=KTML_Bold=Mûderisên Botan=KTML_End=
=KTML_Underline=Dilkul Cizîrî=KTML_End=
Melayê bi nav û deng #Mele Mihemedê Zivingî# Şikakan bi eslê xwe ji Zivinga Şikakan e. Navê babê wî #Mele Tahir# e, (di heman demê de muderisê medreseya Zivingê bû) ew jî kurê Mele Hesen e, ew jî kurê Mele Resûl e, ew jî kurê Mele Evdilrehman e, ew jî kurê Mele Resûlê Kal e. Bîst û çar babik bi vî hawî dewam dikin. Hemû jî alim… Bes sed heyf û mixabin ev şecereya hanê ji hêla hêzên dewletê ve di gel kitêbên din ên seyda hatine şewitandin. Hin dibêjin ev sûlale digihîje Cenabê Îmamê Umer.
Seyda Mele Mihemed, li Zivinga Şikakan ji dayik bûye. Zivinga Şikakan gundekî nehîyeya Findika Dihê ya Sêrtê ye. Babê wî Mele Tahîr dema wefat dike temenê wî ji heştê derbas nebûbû.
Ew jî dest bi xwendina elîfbayê dike. Wekî çawa xwendin adeta malbata wan bûye. Di wê demê de şêxekî mezin ji seyîdan li nehîyeya Findikê hebûye û navê wî Şêx Huseynê Findikî bûye. Ku ev zat jî ji xwendevanên medreseya babê seyda bûye.
Ev zat Mihemedê piçûk ji dêya wî distîne û dibe Findikê, ba xwe. Di nav zarokên xwe de wî dielimîne elîfbayê.
Mele Mihemed her wiha li nik Mele Îbrahîmê Ken’anî, li nik Şêx Huseynê Basretî, li nik Mele Mehmûdê Qaziyê Bereşan xwendiye. Tê gotin ku ji bo perwerdehiyê hatiye Cizîrê jî. Temenê wî hemû li gundê wî derbas bûye û her tim bi tedrîsatê mijûl bûye, bes melatiya fermî nekiriye.
Mele Mihemed di 3.8.1971’an de Li Enqere’yê çû ser dilovanina xwe û li ser wesiyeta wî li wir hate veşartin jî. Çi heyf û mixabin cenazeyê wî ne li axa welatê wî yê pîroz hate veşartin; weke biyaniyan ma li nava axa goristana “Karşiyaka” ya Enqereyê.
Navên hin melayên ku li cem Seyda xwendin kirine:
1- Mele Sebrî ê Meydînî. Ev zat di heman demê de zavayê Seyda bû. Çûye ser dilovaniya xwe.
2- Mele Evdilrehmanê Xendekî. Ji ber zextên dewletê koçî Başûrê mezin kiriye û vê gavê li wir dijî.
3- Mele Ehmedê Cêlekî. Ji zû ve wefat kiriye.
4- Mele Mihemedê Mecîd ê Hirarişî. Ev zat jî zavayê Seyda ye. niho li Sêrtê dimîne.
5- Mele Evdilkerîmê Reşîneyî. Li Tarsûsê rûdine.
6- Mele Yûsifê Bizênî. Ji mêj ve li Cizîrê çûye ser dilovaniya xwe.
7- Mele Evdilmecitê Dêrawudî. Sax e, li bajarê Wanê dimîne.
8- Mele ‘Eliyê Xendekî. Li navçeya Ortaklar a Aydinê rûdine.
9- Şêx (yan jî Mele) îbrahîmê Qesrsî. Di meha Nîsana sala 2006’an wefat kir.
10- Mele Mihemedê Sirûcî. Wefat kiriye.
11- Şêx Tahirê Zuvanî. Li Erzinê wefat kir.
12- Mele Evdilahê Hirarişî. Li Mêrsînê rûdine.
13- Seyîd Huseynê Awalî. Berî 40 salan wefat kiriye.
14- Seyîd Tahirê Êrî. Li Stenbolê rûdine.
15- Meşe Şeyhmûsê Germikî. Wefat kiriye.
16- Mele Evdilahê Hotî. Babê Zubeyîr Aydar e. Li îskenderûnê dimîne.
17- Mele Mihemedê Cendirme. Wefat kiriye.
18- Mele Evdilkerîmê Kûşeyî. Ji zû ve wefat kiriye.
19- Mele Mihemedê Girhuseynî. Wefat kiriye.
20- Mele Tahirê Guweynî. Wefat kiriye.
