakirin. Bi vî awayî hunermendên kurd bi piştgiriya aborî û manewî dikarin kariyera xwe ya muzîkê pêş bixin û muzîka kurdî bigihînin temaşevanên xwe.
Di encamê de muzîka kurdî bi pirsgirêk, zext, astengiyên ziman û zehmetiyên bazirganiyê re têdikoşe. Lêbelê, ji bo derbaskirina van pirsgirêkan çareserî heye. Ragihandina azad, danasîn û piştgiriya bazirganî ya muzîka kurdî ji bo mayîn û pêşketina vê muzîkê gavên girîng in. Muzîka kurdî buye sedema xwe nasînê û divê piştgirî bê dayîn da ku ev mîrasa giranbiha derbasî nifşên pêşerojê bibe.[1]