Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve
Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve
=KTML_Bold=Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve=KTML_End=
Şehab Xalidî

#Enfal# navê heştem sûreta Quranê ye û tê wateya talankirin û helaliya wan deskeftên ku di dema şer de bi dest dixî.
Rejîma Beis bi serokatiya pêncemîn serkomarê Iraqê Sedam Husên, navê operasyona qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê danî “Enfal”, bo vê ku rewayî û rewabûnê bide girtin û kuştin û talankirina mal û halê Kurdan. Mixabin di proseya enfalê de caş û îxanetkaran gelek alîkariya rejîmê kirin.
Rejîma Beis piraniya wan girtiyan ku jin û zarok û pîr jî di nav de bûn, bo çolistanên başûrê Iraqê veguhastin. Di nav çolistaneke parêzgeha Musena (li qezaya Semawe) kelha Nogre Selman heye ku bi sedan jin û zarok û pîr ên enfalkirî di nav kelhê de li ber têhnîtî, birçîtî an jî îşkenceyê canê xwe ji dest dan, ku termê beşek ji wan bû xwarina kûçikên reş ên wê çolistanê.
=KTML_Bold=Komkujiya Barzaniyan=KTML_End=
Rejîma Beis a Iraqê şefeqa roja 31-07-1983`an heya 10-08-1983`an operasyonek li dijî Barzaniyan li kempên Qûştepe, Behirke, Herîr, Batas û Diyana bi rê ve bir. Ew opersayon di sê qonaxan de hate cîbicîkirin:
Qonaxa yekem: Şefeqa roja 31-07-1988`an hêzên çekdar ên rejîma Iraqê barzaniyên kempa Qûştepe veguhastin bo du kempên Quds û Qadisiye li derdora parêzgeha Hewlêrê.
Qonaxa duyem: Roja 10-08-1983`an hêzên çekdar ên rejîma Beis bi sedan kesî li kempên Herîr, Diyana û Behirkê destbiser kirin.
Qonaxa sêyem: Roja 01-10-1983`an cardin hêzên rejîmê kun bi kun li nav wan kempên navbirî digeriyan bona ku kesên rizgarbûyî cardin bikarin destbiser bikin.
Di encama vê opersayona qirkirina barzaniyan de 8 hezar barzanî hatin girtin û bo Bexdayê û piştre bo parêzgeha Dîwaniye hatin veguhastin. Piştî wê ku ji aliyê dadwerê Beisî `Ewad Bender ve biryara kuştina wan hate derkirin, her hemû bo çolistanên Şetre û Şenafiye û Badiye li parêzgeha Musena (navenda wê Semawe ye) hatin veguhastin û li wir hatin gullebarankirin, ku 315 kes ji wan nûciwan bûn.
Piştî wê ku sala 2003`an rejîma Beis a Iraqê hate rûxandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl da ku wan gorên komî yên enfalkiriyan peyda bike û termê qurbaniyan vegerîne Kurdistanê.
Sala 2004`an li çolistaneke Parêzgeha Musena li başûrê Iraqê 503 termên Barzaniyên enfalkirî hatin dîtin.
Sala 2014`an 93 termên din ên Barzaniyên enfalkirî dîsan her li çolistana pêşîn hatin dîtin.
Sala 2021`an jî 100 termên Barzaniyan li çolistana `Erer a parêzgeha Musena hatin dîtin.
Enfala sala 1988`an
Enfala sala 1988`an di heşt qonaxan de hate cîbicîkirin:
Ew heşt qonax ji roja (23.02.1988 heya 06.09.1988)an wate 198 rojan berdewam bû.
Enfal bi biryara Sedam Husên serokomarê Iraqê ku hevdem Serokê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê û Fermandê Giştî yê Hêzên Çekdar jî bû dest pê kir.
Qonaxa yekem a enfalê:
Li nîveşeva 23-02-1988`an dest pê kir û roja 19-03-1988`an bidawî bû.
Qonaxa yekem bo ser Dola Cafayetî û baregehên YNK`ê bû li gundên Sergelû û Bergelû, ji Çarta heya Mawetê û ji wir ve jî ber bi Silêmaniyê û ber bi Sûrdaş, Dukan û Bingird (ku 150 gund li xwe digirtin), û bi hezaran kesî ji akinciyên wan herêman destbiser kirin.
Enfala yekem bi serkirdayetiya wan fermandeyên hikûmeta Beis bi rê ve çû:
Lîwa Rukin Sultan Haşim Ehmed Mihemed El-taî cihgirê fermandê feyleqa 1.
(Navbirî di rûniştina hejmar 33 a dadgehîkirina tawanbarên operasyona enfalê di roja 21-12-2006`an de got: Ger fermana bikarhînana çeka kîmyayî jî dabana min, bi xatircemî ve min ê bi kar anîba.
