Kurdên Azirbêcanê- (8)
Kurd wek miletekî kêmjimar
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Me dixwest bi vê pirsê va dawî li nivîsa xwe bînin. Em di dawîya xebata xwe da li ser vê pirsê sekinîn û me ew yek ne ji bo wê yekê kir, ku ew pirs ne gelekî giring e, lê eksî wê, ji giringîya wê me usa kir û ew di nav pirsên ku êkspêdîsyonê danîbûne ber xwe, yeke here giring bû. Ango, wek ku mesela îngilîsa dibêje: Last but not least, yanî bi jimarê va ya dawî ye, lê ne bi kemala (naveroka) xwe va.
Him li navça Kelbecarê, him jî li navça Laçînê, kurdên ku zimanê xwe parastine, piranî li gundan dimînin. Cînarên wan turk in û bi hevdu ra bi tirkî dipeyîvin, ku ji bo kurdên Azirbêcanê zimanê dudan e.
Em wê yekê dikarin derheqa kurdên herêma Naxçiwanê da jî bêjin, lê li vira rewş hinekî cuda ye.
Kurdên Zîlanê, ku niha li KSS Naxçiwanê dimînin, hetanî berî nîsana sala 1920î li Azirbêcanê ne li ser hev diman. Dewrana mûsafata-daşnaka ya bi xwîn di sala 1919a da, şerê herdemî, xweserîtîyên cerdên daşnaka yên bi serokatîya gênêral Dro kurd mecbûr dikirin, ku warên xwe bihêlin û birevine Tirkîyê û Farizistanê.
Piştî testîqbûn û mehkembûna qeydê Sovêtîyê, kurd destpê kirin vegerîyan. Sala 1926a gelek kurd ji wî berê çiyayê Araratê vegerîyan û piranîya wan li navça Erezdayanê bi cî bûn.
Gorî hesabkirina binecîya ku Komîsarîyata Perwerdeya gelî derbaz kiribû, jimara binecîyên kurd li herêma Naxçiwanê 3180 merî bû. Wek me berê jî gotîye, piranîya wan li navça Şarûr-Stalînê (Noraşêna berê) û li ser axa navça Erezdayanê diman, ku berê axa gundê Sederekê bû.
Gorî malûmatîyên şêwra navçê, berî destpêkirina êkspêdîsyonê jimara kurda 2884 meriv bû (1531 mêr û 1353 jin).
Xênji wê, kurd di gundên wê navçê yên mayîn da jî dimînin, û di wan gunda da piranîya binecîyan turk in; tenê çend gunda da (wek mînak, li gundê Derekendê, ku ji 283 binecîya tenê 3 kes turk in) binecî hema bêje hemû kurd in.
Wek ku endamên êkspêdîsyonê yên zimanzan azirû kirin, kurdên Naxçiwanê jî bi du zimana dipeyîvin, lê bi kurdîyeke paqij dipeyîvin û tesîra zimanê tirkî li ser wan pir kêm e; em wê jî bêjin, ku lêkolînên me dane îzabtkirinê, ku zimanê kurdên Naxçiwanê gelekî nêzîkî zimanê kurdên Ermenîsatnê ye. Hela ser da jî, ew diha paqij maye, ne ku bal kurdên Ermenîstanê. Lê zimanê kurdên Laçînê û Kelbecarê tevlihev bûye. Vira tesîra zimanê tirkî ewqas pir e, ku ewê fonêtîka, morfologîya, lo heta aksênta (lewz, akil) zmanê kurdî jî guhartîye. Lê li herêma Naxçiwanê, navça Şarûr-Stalînê jî di nav da, kurd himberî binecîyên turk ewqas kêm in, ku wek kêmjimar têne hesibandin.
Rast e, di nava bi seda salan da kurd bi turka ra helîyane, ji ber ku der-dorên navçeyên Laçînê û Kelbecarê da timê jî turk bi jimara xwe va gelekî ser kurda ra bûne, lê dîsa jî geleka ziman û erf-edetên xwe ji bîr nekirine. Ew yek jî alî vê pêvajoyê kirîye, ku heta berî testîqbûna qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê, kurd miletekî paşketî bû û di nav jîyana eşîrtîyê da bû.
