=KTML_Bold=Rojavayê Kurdistanê: Ji ber êrişên Tirkiyeyê wêstgehên petrolê ji kar ketin=KTML_End=
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bombebaranê Tirkiyeyê agir bi Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê ya li navçeya Tirbe Spiyê ya rojhilatê #Qamişlo# yê ket.
Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê û çend wêstgehên din li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi hinceta PKK û YPG yê hatine #bombebaran# kirin.
Rêveberê Wêstgeha Petrolê ya Seîdeyê Hesen Elî got:
“Nêzîkî demjimêr 22:00yê êvara doh Wêstgeha Seîdeyê bi du mûşekan ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.
Di heman demê de Wêstgeha Odeyê ya serekî tevî her du wêstgehên 7 û 8 li gundewarên Dêrikê hatin armanckirin. Armanca bombebarankirina Tirkiyeyê tenê birçîkirina xelkê herêmê ye.”
Rêveberiya Xweser ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku êrişên #Tirkiye# yê yên li ser saziyên xizmetguzariyê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê belge bike û pêwîst e komîteyên lêkolînan rastiyê bişopînin.
“Êrişên li ser miletê me yê hejar rawestînin”
Şofêrê ambulansê Salih Xellûfî anî ziman:
“Ev wêstgeh çar caran rastî bombebaranên gelekî dijwar hatiye, di encamê de hemû xizmetguzariyên wekî av, elektrîk, firne û sotemeniyê zerer dîtiye.
Di demekê de ku ev wêstgeh sivîl e, xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike. Em daxwazê ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van êrişên li ser miletê me yê hejar rawestînin.”
Bi gotina Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman, ji ber êriş û bombebarana balafirên Tirkiyeyê yên li ser wêstgeh û saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser, elektrîka bajarê Qamişloyê, 9 bajarok û 2 hezar û 600 gundên navçeyê bi temamî qut bûye.
[1]