=KTML_Bold=Keleha Sam li bajarê Çirdavilê ye=KTML_End=
Parêzgeha #Îlam# yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku 425 kîlometran li gel ÎIaqê sînorê wê yê hevpar heye. Ev parêzgeha han li gel parêzgehên weke #Kirmaşan# , #Loristan# û Xuzistanê hev sînor e. Navenda vê parêzgehê bajêrê Îlamê ye ku heman demê de mezintirîn bajêrê vê parêzgehê tê hesabkirin. Li gorî serjimêriya sala 2016an a Zayînî, hejmara rûniştvanên vê parêzgehê nêzîkî 581 hezar kesan bûye.
Parêzgeha Îlamê navçeyeke xwediyê av û hewayê xweş ê çar demsalî di Rojhilatê Kurdistanê de, ku ji serdemê berê ve pir asewar bi cih mane û xwediyê dehan cihên geştyarî yên sirûştî û dîrokî ye. “Keleha Sam” û “Keleha Walî”, ji kelehên dîrokî yên parêzgeha Îlamê ne.
“Keleha Sam” yek ji kelehên dîrokî yên Îlamê ye ku dikeve bajarê “Çirdavilê”.
Di rastiyê de “Keleha Sam” meydaneke dîrokî ye ku nêzîkî gundê “Çimbur”ê û li nêzîkî vê dareke çinarê ya 500 salî heye. Ev kelhe sê beşên ku pêwendiya wan bi hev ve heyî û têkel hev pêk hatiye ku mevdayek jî di navbera van de heye û hinek belgeyên dîrokî behsa vê yekê dikin ku di dawiya serdema Partan û destpêka serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.
Asewarnas behsa vê yekê dikin ku Ev keleh mîmariya leşkerî û parastinê heye. Keleh li ser bilindahiyên herî xurt ên çiya hatiye avakirin û mîmarê sereke yê kelehê li gorî cihê xwezayî yên regezan, ode û deriyên kelehê çêkirine. Bi giştî mîmariya kelehê li gor şêwaza mîmariya serdema Sasaniyan hatiye avakirin.”
Li aliyê başûr-rojavayê kelehê asewarên cihên agir hilkirinê xuyane ku di dema êrîşa Ereban de weke mizgeftan lê kirine.
[1]