GELO #HELEBÇE# XALA WERÇERXÊ BÛ JI BO HELBESTVAN BULEND EL-HEYDERÎ?
HILLA PELEE-SHAPIRA
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ: ÖMER DELİKAYA
11.02.2015
Di gotara xwe ya li ser pêkhatina nasnameya netewî de Smith (1995: 129-153) aşkera dike ku benîadem xwedî gellek nasnameya ye û bi hevdemî dikare xwe bi van hemû nasnameyan ve bibestîne. Di nava van nasnameyan de, statûya koma etnîk a ku aîdiyeta takekes pê re heye, nasnameya serdest e. Çavdêriyên Smith ne tê de, di salên 1940 û
1950an de ronakbîrên ciwan ên li Bexdayê zêde bala xwe nedidane ser mîrata xwe ya qewmî, dînî û hizbî. Berevajî vê, berî ku bibin perçeyek ji etnîsîteyeke din, bi taybetî jî “kurdên erebbûyî” yên ku “ji mêj ve tev li muhîta erebî bûne”, wan dida xuyakirin ku ew perçeyekî ewil-serekî yê Iraqê ne (Bashkin, 2009: 183, 185). Bi rastî, Natali (2005: 44-46)
amaje pê dike ku di nîvê sedsala bîstemîn de kurdên li Iraqê ji ber gellek sedeman, zêdetir jî ji ber ên polîtîk “berê nêzîkî Iraqîbûyînê bûn, di Iraqeke demokratîk de, netewperweriya kurdî dupat dikirin”. Lêbelê, wê demê şîa, sunnî, cihû an jî kurd di derdora civakî û çandî de cihekî çalak digirtin (Bashkin, 2009).[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=539778&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin GELO HELEBÇE XALA WERÇERXÊ BÛ JI BO HELBESTVAN BULEND EL-HEYDERÎ?=KTML_Link_External_End=