=KTML_Bold=Mîr Mihemed çawa xew ji çavê dujmin revandibû?=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad
Kurdshop - #Mîr Mihemedê# Revandizî ku bi Mîrê Soran jî tê naskirin, çendîn salan li dijî du împiratoriyên Osmanî û Sefewî şer kir û Kurdistana Mezin ava kir. Wî kargeha çek û top jî dirust kir.
Mîr Mihemmed kurê Mîrê Soran Mistefa Beg bû û ew bi paşayê mezin hatiye naskirin. Di dawiya sedsala 18an de an em bêjin li sala 1788an li Revandizê ji dayîk bûye. Mîr Mihemed li gundê “Dêlejey” yê ser bi devera Balekayetî, li cem Mela Ehmed Dêleje û mela Êbno Adem dest bi dersxwandinê kiriye, wan bi awayekî zanistî Mîr Mihemed perwerde dikir. Mîr Mihemed di gelek şer û pevçûn, nêçîrvanî, serdana mîran û birêvebirina desthilatdariyê de bi bavê xwe re beşdarî dike.
Di serdema Mîr Mistefa de, rûberê mîrnişîniya Soran berfireh dibe. Mîr Mistefa di sala 1813an de gazî kurê xwe Mîr Mihemed dike û daxwaza cihgiryê ji wî dike û Mîr Mihemed jî destpêkê vê yekê qebûl nake; Piştî wê ku çendîn caran ji aliyê bavê wî ve pêşniyara desthilatê ji bo tê kirin, neçar dibe qebûl bike lê wî 3 merc ji bo wergirtina desthilatê heye.
Ev sê merc jî wiha ne:
1-Divê bav û dayîka wî mehane hevkariyê bidine mîratiya wî; bavê wî 60 hezar Riyal û dayîka wî jî 30 hezar Riyal.
2-Bavê wî bi ti awayekî nabe destêwerdanê di nav mîrnişîniya wî de bike.
3-Divê bavê wî keleha Revandizê bicih bihêle û ber bi keleha Akoyan ve here.
Li destpêkê bavê wî wan mercên kurê xwe qebûl nake, lê piştî salekê bavê wî gazî kurê xwe dike û mercên wî qebûl dike û dike mîrê Revandizê.
Mir Mihemed her li destpêkê, neyar û kesên dije Kurd li derdora xwe ji nav birin û dest avête bi avedankirina kelehê û bihêzkirina artêşa xwe û qahîmkirina dîwarên çar dorên Revandizê.
Mîr Mihemed di demeke kurt de yekîtiya pirraniya mîrên Kurd ava dike. Kargeheke çêkirina çekan ava dike û top û tifingan çêdike. Ev gelek girîng bû ku Kurd bikarin top û tifingan çêbikin û ji çi aliyekê nekirin. Mîr Mihemed dast avêt bi çêkirina çendîn kelehên mezin û qahîm û dîwareke bilind li derdora Revandizê ava kir. Li ser wan dîwaran û bircekên derdora Revandizê, ji bo ku pêşiya êrîşên dagîrkeran bigire, çek û top damezrandin.
Mîr Mihemed dixwast ji bo welatek serbixwe ya ku hewce be bike. Wî ji bo parastina karûbarê navxweyî çend dezgehekî parastinê danan û dîwanek li Revandizê damezrand û ev dîwane ji bo dozgeriyê hatibû avakirin. Herwisa çandîn komîte jî pêkanîn ku wiha ne.
1- Komîteya şer a ji 5 endaman pêk hatibû, ku amadekarî dikir bo karûbarê şer û mijûlê amadekarî û pêkanîna artêş û çêkirina çekan bû.
2-Komîta Serdaran. Pêk hatibû ji 6 endaman ku karûbarê îdarîya mîrnişîniyê dikirin.
Herwisa erkê komîteyê çêkirina rê, dîwar û zêrevanî li ser bazirganiyê û çapkirina dirav bû; li ser aliyeke vê diravê navê Mîr Mihemed hatibû nivîsîn û aliyê din jî, navê Revandizê hatibû nivîsîn.
3- Komîteya zana û hekiman. Wê komîteyê yasaya mîrnişîniyê didanî û xelkê jî peyrewî jê dikir.
Herwisa wan hewl da ku dibistanan vebikin, têkiliyên mîran û yekbûna hemû mîrên Kurdistanê xurt bikin. Herwisa anîna teknîkên Ewrupayê bo Kurdistanê jî beşek din ji karûbarê komîteyên mîrnişîniya Soran bû.
Mîr Mihemed di êrîşekê de karî deverên wek derdora bajarê Hewlêr, devera pirdê ya Kerkûk, Koye û Ranyê di bin dest Osmaniyan de rizgar bike. Ev deverane bazirganiyeke baş tê de hebû û ji ber rêya bazirganiyê di nav wan deveran de derbas dibû û bi wergirtina bac û dahatê, samaneke zêde bi dest ve dihat. Bi vî awayî Mîr Mihemed roj bi rojê desthilata xwe bihêztir kir. Ji aliyeke dinê ve jî, desthilatdarên împaratoriya Osmanî û Sefewî jî, bi sedema şerê li gel hev roj bi roj lawaztir dibûn.