21- Mele Mehmûdê Xursî/Spîvyanî. Li Edenê wefat kiriye.
22- Mele Evdilahê Dêrşewî. Ji ber zextên dewletê neçar maye ku koçî Mersînê kiriye.
Gelek bûyerên balkêş ên di navbera wî û xwendekarên wî de hebûne, ku ez ê çend ji wan pêşkêş kim:
Devjêberdan:
Seyda bixwe vedibêje:
Rojekê yekî ku temenê wî gihîştî 40-45 salan ji bo xwendinê hate cem min. Min jê re got:
-Feqiyê delal, tu çi kitêbê dixwinî?
-Ez dixwazim dest bi xwendina Qur’anê bikim, ezbenî!
-Hey malmîrat! Ez bixwe kurê melê me, babê min jî kurê melê ye, bapîrê min jî kurê melê ye. Yê dî jî, yê dî jî, yê dî jî… Ev dewam dike heta dewra beriya Îslamê. Ji wê pê ve jî kalikê min keşeyê kurê kurê keşe ye, kurê keşe ye, kurê keşe ye… Ew jî heta qederekê diçe. Digel vê çendê jî ez ewqas malmele û malkeşe me dîsa jî min divê ez dev jê berdim. Îca tu radibî, dixwazî ji nûve dest pê bikî.
Nanê Hişk:
Hevsera pêşî ya Seyda wefat kiribû û zarokek li ber şîr jê mabû. Ji ber vê çendê rewşa wî ne baş bû û dixwest ku bizewiciya. Demekê dibihîze ku li gundê Basa qîzeke baş ya sofîkî mala şêx heye. Seyda digel hin feqiyên xwe ji bo ku wê qîzikê ji xwe re bixwaze diçin wî gundî. Bes di rê de Seyda qewîtiyê li feqiyên xwe dike û holê dibêje:
-Kura, haya we jê hebe, nanê Basa di tenûrê de têne qelandin, hişk dibin. Çawa ku hûn li vir behsa min dikin û dibêjin: “Didanên Seyda nînin, nikare nanê hişk bixwe, ka avê bînin, têxin tê de.”, newebe hûn li wêdê jî vê dubare bikîn û behsa neyîna didanê bikîn, eman ha…
Piştî ku diçin wê malê û rûdinin. Dibe dema xwarinê. Xwarin tê ber wan. Feqiyê ji xwediyê malê re dibêje:
-Didanên seyda nîne, nikare nanê hişk bixwe, ka ji kerema xwe re hinek av bîne ku em nên têxîn têde, da seyda bikaribe bixwe.
Seyda ji ber vê gotinê eciz dibe û berê xwe dide feqiyan û holê dibêje:
-Kura kî nikare bixwe? Yê nekare bixwe hûn bixwe ne.
Virên ‘Eşîran:
Du feqiyên seyda ji bo seredanê diçin gunde Dêrşew. Piştî ku vedigerin tên, seyda pirsna ji yekî wan dike û hin persivan jê werdigre. Piştî wê gazî feqiyê din yê Dêrşewî dike û jê re holê dibeje:
-Ev feqiyê hanê tiştna dibêje, lê li serê min nakeve. Ez dibêm qey viran dike. Ka tu bibêje, lewre Dêrşewî eşîr in, ji me mezintir in. Divê virên wan jî ji yên me mezintir bin.
Xema Ar û Alifê:
Seyda bixwe dibêje:
Rojek ji rojên zivistanê bû. Ez pirr xemgîn bûm. Lewre di mala me de ne ar (ard) mabû ku em bixwin, ne jî alif mabû ku em bidin ajalên xwe. Ez bi wan kul û xemên xwe ve çûme mizgeftê.
Feqîkî min ji rewşa min têgişit ku ez xemgîn im. Ji min pirs kir:
-Seyda çi ya te heye, ev çi hal û hewal e?
Min jê re got: “Hal û hewala min ev e.”
Çawa min welê got, holê bersiva min da:
-Seyda qet meraq neke, van hemûçkan bi hêviya min ve bihêle, ez ê gişkan hel kim.
Piştî ku ev got, xwe li ser nivîna xwe dirêj kir û lihêf kêşa serê û xwe nivist.
Dûpişk:
Seyda bixwe dibêje:
Di dema feqîtiyê de min û havalekî xwe me destûr xwest ku biçin seredana malên xwe. Piştî ku em çûne gundê xwe rojekê min qesta gundê havalê xwe kir û li mala wî bûme mêhvan.
