Navê pirtûkê: Polifonîk Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî - III
Navê nivîskar: #Rohat CEBE#
Cihê çapkirina pirtûkê: Konak/İzmir
Navê çapxaneyê: NA
Sala çapê: 2022
Ev pirtûka solfejê berhovka stranên gelerî yên Kurdî ye.
Mûzîka gelerî; ew celebê muzîka zindî ye ku li derveyî çanda bajarvaniyê hatiye hilberandin, ji nifşekî derbasî nifşekî bûyî û ji hêla gel ve hatî qebûl kirin e. Hewldanên Kurdan a ku hema hema sed sal in xwe bi jiyana bajarvaniyê ve digirin û bi tevahî ji jiyana gundan qut nebûyîn, hem ji hêla cihêrengiya tonî ve hem jî ji hêla mijarî ve arşîvek dewlemend a muzîka gel pêk aniye. Çîrokbêjî, ku yek ji wan taybetmendiyên herî girîng ên wêjeya devkî ya Kurdî ye, ya herî girîng jî, têkelbûna çîrokên bi awazên hestyarî ve têne gotin carinan xemgînî, êş û kederê, carinan jî şahiyê, dilxweşî û evînê ji me re radigihîne. Ev veguheztin, tenê ji yek dengê ku di bin ronahiya melodiyên dewlemend de teşe girtiye tê pêkanîn. Muzîka Kurdî monofonîk e. Hejmara pêkhêneran yek be jî, hezar be jî, tenê yek melodî tê bihîstin. Ev avaniya otantîk a muzîka Kurdî ye. Pirtûka yekem a rêzê, POLÎFONÎK-Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî I', stranên gelêrî yên Kurdî ku wek monofonîk têne gotin, ji bo koroyê wek polîfonîk hatiye amade kirin, ku bi vî rengî muzîka Kurdî ya kevneşopî veguherandiye forma muzîka gerdûnî ya rojavayî, armanc dike ku bibe alîkar ji bo sazkirina muzîka Kurdî di qada navneteweyî de.
[1]