Navê pirtûkê: Wêjeya Zarokan û Çîrok
Navê nivîskar: #Evîn Teyfûr#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Qamişlo#
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2023
Lêkolîn
Ji weşanên dîwana wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Di demeke nêz de ji weşanên şilêr derdikeve
Ev berhem wê li Pêşangeha Ş. Herekol amade be
Ev lêkolîn bi awayê sê beşan di bin serenava Wêjeya Zarokan, Wêjeya Zarokan a Kurdî û Çîrok di Wêjeya Zarokan de di nava xwe de dihewîne û ji me re qala mijarên wêjeyî yên bi zarokan ve girêdayî dike. Nivîskar dibîne ku qada wêjeyî ya zarokan qadeke herî girîng û berfireh e ku divê girîngî pê were dayîn. Her wiha dûrbîna xwe bêhtir daye ser wêjeya zarokan a kurdan û dibîne ku her çendî wêjeya kurdan rastî derbên giran yên desthilatdariyê hatiye, lê wêjeya zarokan jî bi du qatî ye ku gelekî ji armanc û mebesta xwe bê par maye. Her wiha di nava lêkolînê de hewl daye bi çavekî rexneyî û li gorî rêbaza pedagojiyê li çîrokên kurdî (kurmancî) binêre û wan tekstan binirxîne. [1]