Demsal havîn bû û xelk li ser bên radizan. Bes wexta razanê havalê min cihê min ne danî ser banê mala xwe, danî ser banê mizgeftê. Sedema vêya jî holê nîşan da:
-Li gundê me dûpişk pirr in û bijehrî ne. Ew dûpişkana bi kê ve bidin, ew kesana yan dimirin yan jî bixwe dirîn.
Di wexta şevê de qerebalixeqek ji gund derket. Dema bû sihar min sedema qerebalixa şevê ji havalê xwe pirsî. Havalê min holê got:
-Şevê din dûpişkê bi dêya min ve da.
-Ne lo, îca dêya te mir, an na?
-Na nemir.
-Nexwe min zanî ku çawa çêbûye.
Ez Jin Bûm:
Di wexta feqîtiyê de seyda û havalekî xwe di binê siya darekê li ser kitêbeke mezhebê Îmamê Şafiî muzakere dikirin. Mijar jî li ser ûzra pîrekan bû. Tu nabêjî hayên wan jê neyî hinek pîrekan li wan guhdarî dikir. Di dawiyê de pîrekekê ji havalê xwe re holê got:
-Kezîkurê, ev feqeyên hanê ji me bêtir bi halê me dizanin.
Seyda piştî ku ev gotina jinikê seh kir, holê bersivand:
-Erê ez jî serê ewil jin bûm û paşê bûme mêr. Lê belê ew rewşên ku min di jinikbûna xwe de dijiyabûn hêjan li bîra min in.
Heke Sûç Yê Te be:
Seyda di nav bexçe de dersa feqiyan digote wan. Feqîkî dersnexweş hebû. Vî feqiyî ji ber ku hin pirsên pûç û tewşomewşo kir bi carekê seyda kulmeke pirr dijwar lêxist. Feqî hem êşiya hem jî di nav havalên xwe de şermezar bû. Bona vê, çend hêstir ji çavên wî daketin jêr.
Dema rewş holê çêbû, dilê seyda jî pê şewitî û jê re holê got:
-Kurkê min, heke sûc yê te be Xwedê topekê li bedena te bixe, heke sûc yê seydayên te be, Xwedê topekê li bedena seydayên te bixe.
Bilûla Şivanan:
Seyda bixwe vedibêje:
Rojekê em hinek gundî ji bo ku biçne Cizîra Botan em ketne ser rê. Em li gundê Kereşa qesidîn û wê şevê em bûne mêhvanê wî gundî. Li gund de mela û feqî hebûn. Melayê gund cihê min li mizgeftê amade kir. Bes rewşa feqîkî yê wî gundî bala min kêşa. Lewre hemû feqiyan metnê xwe dixwendin, lê ew bitenê ber bi qible rûniştibû û bi zikr û muraqebeyê ve mijûl bû. Ji ber ku xewa min jî nedihat guhê min li ser wî feqîyî bû.
Piştî ku em ji Cizîrê vegeriyan dîsa riya me li heman mizgeftê ket. Di rewşa feqî de tu guherîn çênebibû, di heman halê de bû. Min ji xwe re got ku xwezî ev feqîyê hanê ji bo xwendinê carekê hatiba ba me jî.
Piştî ku mudeteke li ser de derbas bû, gava ez çûme mizgeftê min dît ku gurûbek feqî hatine mizgeftê rûniştine û ew feqiyê mijara gotinê jî di nav wan de ye. Bi hatina wî ez gelek kêfxweş bûm û min ji xwe re got ku, dibe ku Xwedê me bidite xatira vî qencê xwe.
Hinek dem di ser de derbas bû, lê min didît ku feqiyê me roj bi roj di taeta xwe de sistiyê dike. Serê ewil sunetên nimêjê terikandin. Paşê kitûmatên nimêjê ferz jî terk kir.
Demsal havîn bû. Rojekê feqiyan xwe dabûn binê siha daran û kitêben xwe mutalee dikirin. Ez hatim mizgeftê, ez çi bibînim baş e? Vaye bilûlek ya şivanan li nava mizgeftê de ye. Ez ecêpmayî mam ku gelo çi karê vê bilûlê li mizgeftê de heye? Min rahişte bilûlê, min bir li derekê veşart. Lewre min dizaniya ku helbet xwediyê wê dê pirsa wêya bike.
Feqîkî min yê talib hebû ku dersa gelek feqiyan ewi dida wan. Rojekê min dît ku ev feqî hate cem min û ji min re holê got:
-Seyda tiştekî me winda bûye, gelo haya te jê tune ye?
