Keleha Mad
Şûnwarên Keleha
MadMad li bakurê rojavayê Çiyayê
BêstûnBêstûn ê hilkeftiye û li gorî lêkolînên
şûnwarşûnwar nasiyê yên di sala 1966an de, birc û dîwarekî wê yê balkêş hebûye. Dîwarên kelehê hişk in û ji kevirên hûr û stûr hatine çêkirin.
Bi sedema vê ku ev asewarên destçêkirî yên ku li vê derê hatine dîtin dişibin asewarên Noşîcan Melayêr û Gûdîn girê Kengaver, tê gotin ku ev keleh girêdayî serdema Madan e. Vedîtina derziyek tûncê ku bo sedsala Heştan a berî zayînê vedigere vê îhtîmalê xurtir dike.
Di vekolîna asewarnasan ya li sala 2002an de, asewarên serdemên cuda yên wekî serdemê Mefrex, serdemê Hexamenişî, serdemê Eşkaniyan û serdemê Îslamê hatine dîtin û ev vê yekê îspat dike ku ev keleha li serdemê Madan de li asta herî avedanî û bihêziya xwe de bûye.
[1]