Hukumeta qeyserîyê, dû ra jî hukumeta musafatîsta, tenê bi wî çevî li kurda dinihêrîn, ku wana di şerê bi cînara ra bi kar bînin.
Sîyaseta mûsafatîsta hindava kurda da ji ya Rûsîya qeyserîyê nedihate cudakirinê, ew wek berê dihatine zêrandinê û Rûsîya qeyserîyê ji bo gelên biçûk bûbû hebiseke mezin.
Lê di dema hukumdarîya mûsafatîsta da, ku dirêj nekişand, kurd di hêla aborî û sîyasî da di rewşeke diha xirab da bûn. Me îdî derheqa fikra Avêryanov hindava kurdên Yêlîzavêtpolê da ji we ra gotîye. Dîwana qeyserîyê qet guh ne dida rewşa wan û bi çavê musulmanên ji der hatî li wan dinihêrî. Bi vê fikrê va Avêryanov rast dibêje, ku: Piranîya kurdên herêma Yêlîzavêtpolê hukumê rûsa li ser xwe texmîn nakin, dîwan derheqa wan da hema bêje qet tiştekî nizane û tu xemxurîyekê hindava wan da dîyar nake û xema kurda jî nîne, ku ew bin hukumê kê da nin; ji ber wê jî nexwendîtî li bal kurdan pir e(1).
Hukumeta qeyserîyê hewl ne dida, ku di nav kurda da nexwendîtîyê bide hilanînê û ew bêxemîya kurdên Yêlîpzavêtpolê(2) hindava hukumetê da bi dilê çîna desthilatdar bû, ji ber ku ewê xwe ji wê yekê xilaz dikir, ku gerekê gelek cara problêmên wan yên cuda-cuda, di nav wan da yên navxweyî jî, çareser bikira. Hukumeta mûsafatîsta jî hewl dida usa li ser pirsa kurda bisekine, wek ku ew yek hukumeta qeyserîyê kiribû. Lê bi ferqekê: eger hukumeta qeyserîyê ne alî kurda dikir, ne jî eleqê xwe pê dianî, lê hukumeta mûsafatîsta hewl dida kurda bi kar bîne. Ji ber wê jî hukumeta mûsafatîsta bi hevkarîya casûsê xwe - derebegê mezin û gênêral-welîyê Qerebaxê Xosrow beg Sultanov, biryar kir kurda bike di nava qulixkirina eskerîyê da, û hewl dida desteyên (alayên) kurda bi kar bîne bona biserxistina sîyaseta xwe ya miletîyê.
Derheqa vê yekê da A.Stêklov di lêkolîna xwe ya derheqa ordîya mûsafatîsta da aha nivîsîye: Wezîreta parastinê proêktek amade kirîye, ku ji binecîyên kurdên Qerebaxê alaya kazakên Azirbêcanê saz bike, bona nehêle, ku daşnakên ermenî ji alîyê Ermenîstanê hindava Qerebaxê da destdirêjayan bikin. Gorî proêktê gerekê ji binecîyên kurd taxbûreke eskerên peya û alaya eskerên siyarî (ji dused kurda) bihatana sazkirinê. Eger şer bibûya, gorî proêktê dikaribûn alayên kurda bişandana dervayî Qerebaxê jî. Qulixkirina di nav eskerîyê da 2 sal hatibû kivşkirinê. Ew kurdên, ku gazî eskerîyê dikirin, gerekê bi çek-rihala va bihata, lê kesên ku gerekê di alaya siyarî da qulix bikirana, gerekê bi hespên xwe va bihatana û zîn-bûsatê hespa jî gerekê usa bûna, ku kêrî şêr bihatana. Eger di van kara da kêmanîyek hebûya, ew eşîr gerekê bersîvê bida, ku eskerên peya, an jî siyarî dane dewletê û eşîr bi xwe gerekê wan dem-dezga û çek-rihala biguhêranda, ku komîsyonê ew kêrnehatî bihesibanda. Eskerên peya