Min gotê:
-Belê, haya min jê heye, lê belê ka ji min re bibêje ew tişt ya kê ye?
Got:
-Ya filan feqîyî ye. (Ew feqiyê serê ewil pirr teqwa bû.)
Min got:
-Gelek feqiyên mîna wî hatine cem me û çûne.
Heke Şêx Bikaribe Bila Bi Min Ve Bide:
Seyda piştî wefata hevsera xwe cara duyemîn zewicibû. Ji hevsera wî ya pêşî kurek mabû û li ber şîr bû. Ew zarok her tim nexweş bû û ji nexweşiyê zeîf bûbû.
Seyda şevekê piştî ku dersa feqiyan diqedîne derengê demê ji mizgeftê tête mala xwe, dibîne ku hevsera wî ya nû ew zaroka nesax daniye ser destên xwe. Dema seyda dibîne bi awayê ku rica bike, holê dibêje:
-Ez seh dikim ku tu carcaran behsa şêxan dikî. Tu bidî xatira vî sebîyî, êdî behsa şêxan neke û neavêje wan. Çikû te ew bitenê heye, dibe ku şêx pê ve bidin.
Seyda piştî ku vêya ji hevsera xwe seh dike, jê re holê dibêje:
-Yê behsa şêxan dike ez im, ne ev zaroka reben e. Ew bêguneh e. Tu sûcê wî nîne. Ji dêl ku şêx bi wî ve bidin, heke bikaribin bila werin bi min ve bidin.
Esfelûssafilîn:
Rojekê hinek sofiyên mala şêx têne gund û diçin mizgeftê li seyda dibin mêhvan. Piştî ku kêfxweşiyê li hev didin, seyda ji yekî dipirse:
-Sofiyê delal, ne eyb be, tu ji ku yî, mala te li ku ye?
Sofî jî, ji bo ku xwe wek zana bide nasîn bersiveke bi vî awayî dide:
-Ezbenî, tu pirsa mala min a heqîqî dikî, an jî ya mecazî?
Dema seyda vê bersivê jê werdigre, jê re holê dibêje:
-Ez dizanim ku mala te ya heqîqî “Esfelûssafilîn” e, tu ji min re behsa mala xwe ya mecazî bike.
Erdê Safî Bikin:
Şêxekî wê kurê xwe bizewicandiba û bi bona wê çendê dê jê re dawet kiriba. Seyda û feqiyên wî jî ji bo dawetê hatibûn vexwendin. Di dawetê de şêx, mûrîd û mele tê de her cûr mirov hebûn. Ji qerebalixê ew der bûbû wekî meheşrê. Bes heta hingê mêran li alîkî govend girêdabûn, jinan jî li aliyê din.
Piştî mudetekê rewş bitemamî hate guherîn. Sofiyek ji nişka ve derket meydanê. Di destê wî de darekî dirêj û di serê de jî kincekî kesk… Sofî bere xwe hiltavêt û bere jî holê digot:
-Bi destûra şêx herdu govend (ango govenda jin û mêran) dikarin bibin yek û bi hev re dîlanê bikin.
Ji ber ku li nefsa wan xweş dihat milet jî rewşeke holê dixwest. Di mudeteke kurt de herdu govendên jin û mêran têkilî hev bûn.
Seyda piştî vê rewşê dibîne ji wan xelîfeyên ku hatibûn dawetê dipirse û holê dibêje:
-Hûn îdîa dikin ku hûn her heft tebeqeyên ezmanan dibînin. Heke wisa ye, çima hûn erdê nabînin. Pêşî erdê safî bikin, dû re herin ezmanan.
Piştî wê, seyda hêrs dibe û ji feqîyê xwe re dibêje “em herin.” Feqî dibêje: “Seyda hêstira me ma cem wan.” Seyda dibêjiyê “Bila ew jî ji wan re be, em herin.”
Şêxmûs:
Seyda dibêje:
Dema ez feqî bûm û min li nik Mele Îbrahîmê Ken’anî dixwend, li wê herêmê talibekî gelek jêhatî û navdar ê bi navê Şêxmûs hebû. Me hemû feqiyan dixwest ku ew talib were cihê xwe li ba me bike û li cem bixwîne. Da ku em ji wî sûde werbigrîn.
Rojekê me dît ku ew talib ji bo ku cihê xwe li nik me bike hate cem me. Em jî jê re bûne arîkar û seyda jî em ne şikandin û cihê wî kir. Le belê dema seyda navê wî pirsî û zanî ku navê wî Şêxmûs e, tavilê biryara xwe guhert û jê re holê got:
-Wele, ez cihê te li ba xwe nakim û pêwîst e tu hema ji vir jî herî. Lewre min ehd û eman daniye ser ruhê xwe ku ez tu şêxan li ba xwe negirim.
