Navê pirtûkê: QONAX Û RÊBAZÊN WÊJEYA KURDÎ (VEKOLÎN -HEBEST)
Navê nivîskar: #Ibrahîm Mele Qasim#
Cihê çapkirina pirtûkê: Duhok
Navê çapxaneyê: Bedirxaniyan
Sala çapê: 2023
Ev pirtûk ji gelek jêderan hatiye nivîsandin, ew bixwe jî li siberojê ji bo xwendekaran re dê bibe lêvegerek û jêdereke girîng. Pirtûk ji çend beşên sereke pêk tê, ji wan: Dîrok û Rêbazên Wêjeya Kurdî, Bandora Misilmaniyê li Ser Ziman û Wêjeya Kurdî, Helbesta Klasîk a Kurdî û Destpêka Nivîsandinê, Helbesta Kurdî ji Destpêka Çerxê Bîstan.
Beşê yekem, hem dîrok e û hem jî rêbazên edebiyata cîhanî ye. Mebest ji vê babetê, têgihiştin û naskirina cureyên Doktrîna Wêjeyî ye.
Her wiha got jî: “Beşê herî girîng di pirtûkê de, dîroka wêjeya kurdî û bi taybetî dûvçûna dem û bûyerên helbesta kurdî û rêbazên wê ne. Wêjeya kurdî wek hemû edebiyatên cîhanê taybetmendiyeke xwe heye. Ew vedigere dîroka wêjeya kurdî, belkî belgeyên nivîskî rasterast li ber destên kurdan ji berî hezarsalan kêm bin ango pir hindik bin, ew jî vedigere têkçûn û hilweşandin, dizîn û şewitandina pirtûkxaneyên dewlet û împratoriyên kurdî wek (Somerî, Horî, Kardoxî, Mîdî, Sasanî HWD), ji aliyê dagirkerên welatê Kurdan ve. Tiştên jê mane, di bîranîn û şûnwaran de man, ji nifşekî ta nifşekî bihtirî wê edebeke devokî ma, loma edeba kurdî ya devokî li asta herêmî û belkî li seranserî cîhanê bi taybetî di çîrok û stranan, helbest û romanan de zengîntirîn edeb bû. [1]