û siyarî bi xwe gerekê li cil û çek-rihalên xwe mêze bikin û eger kêmanîyên biçûk hebin, ew bi kîsî xwe gerekê bidne hilanînê, lê nûkirina çek û sîliha, xwerina eskera û hespa li ser dewletê ye. Di rex xwendinxana eskerîyê ya ji bo amadekirina zabita, beşa amadekirina 20 zabitên kurd jî hebû. Alayên kurda piştî biryara komîtêya parastina dewletê ya dawîya çirîya pêşin sala 1919a destbi teşkîlkirina wî karî kirin, lê pêra negîhandin heta testîqbûna qeydê Sovêtîyê li Azirbêcanê xilaz bikin. Ev neciddîtîya kurda hêrsa gênêral-welîyê Qerebaxê, milkedarê mezin Xosrow beg Sultanov gelekî rakir, yê ku serkarî li wan dikir û gundîyên kurd di nav rebenîyê û tengezarîyê da hîştibû. Ji ber wê jî ewî bacên ji berê girantir danî ser kurda, ku bêy wê jî pir giran bûn(3).
Em wê jî bêjin, ku mûsafatîsta ne tenê bi vê yekê va zor li kurda dikirin. Temamîya sîstêma mûsafata di sîyaseta xwe ya miletîyê da tam dijî gelê kurd bû. Zordestîya wan ya hindava kurda da ji ya qeyserîyê xurttir bû. Ji ber ku derebegên turka yên zulmkar bi serokatîya Sûltanov di navçeyên kurd lê diman da temamîya hukum xistibûne bin destê xwe û di wî karî da pêşî hêvîya xwe danîbûne li ser casûsên tirka, paşê jî ser yên îngilîs. Temamîya hukumê dewletê di bin destê milkedarên wek wan da bû.
Me îdî derheqa xweserîtî û destdirêjayên begên Sultanova da got, ku cerdên wan piranî li navçeyên Laçînê û Kelbecarê da kar dikirin. Lê hukumê wan li temamîya Kurdistanê jî derbaz dibû. Di navça Kelbecarê da hukum di dest merivên Sultanova da bû, ku begên Koturlûyê bûn. Zordestîyên ku wan li milet û xwesma jî li kurda dikirin, bi hovîtîyên xwe va deng dabûn. Wana berî mûsafata jî zor li milet kiribû. Lê dema hukumeta bi dilê wan ya milkedarîyê-bûrjûazîyê hate ser hukum, wana ciyê lingê xwe diha qewîn kirin û bi saya serê wê yekê, ku pismamên Sultanova bûn, destûra her tiştî didan wan.
Begên Koturlûyê li gundên ku nêzîkî warê wan yê jîyînê bûn (cîkî weke kela Koturlûyê, ku nîvhedimî bû) ji merivên ku şurîya wan pê dibirî (bawerîya xwe pê dianîn) cerd çê dikirin û êrîşî him li ser gundên turka dikirin, him jî xwesma yên kurda; gundên kurda diha bêxweyî bûn, kesî wana nediparêzî. Wana degme (kêm cara) êrîş dibirine li ser koçera, ji ber ku koçer çekdar bûn. Dema cerdên wan diketine gunda, gundî hemû ji cî û warên xwe derdiketin, direvîyan. Hin cara gundîya ber xwe didan, ew jî bi ser ne diketin. Kîjan mêr biketa ber destê wan, digirtin, dibirin warê xwe û wana wek qûl (hêsîr) bi kar dianîn. Ne hewce ye em bêjin, ku wana ber karê xwe va tu pere nedistendin, hela ser da jî bi qamçîya li pişta wan kesa dixistin, yên ku hewl didan ber xwe bidin, an jî gurra cerdvana ne dikirin. Di dema kar jî ew hêsîr gerekê kîsî xwe nan bixwerana.