Dema me dît ku seyda bibiryar e ku wî derxîne em xemgîn bûn û me jî û wî jî ji seyda re holê got:
-Ezbenî ev şêx nîne û tu pêwendiya wî bi şêx û şêxitiyê re nîne; bes navê wî Şêx-mûs e.
Seyda piştî ku li me guhdarî kir ji me re holê got:
-Hûn baş dibêjin, lê belê dema min sond xaribû ku tu şêxan li cem xwe negirim hingê min di navbera “şêx” û “Şêxmûs”an de tu cihêtî nekiribû. Ji ber wê çendê neqabil e ku ew li vir bimîne û ji xeynî çûnê tu çareserî nîne.
Şêxmûsê belengaz neçar ma û ji wir çû. Lê belê piştî wê demekê dîsa vegeriya hate ba me. Me vê carê cihê wî li cem xwe vekir. Bes ne bi navê “Şêxmûs”, bi navekî din… Me jê re navekî din peyda kiribû.
Şêxê Min:
Seyda car caran digel feqiyên xwe li ser karên şêxan sohbet dikirin. Di vê navberê de seyda rojekê ji feqîkî xwe re dibejê: “ Min weke şêx qebûl bike, paşê here wê dera hanê dû re were cem min û pirsekî fiqhê ji min bike.” Feqî hinekê ji seyda dûr dikeve û paşê vedigere ba wî û vê pirsa han dike:
“-Şêxê min pirsekî min heye: Ez û jina xwe li ser tiştekî em ketin nav gengeşiyekê. Di dawiyê de ez gelek eciz bûm û min jina xwe her bi sê telaqan berda. Bes ez niha gelek juvan bûme. Ka ji kerema xwe re ji min re bêje ez çi bikim, fetwakê bo min derxêne, da ku ez û jinan dîsa bigihîjin hev.
Seyda di rola şêxekî de bersiva wî holê dide:
-Ew pirsên bi wî rengî ne karê me ne. Here pirsên welê ji şêxan bike.
Piştî wê, feqî dîsa li ser emrê seyda hinkê wê de diçe, paşê vedigere û pirseke holê dike:
-Şêxê min, ezbenî, min beranek li xwe kiribû sedeqe; ka bibêje min ez çi jê bikim?
Seyda dîsa di rola şêx de holê dibersivîne:
-Zû here bîne! Bide tekyayê. Ku tu wî beranî bidî tekyayê ji her derê xêrtir e.
Meded Ya Şêx:
Seyda di eslê xwe de çixare nidikişand, lê belê car caran ji destê hinan digirt û xwe pê mijûl dikir. Bes dîsa jî dûyê wê nedixst hundirû.
Feqîkî seyda yê çixarekêş hebû ku temenê wî hinkê bi pêş de çûbû. Navê wî “Şêx Tahir” bû.
Dema kêfa seyda ji çixareyê re bihatabayê û dilê wî çûbûya çixareyê, li Şêx Tahîr dinêrî, herdu tiliyên ku mirov pê çixareyê digire bilind dikir û diqêriya:
“-MEDET YA ŞÊX!”
Pifa Êgir:
Feqîkî Seyda li ber sopeyê rawestiyabû û dixwest ku êgir vêbixe. Ji bilî êgirvêxistinê eleqeya wî bi cîhana derve re qut bibû: Pif û hey pif…
Feqî ji nişka dibîne ku vaye seyda li pişt wî rûniştiye û dema ew pif dike sopeyê ew jî pif dike navranê wî. Heyret dimîne û dibêjiyê:
-Seyda xêr e, tu çi dikî?
-Ez pif dikim te.
-Ew çima?
-Kurkê min, dema tu pif dikî êgir, hêza te ya pifan kêm dibe û hewceyiya te ya bi hêzê çêdibe. Ez jî bi pifên xwe ve vê hêzê çêdikim.
-!!!
Ez Bavê Emerê Temer im:
Di dema berê de di navbera eşîret û gundên Kurdistanê de gelek bûyerên talanê çêdibûn. Kes û eşîretên bihêz neheqî li yên bêhêz dikirin û malê wan talan dikirin, dibirin.
