=KTML_Bold=Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd=KTML_End=
Otonomiya Federal a Netewî-Kultûrî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê li bajarê Saratovê festîvalek li dar xist.
Kurdên li Rûsyayê dijîn, di bin sîwana Otonomiya Federal a Netewî-Kultûrî ya Kurdan a Federasyona Rûsyayê de, ji aliyê gelek rêxistinan ve tên temsîlkirin.
Armanca van rêxistinan ew e ku gelên li Rûsyayê dijîn bi çanda #gelê Kurd# re bi çalakiyên cuda bigihînin hev. Di nav çalakiyan de festîval, semîner, pêşangeh û konser hene. Otonomiya Federal a Netewî-Kultûrî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê li bajarê Saratovê festîvaleke nû li dar xist.
Festîval bi piştgiriya Wezareta Neteweyen Rûsyayê û bi beşdariya Wezareta Siyaseta Navxweyî û Têkiliyên Civakan a Herêma Saratovê hat lidarxistin.
Hunermend û dengbêjên ji gelek gelên cuda beşdarî festîvala ku li Mala Çandên Hunerê ya Neteweyî ya bajarê Saratovê hat lidarxistin bûn. Beşdaran di çarçoveya mîhrîcana “Talentên Ciwan – 2023” yên di navbera 7 û 30 salî de derketin ser dikê.
Di qonaxa yekem de, jêhatiyên ji herêmên cuda yên Rûsyayê ku bi zimanên xwe yên neteweyî stran gotin, ji aliyê jûriyê ve hatin nirxandin.
Di encama nirxandinê de ji şeş herêmên cuda yên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Ev hunermend ji Moskova, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stavrapol û herêmên Komara Adigeyê hatine.
Pêşbirk di nav sê komên temenên cuda de hat organîzekirin. Di koma herî ciwan de ji navçeya Krasni Kut Yunusova Mariya, duyemîn Arûtsamyan Yeva ji bajarê Saratovê û sêyemîn jî Malaev Bûlat a ji bajarê Saratovê cih girt.
Di koma duyemîn de pileya yekemîn Îmozemtseva Vîktoriya ya ji Saratovê, duyemîn Aliyeva Azîza ji navçeya Krasnî Kutê û sêyemîn jî Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê derket.
Di koma mezinan de pileya yekem Kovalev Artem ji bajarê Novoaleksandrovskê, pileya duyemîn Mîrzayeva Gyulîzar ji navçeya Yerşov a herêma Saratovê û sêyemîn jî Ûsenov Mexmet ji herêma Tambovê bi dest xistin.[1]