Di dema hukumdarîya mûsafatîsta da dizîya heywanên gundîya, dakutana li malên xelqê, talan û şêlandin tiştên rojane bûn. Ji bo milkedarên kirêt tu sînor tunebûn. Ji me ra digotin, ku di dema êrîşeke li ser gundê kurda, bega bona tirsfirandinê çend gulle berdane hewê.
Pişt ra jî begên Koturlûyê gundîya mecbûr kirin heqê fişekên ku cîyê belasebeb berdabûn, bidin. Eger gundî nedana, dest datanîn ser hebûna wan.
Kesên, ku hewl didan milet organîze bikin bona berxwedanê, bi hovîtî dihatine kuştinê. Şertên usa danîbûn, ku ber her begekî kuştî va, gerekê hemû neferên malekê bihatana kuştinê. Ji tirsa heyfhildana xwînî geleka warên xwe dihîştin û diçûn. Ev xweserîtîyên begên Sultanova hindava binecîyên bê çek yên navçeyên Laçînê û Kûbatlîyê cerdvanên mûsafata yên ji Kotûrlûyê ruhdar dikirin û wana zordestîyên xwe diha zêde dikirin. Ev hemû bi dilê hukumeta mûsafata ya nevbendî bû jî.
Bi van yeka ra girêdayî zordestîyên li ser kurda zêde dibûn, qerfên xwe bi zimanê kurdî û gelê kurd dikirin. Milkedarên mûsafatîst henekê xwe bi kurda dikirin, ji ber wê jî di hinek gunda da sond didane xwerinê, ku bi zimanê kurdî nepeyîvin. Wek mînak, ew yek li gundê Kemalliyê, navça Laçînê bûye. Zordarîya milkedar-derebega çiqas pir dibû, mînakên usa zêdetir dibûn.
Bi bawerîya me, ev hemû pêvajoya asîmîlebûna kurda dida lezkirinê û bi wê ra tevayî jî kurda pêwendîyên xwe bi xelqê ra didane birînê û tenê bi hevdu ra danûsitendin dikirin. Rewş usa bûbû, ku kurda bi mecbûrî turkî xeber didan, ji ber ku zimanê tek-tenê, ku hemû kes dikaribûn di wan navça da hev fêm bikin, turkî bû, lê kurda bi hevdu ra kurdî dipeyîvîn, ew jî piranî ji bo wê yekê, ku tiştekî surî xeber didin, binecîyên cînarên wan ji wan fêm nekin.
Lê pêvajoya asîmîlebûnê bi sebebên mayîn jî dibû. Berî her tiştî, di wan navça da kurd miletekî kêmjimar bû, ew ji eşîrên kurdên Pişkavkazê hatibûne birînê, pêwendîyên wan bi kurdên Naxçiwanê û Êrîvanê ra hema bêje tunebûn, der-dorên wan piranî turk bûn. Me texmîn kir, ku hema bêje di hemû gunda da gelek kurd bi turka ra zewicî bûn, an jî keçê xwe dabûne wan. Hin caran ji zewac-mêrkirinê turka zimanê kurdî fêr dibûn, lê dîsa jî zimanê axaftina rojane ji bo wan turkî bû. Di dema sohbetên me, kurdên ku di gundên turka da diman, an jî di gundên xwe da bi turka ra diman, digotin, ku zewac-mêrkirinên usa dibine sebebê wê yekê, ku ew kurdî ji bîra dikin, zarokên wan jî ji wan xirabtir zanin. Pevgirêdanên bi koçerên turka ra, di dema zivistana da çûyîna kurda berbi deştê, li ku piranî turkî dipeyîvin, herweha ew yek jî, ku temamîya kirîn-firotanê hema bêje di dest turka û ermenîya da bû, asîmîlebûna kurda dane lezkirinê.