Di gundê seyda Zivinga Şikakan de jî bûyereke bi vî rengî çêdibe. Hin peyayên bi eşîreta Batûyan ve girêdayî tên nêzî gund û terş û talanê gund dibin, diçin. Şivanê gund jî vê nûçeyê digihîjîne gund. Gundî dest diavêjin çekên xwe û ber bi wan ve dibezin. Di vê navberê de Seyda jî ji hemûyan bileztir berî her kesî tevdigere, pey wan dikeve û xwe dide ser girekê. Piştî ku diçe serê gir, li jêr de talakeran dibîne û dengê wan dibihîze. hin guleyan li ser wan re berdide. Bes, taktîkekê jî bikar tîne; her guleyekê li derekê dixe; da ku talanker nezanin ku yê çekan berdide yek bi tenê ye û êrîşî wiya nekin.
Piştî ku seyda hin guleyan berdide, yek ji talankeran lê diqîre:
-Li wir rawestin, vaye ez hatim hewe. Ez xulamê Emerê Temer im.
Piştî ku seyda vê dibihîze ew jî lê diqîre:
-Vêca ez bixwe babê Emerê Temer im, işev de ezê hewe hemûyan bikujim.
Dema gundî dengê wî seh dikin ji hev re dibêjin ku: “Ev dengê melê bixwe ye. Em ê vî talanî bidine xatira wî û berdin.”
Bi vî awayî, seyda, hêj gundî nehatîn bi taktîka xwe ve terş û talanê gund rizgar dike.
Divê Bi Nameyê re Here:
Seyda bixwe vedibêje:
Li gundê Awal bi navê Seyîd Hesen feqîkî gelek jîr û zana hebû. Digel ew qas jîr û zanatiya xwe, mixabin xetê wîya nebû. Ji ber wî çendê di mijara xetê de holê digot:
-Dema ez nameyekê bişînim deverekê, pêwîst e ez bi xwe jî bi nameya xwe re herim heman deverê.
Jê dipirsiyan:
-Ew jî çima?
Digot:
-Lewre ji xeynî min tu kes nikare xetê min bixwîne.
Cira Feqiyan:
Dema seyda ji karê feqiyan yên tewş û mewşo diqehirî û hêrs dibû holê digot:
-Heeeee! Çiqas cira feqiyan ne xweş e lo! Ji xwe hetanî ez feqîkî nekujim ez naçim Biheştê.
Her Mûyekê Bi Rehmetekê:
Feqîkî wî ê bi navê Evdilah (Paşê bû mela. Navê wî Mele Evdilahê Dêrşewî bû. Mirovekî gelek qedirbilid bû. Ji ber zextên dewletê neçar ma û Cizîr terikand, li Mêrsînê bi cih bûbû.) hebû ku serê Seyda bicilêt kur dikir. Dema kurkirina ser qedand û hate sînorê rih, seyda gotê:
-Bexîliyê neke! Her mûyekê birehmetekê. (Ango, riha min jî kur ke)
Dema Hûn Bikevin:
Feqî dema ji bo yî çinînê hildiketin ser darên mêwê yên seyda. Seyda ji wan re holê digot:
-Kurkê min dema hûn ji ser darên mêwan ketne erdê, eman eman xwe li çîqûlê darên mêwên min negirin; mixabina darikên min in. Ya hewe zerar nake.
Hirçê Botan:
Seyda bixwe dibêje:
Demekê ez feqî bûm û min li nik Mela Îbrahîmê Kin’anî dixwend. Li wêdê dema me kitêba “Îmtînê”dixwend beşeke ya wê kitêbê li me feqiyan zor hat. Lê belê piştî ku em bi awayekî hûr li ser rawestiyan digel zehmetiyan em hînî wê dera zor bûn. Bes me ji xwe re digot ku ji xeynî me tu kes wê dera zor nizane.
Di wan deman de ji min re bû nesîp ku ez herim gundekî cîran. Li wî gundî feqîkî navdar hebû. Min ji xwe re got ku ezê der barê wê meseleya zor ya wê kitêbê de digel vê feqiyê navdar têkevim nav gengeşiyê. Lewre çawa be ew wê meseleyê nizane, ezê di gengeşiyê de bi ser bikevim. Lê belê dema wî feqiyê mijara gotinê dest bi manekirina wê derê kir, guhê min li ser wê maneya ku me lêdabû bû, min tiştek jê fêm nedikir û min nedizanî ka ew çi dibêje. Piştre ji min pirsiya:
-Te fêm kir?
Min gotê:
-Heke seyda dîsa dubare kiriba, dê gelek baş bûya.
