Navê pirtûkê: WARÊ ZIMÊN KEVÎYA WÊJEYÊ
Navê nivîskar: #Dilawer Zeraq#
Cihê çapkirina pirtûkê: Ankara
Navê çapxaneyê: LÎS
Sala çapê: 2023
Di pirtûka Warê Zimên Kevîya Wêjeyê de, nivîsarên ku zimanê Kur(d)mancî û Wêjeya wê li xwe dikin xem, cî digirin. Her nivîsar, ji hêlekê ve berê xwe bi alî zimên ve dike û dixwaze bigihîje wan hêmanên jêderkî ku pê vegotinên wêjeyî ava dibin.
Dilawer Zeraq, di Warê Zimên Kevîya Wêjeyê de, bi nivîsarên ku her yek li ser naverokeke taybet hatine nivîsîn, lê dixebite ku ziman wekî “warê hebûnê” heyî bibe û avanîyek çêbibe di kevîya wêjeyê de da ku “dengê hebûnê” karibe tê de bihewe. [1]