Lê gerekê bê kivşkirinê, ku pêvajoya asîmîlebûna kurda gelek kûr nebûye, wek ku ew di salixên hesabkirina jimara gela da xuya dibe û mûsafatîst jî dixwezin ku usa be.
Damezirandina herêma Kurdistanê sala 1923a, ku jê ra Kurdistana Azirbêcanê jî dihate gotinê, bû sebeb, ku piranîya binecîyên turk jî xwe kurd hesibandin û miletîya xwe bi navê wî erdî va girê didan, ku li ser diman.
Dewlemendên kurda û turka jî hewl dan ji kurdîtîyê karê kevin. Ango, piş perda kurdbûnê da karê xwe bimeşînin, ji wan ardimîya feydê bibînin, ku li Azirbêcana Sovêtîyê û Yekîtîya Sovyêt tevayî da ji bo miletên kêmjimar hatibûne kivşkirinê.
Şaşîyên rêxistinên di cîyada yên di hêla derbazkirina sîyaseta miletîyê da û biçûkdîtina wê, dema çareserkirina problêmên miletîyê yên bingehîn piş guhê xwe va hatibûn avîtin, ewê pirsa sext diha tevlihev kir.
Heta van demên dawî jî paşmayînên ewê sîyasetê nehatibûne hilanînê.
Dema êkspêdîsyona me bi rêxistinên navça Laçînê ra kar dikir, bêlî bû, ku biryar hatibû girtinê di her karî da serdestîyê bidne wan kesa, yên ku bi zimanê kurdî diaxifin. Tu şik tune, ku di van şertan da wê jimara kesên kurdîaxêf pir zêde bûya. Û usa jî bû.
Parevekirina Kurdistanê li ser navça (sala 1929a), pêşdabirina karê malhebûnîyê û kulturîyê û bi wan yeka ra girêdayî bilindbûna dereca femdarîya xebatkarên navçeyên dûr, bûne sebeb, ku di nav gelên herêmê da zêde dostanî çê bû, ewana bi hev ra ketine nava karê çêkirina sosîyalîzmê û piştî hesabkirina binecîya ra, ku Komîtêya Perwerdeya Gelî dabû derbazkirinê, jimara gela bi kêm-zêde rast derketin û milet îdî zêde guh nedida pirsên miletîyê yên usa, ku dikaribûn bîna wan bi hevdu teng bikirana.
Lêkolînên me dane xuyakirin, ku kurdên ku ser hev (kompakt) dimînin, zimanê dayka xwe ji bîr nekirine. Û ew gotinên îdêologekî mûsafatîsta M.H.Vêlîyev (Baharli) vir û derew in, ku ewî di nivîsa xwe ya di prêssa Sovêtîyê da çap kirîye derheqa xebata dijî şoreşê li Azirbêcanê û di wê da dide xuyakirin, ku zimanê kurda xudêgiravî berbi mirinê diçe. Û ne tenê zimanê kurdî. Em binhêrin çika ew derheqa zimanê gelên biçûk yên li ser axa Azirbêcanê dimînin, çi dinivîse: Zimanê turkî niha zor dide gelek zimana, ku dewra xwe buhurandine, wek nimûne, zimanên teta, talîşa, lezgîna û kurda(4).
Em van fikrên dijî şoreşê, ku di bernama mûsafatîzmê ya di pirsa miletîyê da hene, ne tenê ji bo wê yekê derdixine ser avê, ku rûyê wana eşkere bikin û bidine kivşkirinê, ku ew dijî sîyaseta dewleta Sovêtîyê ya hindava pirsa miletîyê da nin, lê ji bo wê yekê jî, ku bi gotina wan ew sîyaset xudêgiravî civaka turka û azirîya ya hevgirtî ji hev dixe, û mûsafatîst kurda jî li ser wan dihesibînin, him di hêla xwînî da, him jî di hêla dîn da(5).