Li ser vê daxwaza min dîsa mîna cara ewil mane daye wê meseleyê. Lê cara sêyemîn ji min re holê got:
-Çi heqê te li min heye? Ez ji bo hînkirina te hewl didim, lê guhê te ne li min e. Ya baş ew e ku tu li min guhdarî bikî. Lewre ya te jixwe ya te ye. Cara dawî dema şîrove kir, min wê carê zanibû ku ya min şaş e û ya wî rast e.
Piştre ji ber şerma min jê re holê got:
-Ez jî vê meseleyê bi awayekî din şîrove dikim. Heke pêkan be li min jî guhdarî bike, ka ya min çawa ye? Ewî ji ber ku dizaniya ku şîroveya wê meseleyê mîna ya wî bitenê ye bi vî rengî gotina min bersivand:
-Min seh kirirye ku hirçên Botan jî carcaran hêkan dikin.
Dema wî welê got, ez şermezar bûm, min xatir jê xwest û ez çûm.
Ma Ji Wî Melayî Re Ne Şerm e:
Havalekî seyda nexweş dikeve. Ji feqîkî xwe yê bi navê Mele Evdilahê Dêrşewî daxwaz dike ku ew jî digel wî were da bi hev re herin seredana wî haval î.
Dikevin ser rê. Di rê de li ber siha dareke kezwanê rûdinin, bêhna xwe vedikin. Demsal bihar bû û gerdûn mîna bûkekê xemilîbû. Derdora wan gul û kulîlkên cur bi cur girtibû.
Seyda ji feqiyê havalê yê dengxweş rîca dike:
-Carekê te beytik ya qesîdeyên Mewlana Şêx Ehmedê Cizîrî gotîbû ku ewê gelek bala min kişandibû. Ka dîsa wêya bibêje. Feqiyê havalê wî têdigihîje ku seyda behsa kîjan qesîdeyê dike. Hema bi wî dengê xwe yê zelal diqîre:
“Ferhad dizanit, tu ji Perwîzî mepirs,
Etwarê xemê işq û sira Şirînê!”
Seyda piştî ku ev qesîdeya hanê guhdarî kir holê got:
“Ma ne şerm e ji vî Melayê re ku wisa xwe bi evîna jinikekê ve mubtela kiriye.
Jêrenot:
Her çiqas ne heddê min e jî lê belê ez ê rexneyekî bînim li ser vê gotina Seydayê Zivingşikakî:
“Seyda! Ev işqa Mewlana Şêx Ehmedê Cizîrî ne işq û evîna besît û ya keçikekê ye, ango ne işqa mecazî ye. İşqa seyda ya îlahî ye. Ez dikarim der barê vê îddîayê de bi dehan delîlan ji dîwana wî ya pîroz derxînim. Bes bo nimûne ez ê vê qesîdeya wî li vir deynim:
“Wellah ji her du aleman min husna canan e xerez,
Lew min ji husna dîlberan her sun’ê Rehman e xerez.”
‘Elo!…. ‘Elo…:
Demsal payîz bû. Dem dema gihîştina fêkiyan bû. Fêkiyên dehla Seyda jî gihîştîbûn, adeta dilê miriyan diçûyê. Hela ew tiriyê xweş nîne, ew tiriyê xweş… wî tirehî bexçe xemilandibû.
Tu nabêjî dilê feqiyan ew qas çûye fêkiyan, heta tu bêjî… Di dawiyê de feqîyan biryarekê der barê dehla Seyda de û wan fêkiyên xweş de digrin. Biyar jî ev e: Wê bi lîstikekê û bêyî ku hayê Seyda jê çêbe têr tireh û fêkiyê Seyda bixwin.
Di riya dehlê de jî sê-çar hep milik hene. Feqe rabidin li ser her yek wan milikan feqîkî wek notirvan datînin. Da ku dema Seyda were ew notirvanê pêşiyê xeberê bide yê dî, yê dî jî xeberê bide yê dî. Bi vî avayî da Seyda ji nişka ve li ser wan de megire.
Wê rojê jî Seyda berê xwe dide bê nav dehlê. Bes notirvanên ewil hew dibînin ku Seyda li cem wan e. Hêdî firsetê nabînin ku xeberê bidin havalên xwe û ji ber wê çendê şaş dimînin. Seyda selamê dike ser wan, lê devê wan nagere ku selama wî vedin û têde lal dibin. Seyda ji ber rewşa wan a ecêp ecêpmayî dimîne. Paşê ew jî dikevin rexa Seyda û ber bi dehlê ve dimeşin. Notirvanên cihê duyemîn jî ji ber ku ji notirvanên cihê yekemîn îşareta hatina Seyda ne wergiritine ewana jî nekarîn ku xeberê bidin yên dî. Ew jî ketin rexa wan û îstîqamet dehl, merş, merş!… Di dawiyê de Seyda, feqiyên xwe yên delal li ser sûc digre. Dibine ku her yek bi awayekî xusara dehlê dikin. Hin diçinin, hin dixwin, ser xwe re tavêjin, bin xwe re tavêjin. Seyda li darên xwe yên fêkî dinêre, dibîne ku piraniya wan heder bûye.
