=KTML_Bold=Li Wanê gorrekî 3 odeyî ya dema Urartuyiyan hate dîtin=KTML_End=
Zagros Cîlo
Di dema wan lêkolînan de, piştî kêmbûna #Gola Wanê# hin perestgeh û cîhên dîrokî yên dema Urartuyiyan derketibûn û nêzîkî wan cîha naha jî Gorrekî 3 odeyî ya Urartuyiyan hat dîtin.
Kurdshop – Li navçeya Erdîş a parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê, gorrekî 3 odeyî ya ku di zinarekî de hatiye kolandin û cîhê herikandina xwîna ku dikin qurban hate dîtin.
Berpirsê mûzexaneya Wanê Fatih Arap û Serokê beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê Profesor Dr. Rafet Çavuşoglu di çarçoveya dîtin û lêkolînên dîrokî de li taxa Çelebîbag hin lêkolîn pêkanîn.
Di dema wan lêkolînan de, piştî kêmbûna Gola Wanê hin perestgeh û cîhên dîrokî yên dema Urartuyiyan derketibûn û nêzîkî wan cîha naha jî Gorrekî 3 odeyî ya Urartuyiyan hat dîtin û li derdora wê hestî û parçeyên seramîk derketin û ji bo lêkolînên wan jî tevdîrên pêwîst hatin wergirtin.
Profesor Dr. Rafet Çavuşoglu ji çapemeniyê re ragehand, li herêmê gelek avahiyên dema Urartuyiyan hatine destnîşan kirin.
Profesor Dr. Rafet Çavuşoglu got: ‘’Gorrekî dema Urartuyiyan a giring ku li odeyekî serekî û li aliyê wê yê rastê û herwaha li aliyê çepê diyariyên ku ji bo mirî tên danîn û 3 cîhên ku diçin bo xwarê hene. Di zinarekî de ew gorr û odeyane hatine kolan û ev yek taybetmendiya klasîk a Urartuyiyan nîşan dide. Mirov dikare bibêje demekî dirêj hatiye bikaranîn. Herwaha aliyekî wê ji aliyê kesên ku xezîneyan digerin ve, hindek hatiye têkdan, lê ew jî diyarek ku pir kevin de hatiye vekirin.’’
Profesor Dr. Rafet Çavuşoglu diyar kir: Mirov dikare bibêje ew gorr û tirbe ji aliyê mîmariya Urartuyiyan de bermayîyekî gelek giring e. ‘’Gorr û tirbeya 3 ode di ketina deriyê wê de kemerekî qews ango wekî kevanekî heye. Piştre li aliyê rastê û li aliyê çepê jî du odeyên biçûk hene. Li jora deriyê ketina hundir cîhê herikandina xwînê heye. Ango ew der cîhê dayîna qurbanê ye û ji bo wê di kevir de kanal çêkirine ku xwîn biherike. Ev cara yekeme em tirbe û gorrekî odeyî ya bi wî rengî dibînin.’’
[1]