Weşandina nivîsa dijî şoreşê ya îdêologekî mûsafata, ku heta niha jî nehatîye rexnekirinê û înkarkirinê, di rûyê wê yekê da ne, ku haya pareke weşanxanên Sovêtîyê û dayîrên zanyarî-lêkolînê ji sîyaseta dewleta Sovêtîyê di pirsa miletîyê da tune, ji ber wê jî nivîsên usa derdikevin, ku bi naveroka xwe va propoganda dijî şoreşê ne.
Lê em ji bo wê yekê ewê nivîsa mûsafatîsta bîr tînin, ji ber ku ew bi fikrên xwe va gelekî nêzîkî sîyaseta şovînîstîyê ya hinek serekên Komîtêya Perwerdeya Gelî ye, ku wana heta sala 1930î hindava miletên kêmjimar yên Azirbêcanê da derbaz kirine.
Mûsafatîsta helan didane hinek serekên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya Azirbêcanê bona derkevine dijî bi cûrê Lênînîyê derbazkirina sîyaseta miletîyê, bona ew bi cûrê xwe pirsa miletên kêmjimar çareser bikin, ango nehêlin, ku dibistanên bi zimanê wan gelan hebin û ew çanda xwe pêşda bibin.
Kurd jî bi miletên mayîn yên kêmjimar (lezgîna, avara û yên din) ketine ber wê derbê.
Ew yek li şêwrdarîya komarê ya miletên kêmjimar da bi awakî geş hate ber çeva, ku bi pêşdestîya (însîyatîv) serokatîya partîya bolşêvîka ya Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê, Komîtêya Kultûrî ya KN PK Azirbêcanê û Komîtêya Perwerdeya Gelî di meha hezîranê sala 1931ê hatibû teşkîlkirinê.
Wek ku li wê şêwrdarîyê hate kivşkirinê, hela sala 1924a çend xebatkarên Kurdistanê pirs danîbûne ber Komîtêya Perwerdeya Gelî bona dibistanên bi zimanê kurdî vekin. Tevgelekî ewê şêwrdarîyê - Îlyasov, ku serekê para xwendinê ya Kurdistanê bû, di xeberdana xwe da li ser pirsa sazkirina elfaba kurdî sekinîbû û weha gotibû:
Di dema xwe da li Azirbêcanê jî ji bo wî karî çend gav hatibûne avîtinê. Elfaba Kurdistanê ya yekemîn me sala 1924a amade kir û şande Komîtêya Perwerdeya Gelî.
Lê, mixabin, him elfaba, him jî pirtûka dersa ya ji bo destpêkê nehatine qebûlkirin. Ew pirs ser demekê paşda êxistin...(6).
Lê hema ew Îlyasov di wê xeberdana xwe da ew serketinên mezin destnîşan kirin, ku ewana li Kurdistanê di hêla pêşdabirina çand da gihîştinê û wek mînak tenê nimûna navçeke Kurdistana berê (ji sê navça) - navça Laçînê anî: Niha li bal me 100 dibistanên destpêkî, 3 dibistanên hevfsale, xwendegeheke malhebûna gundîtîyê, 12 pirtûkxane, 3 komela û h.w.d. hene.
Ji 450î zêdetir gencên kurda li dayîrên xwendina navîn da dixûnin. Di nav kurda da doktor, mihandiz, kutakirîyên Akadêmîya û Ûnîvêrsîtêta hene. Em bawer in, ku di vê pêncsalîyê da emê bikaribin di nav hemû kurdên Azirbêcanê da nexwendîtîyê bidne hilanînê, eger ne bi 100 selefa, qe na bi 80 selefa. Gorî plana Komîtêya Perwerdeya Gelî me bi nûkirina dibistanên kevin ra tevayî, destbi çêkirina 14 dibistanên nû kirine (sala 1931ê): li navça Kelbecarê 3, li Kubetlîyê 4 û li Laçînê 7.