Elî Hesen Mecîd Tikrîtî berpisê ofîsa bakûr a Partiya Beis ku roja 21-12-2006`an di dema dadgehîkirina tawanbarên enfalê de got: “Ez ne poşman im ji wan karên ku min di dema opersayona enfalê de encam dane û ger rewşa wê demê dubare bibe, ez amade me heman karan cardin encam bidim”.
Opersayona qonaxa yekem a enfalê ji heşt milan ve dest pê kiribû. Herçend Newşîrvan Mistefa di rûpela 150 a pirtûka “Xûlanewe le naw bazineda” dinivîse ku wan zêdetir ji 600 şehîd û birîndar dane digel hejmareke zêde ji akinciyên herêmê, lê YNK`ê di daxuyaniya xwe ya fermî de (19-03-1988`an) ragehandiye ku xisarên me 60 pêşmerge bûn, lê xisarên dijmin 8 hezar çekdar bûne ku di nav wan de 400 efserên payebilind hebûne.
Qonaxa duyem a enfalê:
Di vê opersayonê de 27 tîpên leşkerî û hêzên Garda Komarî beşdar bûne, ku roja 23-02-1988`an ji heft milan ve bo ser navçeyên “Qeredax, Sengaw, Baziyan, Derbendîxan, Zerayen, Nesr, Erbet” dest pê kir.
Roja 23-03-1988`an li ser daxwaza firokevan Xazî Ehmed Xelîl hindek gund hatin bombebarankirin ku di encamê de 78 kes şehîd û du sed kes jî birîndar bûn (Hin çavkanî behsa 69 şehîdan dikin). Herwiha bi hezaran kesî hatin enfalkirin û bo çolistanên başûrê Iraqê hatin veguhastin.
Ew opersayon roja 02.04.1988`an bi dawî hat.
Qonaxa sêyem a enfalê
Roja 07-04-1988`an dest pê kir û roja 20-04-1988`an bi dawî hat.
Armanca opersayona qonaxa sêyem a enfalê navçeya Germiyanê û sînorê birêveberiya bajarê Kerkûkê (Kerkûk, Leylan, Qadirkerem, Derbendîxan, Qere Hesen, Kifrî, Kelar, Sengaw, Tûzxurmatû, Cebare, Çemçemal û Qerehencîrê) bû. Zêdetir ji hezar gundên ser bi wan navçeyan digel çar melbendên ser bi navçeyên Sengaw, Qadirkerem, Qeredax û Leylanê hatin textkirin.
Ew opersayon ji neh milan ve dest pê kir.
Roja 14-04-1988`an rojeke reş e ku enfala herî hovane di wê rojê de hate encamdan. Lewra ew roj ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wek roja Enfalê hatiye diyarîkirin.
Di wê qonaxê de nêzî 50 hezar kesî hate bêserûşûnkirin.
Qonaxa çarem a Enfalê
Êvariya roja 03-05-1988`an bi kîmyabarankirina gundên Goptepe û Esker ji 20 milan ve dest pê kir.
Wê opersayonê gundên ser bi (Kerkûk, Axceler, Pirdê, Teqteq, Tekiye, Xelekan, Çemçemal, Dukan, Dêgele, Rêdar, Sûrdaş, Şiwan, Koye) li xwe digirtin.
Di wê opersayonê de 28.550 kes jin, zarok û mêr hatin destbiserkirin û komkujkirin.
Ew qonaxa enfalê roja 08-05-1988`an bi dawî hat.
Qonaxên 5, 6, 7 ên enfalê:
Ew sê qonaxên enfalê ji sê milan ve roja 15-05-1988`an dest pê kirin û roja 26.08.1988`an bi dawî hatin.
Ev herêm li ber opersayonê ketin:
“Pirdê, beşeke Hewlêrê, Mesîf, Şeqlawe, Hîran, Dola Nazenînê, Herîr, Xelîfan, Dola Xoşnawetiyê, Rewandiz, Dola Melekan, Soran, Dola Wertê, Dola Xaneqa, Xetê, Çoman, Dêgele, Dola Simaqolî, Koye, Deşta Koyê, Hîzop, Çarqurne, Raniye, Qeladizê, Çiyayê Qendîlê”.
Şerê Xwakurkê ku roja 19-07-1988`an bo ser baregehên PDK`ê destpê kir û meh û nîvekê dom kir, beşek bû ji wan sê qonaxên enfalê.
Her di yekem roja destpêkirina vê qonaxê de dijmin bi çeka kîmyayî gundê Wertê û Dola Balîsanê bombebaran kir û di encamê de 22 kes şehîd bûn.
Li ser hev 52 gund di wê opersayonê de hatin wêrankirin ku ji 2.602 kesan pêk dihat. Nayê zanîn ku hejmara sererast a destbiserkirî û bêserûşûnkiriyan çiqas bû, lê girtî destpêkê bo navçeya Topizava ya Kerkûkê hatin veguhastin û piştre jî birin bo çolistanên başûrê Iraqê.
Qonaxa heştem a enfalê:
Ew qonax 25-08-1988`an bo ser navçeya Badînan dest pê kir û roja 06-09-1988`an bi dawî hat.