Artêşa Mîr Mihemed ku bi artêşa hemû mîrnîşîniyên derdora Soran ve bibû yek, di bin fermana Mîr Mihemed de bêhna Osmaniyan diçikand. Mîr dest avêt bi berfirehkirina deverên Kurdistanê, û ji Revandizê heya Silêmanîyê, ji Mûsilê heya Mêrdînê, Ranya, Cizîra Botan, Akrê, Hewlêr û Koye, hemû xiste bin dethilatdariya xwe û bi wî awayî Osmanî gelek pê aciz bûn.
Mîr Mihemmed ne tenê li dijî Osmaniyan, belkî li dijî împaratoriya Sefewiyan jî şer dikir. Wî ji bo serbixwebûna Kurdistanê xebat dikir. Di demeke kurt de artêşa Kurd gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê azad kirin. Tirsa Mîr Mihemed dikeve dilê şahê Îranê jî. Îran soz dide ku hêdî hêdî ji tev Kurdistanê vebikişe, lê bo wê hindê jî hinekê dem xwastin. Bi wî rengî Osmaniyan jî sûd ji şerê Mîr Mihemed û Sefewiyan wergirt û êrîşê ser dewleta Kurdî ya Mîr Mihemed kir. Her dîsan jî artêşa Kurdan derbeyeke mezin li Osmaniyan xist. Dema ku Osmanî pê hesiyan ku nikarin bi rêya leşkerî ve mîrnişîniya Mîr Mihemed ji nav bibin, dest avêtine bi çêkirina fitneyan. Wê demê her çend desthilatdarî di destên mîrnişîniya Mîr Mihemed de bû, lê bandora Osmaniyan li ser gelek şêx û melayên Kurd zêdetir bû, ji ber ku kesên olî yên wê demê digotin xelîfeta Osmaniya ji bo Îslamê şer dike.
Osmanî ji bo serhildanê têk bişkînin, ji şêx û melayan alîkariyê dixwazin. Destpêkê Melayê Xetî ku di seranserê mîrnişîniya Mîr Mihemded de xwedî bandor bû, piraniya şêx û melayên Kurdistanê li dijî Mîr Mihemmed han dide û propagendê li dijî Mîr Mihemed dike. Wî di nav xelkê de navê Mîr Mihemed xirab dikir û digot ew kafir e. Hin mela jî li pey Melayê Xetî kevtibûn û di Mizgeftan de li dijî Mîr Mihemed fetwa didan û digotin: “Nabe em li dijî xelîfeta Îslamê şer bikin û çekê bikar bînin û her Kurdek li dijî Osmaniyan şer bike ew kafir e”.
Herwisa Şêx û melayên Kurdan ên ser bi Osmaniyan bo ku navê Mîr Mihemed xirab bikin, navê wî kiribûn “Mihemedê Kor”. Mixabin Mîr Mihemed jî di dîroka Kurd û cîhanê de bi navê “Mihemedê Kor” tê binavkirin. Bi vî awayî piraniya hêzên Mîr Mihemed xwe radestî Osmaniyan kirin û Osmaniyan jî ji derfetê sûd wergirtin û êrîşî ser mîrnişîna Kurdan kirin û lê dîsan jî nekarîn mîrnişîniya Mîr Mihemed dagîr bikin. Osmanî di vê planê de sernekeftin û planek din girtine ber xwe û di plana xwe ya duyemîn de, taktîka klasîk ceribandin, ev jî rêya dîplomasî û xapandinê bû.
Wan qasid şandine cem Mîr Mihemed ku danûstandinê bikin; Mîr Mihemed jî ev yeka qebûl kir; Osmanî wî ji bo keleha paşayên Osmanî li Stenbolê gazî dikin. Mîr vê yekê qebûl dike û tedbîrên xwe jî digire. Li ser daxwaza wî, hêzeke taybet a çekdar bi xwe re dibe Stenbolê. Osmanî pêşwaziya wî û leşkerê wî dikin. Piştî çend rojekan danûstandin, Osmanî daxwazên wî qebûl dikin. Osmanî ji wî dixwazin, ew bi rêya deryayê ve here da ku ew û leşkerên wî di ewlehê de bin. Mîr jî qebûl dike. Lê Osmanî di amadekariya kuştina wî de ne, dema ku li ser derya Reş diçe, ew bi awayekî nemirovane leşkerên bi mîr re dikujin û Mîr jî davêjine nava deryayê û dixeniqînin. Li gor pirtûkên dîrokî, Mîr Mihemed li sala 1837an ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kuştin.
Di derbarê kuştina Mîr Mihemed de hin ji dîroknivîs û lêkoler dibêjin, dema ku Melayê Xetî li gel hin melayên din yên xwefiroş li dijî Mîr Mihemed propagendayên xirab kirine, Osmanî êrîş dikin ser mîrnişîniya Mîr Mihemed û wî bi dîl rin û dibine Sêwasê Îdam dikin. Hin jî dibêjin: Li Trabzonê kuştine û çal kirine. Hin dîroknas jî dibêjin: Osmaniyan li Stenbolê, Mîr Mihemed bihorîne û îzna wî dane ku bizivire welatê xwe û li gor planê li Sîwasê di rê de dikujin.
Bi vî awayî mixabin dewlet û desthilata Mîr Mihemed jî, ji nav çû. Ev jî bi xiyanet û fitneya çend melayên ku yek ji wan Melayê Xetî bû.
[1]