Em dixwezin wê yekê jî bînine ber çeva û li xwe mukur bên, ku bi şaşîyan ra tevayî, ku çend xebatkarên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya berê (heta sala 1930î) berdane, me heta niha jî li Azirbêcanê karê bona pêşabirina zimanê kurdî, vekirina dibistana, çêkirina elfabayê, pêşdabirina çanda bi zimanê xwe, ku bi fikra xwe ya întêrnasyonalîstîyê be, lê bi naveroka xwe ya miletîyê be, wek ku partîya ji me dixweze, nekirîye. Di wê pirsê da em gunehkar in.
Hema bêje li wan hemû civînên partîyê û komsomola, herweha li civînên gundîyên kurd û turk, kolxozvana da, ku endamên êkspêdîsyona me tevî wan dibûn, li her dera hindava sîyaseta Komîtêya Perwerdeya Gelî ya heta berî sala 1930a rexne dibarîn, ku ne tenê tu kar nekirine, lê hela ser da jî karê çêkirina dibistana û pêşdabirina çanda kurda ya bi zimanê kurdî berbend kirine û hezar û yek asteng danîne ber.
Bi vê yekê ra girêdayî em dixwezin wê xeberdana profêsorê Ûnîvêrsîtêta Azirbêcanê ya Dewletê Jûzê raxine ber çevên we, ku ewî meha çileya pêşin sala 1930î girêdayî pirsa kurda ra kirîye. Ew pirs Para (Beşa) Rohilata Nêzîk ya Înstîtûta Zanyarî-Lêkolînê ya Ûnîvêrsîtêta Azirbêcanê amade kiribû.
Emê hûrgilîyên ewê xeberdanê ji we ra nebêjin, lê em tenê wê bêjin, ku di wê civînê da gelek kes dijî wî derketin. Me derheqa ewê xeberdanê da gotareke taybetî nivîsand(7).
Lê bi pirseke mayîn va girêdayî, ku emê li jêr li ser bisekinin, em dixwezin rûyê dijminên şoreşê hinekî vekin.
Wek me îdî nivîsîye, fikra xeberdana Jûzê ew bû, ku ewî pesinê desthilatdarîya împêrîyalîzma Îngilîs ya dagîrkar dida, ku çawa sîyaseta pêşketinê û ya pêşverû derbaz dike, ku bin nîrê wê da bi mîlyona qûlên (hêsîr) bindest dixwezin xwe rizgar bikin.
Kurd, ku piranîya wan li welatên dereke - li Farizistanê, Tirkîyê û Îraqê - dimînin, wek miletekî kêmjmar têne zêrandinê, him ji alîyê derebeg û begê xwe da, him jî ji zordestîyên dijmina.
Xwesma rewşa kurdên Îraqê xirab e, ku piranîya binecîyên bakûr-rohilata wê kurd in. Împêrîyalîzma Îngilîs, ku qiralîyeta Îraqê ya serbixwe li wir damezirandîye, û Mûsil jî dikeve navê, ku ji destê Tirkîyê girtibûn, li wî welatî sîyaseta dagîrkarîyê derbaz dike û ew yek dibe sebeb, ku kurd gelek cara serî hildidin, lê ji alîyê împêrîyalîzma Brîtanîyayê bi alîkarîya tanka û bombebarana bi hovîtî têne hincirandinê.
Dema maqûl Jûzê rewşa kurdên Îraqê himberî rewşa kurdên Azirbêcanê dikir, ji bo hinek heq-hesabên xwe, bi bêwijdanî û bêbextî derew dikirin, digotin: Li Îraqê kurda azaya tam sitendine, li dibistanên destpêkî û navîn da dersdayîn bi zimanê kurdî ye, û jîyan û pêşketina kurdên Îraqê ji bo kurdên Tirkîyê û Farizistanê nimûneyên çevdayînê ne. Bal me heta elfaba kurdî jî tune, û gelo ewê hebe,- Jûzê derewên xwe berdewam dikir,- ew hela pirs e. Lê îngilîs bona kurdên Îraqê gelek tişt dikin. Li her wezîretekê da kurd hene û h.w.d.