Ew qonax ji enfalê li Duhok, Mûsil, Amêdî, Etroş, Îmînkê, Batûfe, Zaxo, Zawête, Zêwe, Dêrelok, û Kanî Masiyê birêve çû.
448 gund hatin wêrankirin û 13.361 kes jî hatin destbiser kirin û bêserûşûn kirin. Lê hin çavkanî behsa 32 hezar kesî dikin.
Roja 28-08-1988`an li gundê Kûrêmê hêzên Beisê 33 hemwelatî gullebaran kirin.
Di qonaxa heşt a enfalê de zêdetir ji 200 hezar serbazî beşdar bûn li gel hejmareke zêde ji fewca caşan ku 171 fewc bûn, digel zêdetir ji 100 yekîneyên leşkerî, ketîbeyên tank û tophavêjan, û yekîneya komando û Hêza Taybet.
Dadgeha Bilind a Tawanan yekem civîna xwe ya li ser tawanbarên enfalê roja duşemiyê (21-08-2006)an dest pê kir.
Tawanbarên sereke ên enfalê ku hatin dadgehîkirin ev heft kesane bûn:
-Sedam Husên ku roja 30-12-2006`an li ser tawana Duceylê hate darvekirin û li ser tawana enfalê nehate dadgehîkirin.
-Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) ku roja 25-01-2010`an li ser tawana enfalê hate darvekirin.
-Sabir Ebdulezîz Husên Elî El-dûrî (Sê cezayên heta hetayî, û deh sal destbiserkirin)
-Husên Reşîd Mihemed Ereb El-tikrîtî (Çar cezayên darvekirinê, û heft sal destbiserkirin).
-Sultan Haşim Ehmed Mihemed (Çar cezayên darvekirinê, du cezayên heta hetayî, pazdeh sal destbiserkirin, deh sal destbiserkirin, heft sal destbiserkirin, dîsan heft sal destbiserkirin)
-Ferhan Mutleg Salih Xelef El-cibûrî (Du cezayên heta hetayî, û deh sal destbiserkirin).
-Tahir Tofîq Elhac Yûsif El anî (Biryara bêtawanbûna wî hate derkirin).
Herçend tê gotin ku li ser hev 182 hezar Kurd hatine enfalkirin, lê hindek çavkanî behsê hejmareke zêdetir dikin. Wek mînak Nizar Ebdulkerîm Feysel El-xezrecî ku wê demê fermandê Hêza Ellahu Ekber bû, dema ku daxwaza mafê penaberiyê ji karbidestên Danîmarkê dike, dibêje wan: “Ez bêjme we, ku hejmara qurbaniyên Kurd di opersayonên enfalê de zêdetir e ji 250 hezar kesî in.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê li hezîrana sala 2007`an enfal wek cînosayd nas kir û biryar da ku hikûmeta Iraqê qerebûya madî û meinewî ya malbatên qurbaniyan bike.
Parlementoya Iraqê jî roja 14-04-2008`an enfal wek cînosayd nas kir û sala 2017`an jî biryar da ku roja 14`ê nîsanê bibe rojeke nîştimanî û ew karesata reş bê bîranîn.
Li ser asta cîhanê heya niha tenê welatên Norwêç (2012), Swîd (2012), Brîtaniya (2013) û Koreya Başûr (2013) proseya enfalê wek cînosayd nas kirine.
Gera li pey termên qurbaniyan:
Heya meha tebaxa 2020`an, 2.672 termên qurbaniyên enfalê hatibûn peydakirin, ku termê hindek ji wan li van cihan hatibûn dîtin:
Sala 2004`an li Helebçê 30 term hatin dîtin.
Sala 2008`an li Xaneqînê 33 term hatin dîtin.
Sala 2010`an li Duhokê 30 term hatin dîtin.
Sala 2011`an li Dubizê 106 term hatin dîtin.
Sala 2012`an şeş gorên komî li Dîwaniye hatin dîtin, ku 730 term tê de bûn.
Sala 2013`an li çiyayê Hemrîn 158 term hatin dîtin.
Sala 2014`an li Duhokê 14 term hatin dîtin.
Çavkanî:
1-Ensîklopîdiyaya enfalê A: Dersîm Dîbegeyî
2-Qonaxên Enfalê û komkujkirina Kurdan li Başûrê... | Rûdaw.net (rudaw.net)
3- ئامانج لە شالاوی ئەنفال چی بوو؟ حكومه‌تی عێراق چۆن به‌جینۆسایدی ناساند؟ (zamenpress.com).
4- شاڵاوی ئەنفال - ویکیپیدیا، ئینسایکڵۆپیدیای ئازاد (wikipedia.org)
5- komalkozhy-barzaniyakan (anfalistan.com)
6- ئەنفال، چەمک و قۆناغەکانی (knwe.org)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,568 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 06-01-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Anfal
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Belgenameyî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-01-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-01-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-01-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,568 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.922 çirke!