=KTML_Bold=Bajarê kevnar ê Şuayîb û çîrokên wê yên efsûnî=KTML_End=
Bajarê Şuayîb 38 kîlometreyan li navçeya Herran a ser bi #Riha# ya Bakurê Kurdistanê ye. Li gor çavkaniyan bajarê kevnar ê Şuayîb, ji dema Şuayîb pêxember ve maye.
Kurdshop – #Kurdistan# welatekî gelek dewlemend û cîhê gelek şaristaniyetan e. Gelek ol, kêmîne û netewên cuda lê jiyane û ji bo jiyanê wek mekanê herî serekî yê jiyanê hatiye dîtin. Carna hin şaristaniyetan berê xwe dane hin welatên din, an jî naçar mane ku koç bikin, lê dîsa jî mîmarî û çand û bermahiyên wan nehatine hilweşandin û her miletekî tiştek ji bermahiyên berî xwe zêde kirine. Bi wî awayî jî çanda herêmê û vê erdnîgariyê dewlemendtir bûye.
Bajarên veşartî warên şaristaniyê yên dîrokê ne. bajarê welatê rengê zer ango Riha. Riha jî di nav bajarên Kurdistanê de yek ji bajarên hem bi erdnîgariya xwe û hem jî çanda xwe ya xweser ve dewlemend e. Bajarê Rihayê û erdnîgariya wê mêvandariya gelek şaristanî û gelek olan kiriye. Li her deverên bajarê Rihayê mîmarî û bermahiyên şaristaniyên kevnar hene. Yek ji wan bajarê herî kevnar û mêvandariya gelek şaristaniyetan kiriye jî bajarê Şuayib e.
Bajarê Şuayîb 38 kîlometreyan li navçeya Herran a ser bi Riha ya Bakurê Kurdistanê ye. Li gor çavkaniyan bajarê kevnar ê Şuayîb, ji dema Şuayîb pêxember ve maye. Pêxemberê gelên medyayên Şuayîb demekî jiyana xwe li vir derbas kiriye û tê gotin ku li wir miriye. Ev yek jî dide xuyakirin ku dîroka vî bajarê kevnar diçe heta Berî Zayînê heta 1500 salî.
Piştî wê serdemê jî ev bajar di dema Romayiyan de jî hatiye bikaranîn û wek navendeke giring ê Romayiyan hatiye parastin. Ji ber ku Şuayîb pêxember li vî bajarî jiyan kiriye, navê bajar jî her Şuayîb maye. Di dema Romayiyan de naveke din jî li vî bajarî hatibe kirin jî, lê vê derbarê de ti çavkaniyek tine. Piştî Romayiyan jî jiyan li vî bajarî her hebûye û tê gotin berê xelkê Herranê havîna xwe li bajarê Şuayîb derbas kirine.
Ev bajarê kevnar dema ku mirov li dûr ve lê dinêre tenê deşteke zuha û çend kawil lê heyî xuya dike, lê dema ku mirov nêzîk dibe dibîne ku di bin erdê de dîrokekî pir kevnar a veşartî heye. Şikeftên ku mezinayiya wan cuda binê erdê vî bajarî dixemlîne. Di wan yek ji şikeftan de tê gotin Şuayîb pêxember jiyan kiriye. Herwaha şikefta xwe wek perestgeh jî bikaraniye. Ji ber wê jî serdan û ziyaretvanên ji bo şikeftê jî pir zêde ne.
Ji aliyê din ve li gor hin çavkaniyan bajarê Şuayîb cîhê hevdîtina Şuayîb Pêxember û Hezretî Mûsa bûye. Şuayîb Pêxember di ‘’Pirtûka Reş’’ de xwedî cîhekî giring e. Ev xezûrê Hezretî Mûsa ye û di Tevratê de bi navê Yîtro derbas dibe. Yîtro ango Şuayîb Pêxember li gor Tevratê mezinê gelê xwedî putperestiyê bûye, dema xwedê wî rêdike ji bo gelê xwedî baweriya putperest, Şuayîb Pêxember dixwaze ola yek xwedayiyê belav bike, ev yek dibe sedem ku bê rexne kirin û putperestan Yîtro ji xwe dûrxistine.
Li bajarê Şuayîb ê kevnar di şikeft û li ser keviran gelek nivîs û peyker hatine çêkirin ku her yekê çîrokekî wê heye û ew çîrok geheştine heta roja me ya îro, lê derbarê wan peyker û nivîsan de heta naha jî ti lêkolînên berfireh nehatine kirin û derbarê wan de ti agahiyên zelal nîn in. Hin çavkanî dibêjin ew nivîs ji aliyê Sûryaniyan ve bi alfabeya Sûryanî hatine nivîsandin, lê di nivîsê de çi tê gotin hîn jî nayên zanîn. Heger bên lêkolîn kirin dê di şikeftên bajarê Şuayîb de gelek çîrok derkevin holê, ji ber ku şikeftên bajarê kevnar ne ji şikeftên ji rêzê ne. Hin ji wan ewqas têkel û tevlihevin ku dibe mirov di nav wan şikeftan de rêya xwe şaş bike. Mirov nizane ka rêyên wan şikeftan ji ber erdnîgariyê wisa tevlihev e, yan hema bi zanayî wisa hatine çêkirin, dibe ku ji bo mirovên derdor ziyanê nedin bajarê wan şikeft bi wî awayî hatibin çêkirin. An jî dibe ku ew şikeftên bi efsûn wek dav û xefikekê bin.
Bajarê Şuayîb çiqas bajarekî ser erd be jî, ewqas jî bajarekî binerd e. Di bin erdê de şikeftên newaze hene, lê li ser erdê jî bajarekî newaze yê ku tenê kawilên wî geheştine roja me ya îro heye. Mîmariya wan dişibe mîmariya malên Kurdistanê yên ku hewşekî wê heye û deriyê hemû odeyan jî vedibe bo hewşê. Mal bi kevirên qahîm û wek malên roja me ya îro hatine çêkirin. Di nav her malekî de bîrên avê hene.
Derdora bajar bi sûran hatiye dorpêç kirin, mîmariya malan dişibe şêwazê Romayiyan ku serê wan sêgoşeyî ye, bajarekî têra xwe berfireh e û li derdorê gorên di nava zinaran de hatine çêkirin hene. Ev bajarê kevnar wekî ku mêvandariya gelek geştyar û turîstan dike, wek gelek cîhên din ên şûnwarên Kurdistanê, ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe. Ji ber bêxwedane lêkolînên pêwîst re rê nayê dayîn ku bên kirin, di halê xwe de maye. Dîroka ku bi hezarê salane li ser piyan maye li berçavê me hemûyan û li berçavê hemû cîhanê hildiweşe û roj bi roj tine dibe û ji bo parastina wê jî ti hewldanek nayê dayîn.
Bi dîroka xwe ya kevnar û bi çîrokên xwe yên Efsûnî ve bajarê Şuayîb li benda parastinê ye. Çawa ku dîrokê peywira xwe bicîh gehandiye û ew bajarê kevnar gehandiye roja me ya îro, divê mirov jî berê xwe bidin wî bajarê kevnar û xwedî li dîrok û çîrokên wê yên efsûnî derbikevin.
[1]