Em çi bêjin: ji xeberdana maqûl Jûzê em texmîn dikin, ku ew temba împêrîyalîzma Îngilîs di wî welatî da pêk tîne, ku sosîyalîzmê çê dike, li welatekî usa da, ku di nav mileta da aşîtî saz kirîye û her tişt dike bona çanda miletîyê gulvede û pêşda here. Lê di nav derew û buxdanên maqûl Jûzê da, ku ewî li ser sîyaseta miletîyê ya dîwana Sovêtîyê da barandîye, rastî jî hebû, ku heta meha çileya pêşin sala 1930î li Azirbêcanê dibistanên kurdî yên bi zimanê dayîkê tunebûn.
Lênîn em hîn kirine guh bidne ser gotinên dijminên me yên çînî. Em binhêrin çika ewî di nav xeberdana xwe ya derheqa karê KN PK (p) li kongrêya partîyê ya 11a da derheqa fikrên Ûstryalov da çi gotîye: ...Ez ser wê bawerîyê me, ku ew Ûstryalov bi wan gotinên xwe va kareke mezin dide me. Em gelek cara derheqa derewên komûnîstîyê yên şîrin da dibihên, û ji wê yekê madê me li hev dikeve, heta em gelekî ber xwe jî dikevin... Lê ew gelekî kardar e, ji ber ku ew ne tenê duberekirina gotinên vala ne, ku timê li der-dorên me ber guhê me dikevin, lê ji wê yekê em rastîya dijminên xwe yên çînî dibihên... Û wê şûnda, gava Vladîmîr Îlyîç bi kûrayî li ser gotinên Ûstryalov disekine, destnîşan dike, ku dijmin bi wan gotinên xwe wê xeterê nîşanî me dike, ku pêş me sekinîye(8).
Aminayî û bawerîya mezin hindava kar û barên Şoreşa Oktobirê û zureta wê - dîwana Sovêtîyê, ku hemû xebatkarên kolonîyayên qeyserîyê yên zêrandî dîyar dikin, di nav wan da piranîya xebatkar û gundîyên kurd jî (9), alî wê yekê kirin, ku kurdên herêma Kurdistana berê ya li Azirbêcanê, belabûn û hukumê zimanê turkî li ser jîyana xwe ya rojane, di nav wê da xwendina li dibistanên bi zimanê turkî heta sala 1931ê, hesab dikirin tiştekî lazim, ku tesîra xwe ya erênî li ser pêşdabirina kûltûra wan dike.
Ev yek ji hemû dema zêdetir xeter bû, ji ber ku di van şerta da dikaribû rengê miletîyê bixeyîrîya û unda bibûya, asîmîlebûn zêde bibûya û evê li ser riya pêşketina gelê kurd ya di hemû wara da bibûya asteng, ew dikaribû pêşketina sosîyalîzmê jî berbend bikira û nerazîbûna kurda dikaribû bibûya bingeh bona dijminên me di rexnekirinên xwe yên hindava me da bi ser ketana.
Xetera here mezin di wê yekê da bû, ku prînsîpa Lênînîyê ya sereke dikaribû biteribîya (bi ser neketa), gorî kîjanê tiştê herî sereke di nav bolşêvîzmê û şoreşa Oktobirê da ew e, ku wan kesa bikine nava sîyasetê, yên ku di dema kapîtalîzmê pirtir bindest bûn û hatibûne zêrandinê.
Daşnak jî di hindava xwe da ji bo armancên xwe yên dijî şoreşê, dibêjin, ku ermenî û kurd bi xwînî gelekî nêzîkî hev in. Wek mînak, di nav gazîya KN ya Partîya Daşnaksûtyûn ya li Misrê da bi vir-derewên mayîn ra tevayî, tê gotinê: Kurd cînarên me ne, bi me ra tevayî li ser axekê dimînin, di hêla xwînî da jî em merivên hev in... Gelo ev segbav ne ji bo wê yekê evê merivatîyê tînine meydanê, ku bi alîkarîya wê bikaribin mafê xwe yê zordestîyê li ser kurda zêdetir bikin û feqîrên kurda bixapînin.
[1]