=KTML_Bold=Rexne tune be tu mirî ye!!!=KTML_End=
=KTML_Underline=Bûbê Eser=KTML_End=
Di civatekê de qîmet û rûmeta nivîskar û rewşenbîran ne bi qasî endamê partiyeke siyasî be tu bizanibe ew civat heta demek dûr û dirêj nayê ser xwe.
Di salan 1965 heta 1980ê dema ku em xortûn û doza miletê xwe fêr bûn ku ew hatiye dagirkirin û ji bona azadî û serxwebûna wî, me dest bi xwendin û zanînê kir. Me destpê kir da ku em di şerê li hember dagirkerande, bi şiyarbûna gelê xwe tekoşîna wî bidin da ku em bi serbikevin.
Her çiqas pirtûkên wê demê ku me dixwendin îdeolojîk û bi zimanê tirkî jî bûn, li gel hin şaşiyan em fêrî tekoşîna miletê xwe şiyarbûna wî jî bûn. Li gor vê me xwe bi rêxistinê dikir û di hemî komeleyên wê demê yên xortên welatparêz de bi kêmanî heftê du rojan xebatên teorîk dihatin kirin.
Bi saya xwendinê û di nava xebatê de em fêrî rexne û li xwe rexne girtinê jî bûn ku di xebatên me yên welatparêzî de em şaşiyan nekin û şaşiyên hatin kirin jî divê bêne rexne kirin da ku ew şaş bê rast kirin. Her weha jî dibû.
Ez û nifşê min, em hemî di wê pêvajoyê de derbas bûne. Hemî ciwanên kurd yên wê demê qîmet û rûmeteke mezin didan vê xalê. Li gor vê jî dema şaşî dibû û dihate rexnekirin herdu alî jî kêfxweş dibûn. Yek ji ber li şaşiya xwe hay dibû, yên din jî ji ber şaşiya hevalê xwe dîtiye û wî agahdar dike ku careke din şaşî nebe.
Lê em îro eynî ew mirovana, ciwanên wê demê û salmezinên niha, me bi temamî ew xal ji bîr kirine. Kî kêmaniya kê bêje, dibe heqaret. Kî rexneyeke li partî û rêxistineke bike dibe alîgirê dijmin. KÎ rêvebir û serokekî rexne bike dibe mixbîr, ajan an zilamê dewletê.
Miletek, xelkek, kes û kesayetî, partî û rêxistinên me yên wê demê ku niha gelek bi rêvebiriya wan kesana tê meşandin, ew xal ji bîr kirine û her rexneyeke weke heqaret dibînin. Loma li me, li partî û rêvebirin me weha hatiye ku divê tu devê xwe bigire, çavên xwe veneke, zimanê xwe nexebitîne û di nivîsê xwe tenê binivîsîne, bijî bijî.
Yanî em hatine rewşeke weha ku êdî şaşî, derew, boxtan û şelaftî bûye kar û erkê gelekan ku hema te rexneyeke bi çûk li serokê partiyekî, ya jî li rêvebirê wan kir, êdî tu nema dikare xwe xelas bike. Tiştên min li jor nivîsîn hemî dibin para te.
Ji xwe di nava tevgerên bakurê kurdistanê ya niha de hin derketine ku bê ya star. Tu çiqas pesnê wan û partiya wan dide, tu çiqasî alîkariya wan bike an kiribe, qet dengê xwe dernaxin û sipasiya mirov jî nakin. Lê te hema rexneke bi çûk li rêvebirekî wê kir, agir li te dibarînin.
Li gor min û li gor zanistiyî dema civatek, rêvebir û serokên partiyan neyên rexnekirin tu bizanibe ew civat mirî ye û ji azadiya wî re gelek zeman û dem lazim e.
Heger di civatekê tu nikaribe yek rêvebirekî rêxistineke rexne bike, divê tu û em bizanibin ku ew civat bi temamî mirî ye.
Di civatekê de rewşenbîr weke difikirin nenivîsînin divê tu bizanibe rewş gelekî xerab e. Ji bona rastkrina rewşê jî divê şoreş bibe.
Di civatekê de kesên nexwenda, nezan lê xwedî pere bibin rêvebir tu bizanibin ew civat bi temamî têk çû ye.
Di civatekê de qîmet û rûmeta nivîskar û rewşenbîran ne bi qasî endamê partiyeke siyasî be tu bizanibe ew civat heta demek dûr û dirêj nayê ser xwe.
Di civatekê de rêvebirên partiyên siyasît ji kesên nezan lê xwedî pere pêk bên, divê tu bizanibin ku azadiya wê civatê dûr e.
Di civatekê xweşbînê, aramî, sebir û qimetgirtina mezinan nemabe, herkes li gor perên xwe, bibin berpirsiyar, agir li ser serê rewşenbîran pêxin, hûn bizanibin ew civat ji teref nezan an berjewendîparastan tê bi rêve birin.
Ji bona azadiya welatekî an guherandin civatekê rêvebiriyeke zana, yên têgihişt û xwenda lazim e. Bi hêviya ku em hinekî li ser vê rewşê rawestin û bifikirin. Bifikirin û têbigihêjin ku bi mejiyê salên heftê û bi revebiriya heftê saliyan welatekî weke Kurdistanê zehmete ku bê azadkirin. Kesên xwe azad nekiribin û kesên xwe neguherîbin, gelo dê çawa welêtekî azad bikin û civatê biguherînin…[1]