=KTML_Bold=Pira Sasaniyan=KTML_End=
Pira #Sasaniyan# an jî pira Xosrew Perwîz bi dirêjahiya 152.80 metreyan li ser çemê Gamasyav e û 2 kîlometreyan dûrî bajarê #Bêstûn# ê hilkeftiye û bi balkişandin li ser teknîka avahîsazî û çawaniya tiraşîna keviran, kom nîşanên ku li ser keviran bi cih mane nîşan didin ku ev şûnwarên han taybet in bi serdemê Sasaniyan û hinek ji zana li ser vê baweriyê ne ku ev pira beşek bûye ji bendava Sasaniyan.
Di pirê de 10 stûn û 9 çav hene ku bi stûnên 3.14 metran dirêj û 2.70 metran jî fireh hatine çêkirin. Stûnên vê pirê bi şeklê şeşgoşe ji tevlîbûna heriyê û kevirê tiraşî hatine çêkirin, pir li ser platformeke kevirî hatiye çêkirin ku him rê li ber şûştina binê çem digire û him jî asta avê jî rêk dixe. Pir hilweşiyaye û di van salên derbasbûyî de stûnên hesinî danîne ser stûnên kevirî û li şûna pira kevin pireke hesinî hatiye çêkirin.
[1]