Nav: Rohat
Nasnav: Rohat CEBE
Navê Bav: Cebe
Sala jidayîkbûnê: 1978
Cihê jidayîkbûnê: Amed
$Jîname:$
Rohat CEBE, di 1978an de li Amedê ji dayik bû. Piştî ku dibistana navîn a Hunerên Bedew ên Anatolyayê ya Diyarbekirê bi pileya yekem xelas kir, di sala 1996an de, wek bi bûrsa tevahî di beşa Teorı̂k/Kompozîyon a Fakulteya Muzîk û Hunerên Dikê ya Zanîngeha Bilkentê de hate qebûl kirin. Piştî ku di sala 2002an de bi wergirtina rûmeta bilind ve mezûn bû bi şûnde, di encama ezmûnên ku li Almanyayê beşdar kirî de, di beşa Akademiya Mûzikê e ya Detmold ya Hoch Schule Für Musik Dermold ê de wek xwendekarê bestekarê Alman Prof. Dr. Martin Christop Redel hate qebûl kirin. Piştî perwerdehiya du salan, dubare vedigere Zanîngeha Bilkentê , xebatên xwe yên Master û Besayî di Hunerê de qedand. Cebe, di Zanîngeha Bilkentê, Fakulteya Muzîk û Hunerên Pêşandanê ya Yekeya Perwerdehiya Destpêka Muzı̂kê, Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Başkentê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dicleyê de perwerdekarî kir. Niha jî li Zanın̂geha Batmanê, Fakulteya Hunerên Bedew, di Beşa Muzîkê de dixebite û her wiha wek Doç. Dr. seroktiya Beşa mûzîkolojiyê jî bi rêve dibe. Berhemên wî bi giranî li welatê me, li Almanya, Avusturya, Azerbaycan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê têne jenandin. Herweha Yekemîn Pirtûka Cebe, a bi navê `Ezidilik Ezidi Müziği ve İlahileri` di 2014an de ji weşanên Na`yê derket. [1]