Seyda diçe pişt feqîkî radiweste, ku haya wî jê neyî heta jê tê diqîre û dibêje:
-‘Elo!… ‘Elo!… ‘Elo!… Fêkiyên dehla min xuya nakin, gelo xebera te jê tune ye?
Gelek nemabû ku feqî dîn bûbûya. Ji Seyda re got:
-Seyda ev çiye?
Seyda:
-Kurkê min, netirse, ez pirsa tirhê xwe dikim.
Seyda carcaran behsa vê bûyerê dikir û holê digot:
-Hinde tê bîra min kar û min û feqiyên min ev bû.
Wî Got Li Wêdê Nimêj Bike:
Di hewşa mizgefta Seyda de ji bo nimêjê hinek ferş hatibûn rêzkirin. Seyda jî rojek ji wan rojên firtone û ji her alî ve ba dihat de li ser wan ferşan nimêja xwe dike. Wê dema ku Seyda li ser nimêjê de ye ji aliyê qibleyê ve bayekî gelekî dijwar tê û Seyda xwe li ber ranagre û paş ve diqulibîne. Seyda gelek diêşe. Hema gondî û feqî lê kom dibin û her yek bi awayekî gazindan jê dikin û dibêjinê:
-Xwedê ji te razî Seyda, ma tu çima li wêdê nimêjê dikî, tu çima di hundirê mizgeftê de nimêja xwe nakî!
Yekî dî got:
-Ma ew ciyê nimêjê bû.
Seyda dema dît ku vaye gazind zêde bûn berê xwe dide wan û ji wan re holê dibêje:
-Kurkên min ma qey sûcê min bû. Wî (Xwedê) got: (Li wêdê nimêj bike) û paşê jî dahfik li min da û ez avêtim xwarê.
Nimêja Cemaet û Terawîhê:
Meha Remezanê nêzîk bûbû. Seyda feqiyên xwe hemû kom kirin û şîreta nimêjê li wan kir û got:
-Li min binêrin, wek hûn jî dizanin, eve meha Remezana Pîroz hat. Pêwîst e em tev de hay ji nimêjên xwe yên bicemaet û nexasim hay ji terawîhên xwe hebin. Da ku gondî tinazên xwe li we nekin û nebêjin : (Feqe ji cemaetan û ji terawîhan hez nakin). Piştre jî Seyda wezîfeya îmametiyê dide yekî ji wan. Seyda ji ber ku zahf îxtiyar bûbû kêm dihate cemaetan.
Piştî ku çend roj di ser de derbas bûn, Seyda şevekê hate mizgeftê dît ku piraniya feqiyan derve ne û hayê wan ji terawîhan tune ye. Piştî ku nimêj xilas bû û gondî belav bûn, dîsa wek cara ewil hemî feqî kom kirin û ji wan re holê got:
-Gelo ma min ji we re çi gotibû.
Li ser vê çendê her feqîkî bi awayekî îfedaye xwe da û xwe parast. Yekî got: “Ezbenî, min metnên xwe ji ber dikirin.” Yekî dî got: “Ezbenî ji ber ku qezayên min hebûn, min nedikarî sunetan bikim”, yê dî jî holê got: “Seyda wellehî ez bêdestnimêj bûm, loma min terawîh nekir.” Di dawiyê de yekî got: “Ez bi tecwîdî “zallînê” dixwînim, bona wê nimêja min li pey yên “dallînê” dixwînin nabe.
Li ser vê çendê Seyda berê xwe da wî feqiyê ku wezîeya melatiyê dabûyê û jê re holê got:
-Kurkê min tu wekî wan çêneke û îmametiya xwe bidomîne. Lewra ewê hanê ne di dema terawîhan de be metnên wî nayêne bîra wî. Yê dî deyndar e, hewl dide ku deynên xwe ji ser xwe rake. Ewê hanê jixwe her tim laşpîs e. Ew zatê hanê jî jixwe dînê me û yê wî ne yek e û ew bêqisûr e.[1]