=KTML_Bold=Mela Mistefa Barzanî û parastina nasnameya netewî li diyasporayê=KTML_End=
Diyako Şasiwarî
Gelek in ew kesayetî, nivîskar û siyasetmedarên navdar piştî ku ji welatê xwe vediqetin, ji ber rewşa nû û serdestiya rewşa li derve, dikevine nav rewşeke nû a jiyanê û hêdî hêdî kesayetiya wan wek berê namîne. Kêm in jî ew kesayetiyên ku li diyasporayê dimînin li ser rê û armancên xwe rijd in û tevî hemû zehmetiyan her dîsan li ser sozên xwe yên berê dimînin.
Li gorî behskirina dost û dijberan, yek ji wan kesayetiyan ku li derve nehate guherîn, rêberê siyasî yê kurd Mela #Mistefa Barzanî# bû. Yek ji van behskirinan ya Qadir Mehmûdzade ye ku bi Dr. Aso tê naskirin ku di pirtûkeke 800 rûpelî de bi dehan caran behsa Mela Mistefa li derveyî welat dike. Ya ku ecêb e, ew e ku Dr. Aso bi xwe yek ji wan kesayetiyan e ku di hizra siyasî û kesayetî de aramî nîne, lê tekezî dike ku Mela Mistefa li derveyî welat yanî Yekîtiya Sovyetê bi gelê xwe yê eware re jiya û bi wan re çû û digel wan jî vegeriya nîştimanê.
Ji bo van herdu beşên li jorê, ez ê belgeyan ji pirtûka Dr. Aso bînim. Nivîskar behsa wê yekê dike ku jiyana Mela Mistefa Barzanî li Sovyetê bi ser du beşan de tê dabeşkirin. Beşek ku çûye Sovyetê û bi hevalên xwe re ji bo herêmên dûr ên Sovyetê têne dûrxistin û wek kesekî asayî rastî dijwartirîn rewşa jiyanê tên.
Ew weke hemû biyaniyan ji bo debara jiyana xwe bi kedeke mezin re dixebitin û heta dema mirina Stalîn di wê rewşê de dibin. Piştî mirina Stalîn, dema ku rewşa siyasî vekirîtir dibe, Mela Mistefa dîsa dest diavêje bi xebata siyasî û hemû kurdên ku li Yekîtiya Sovyetê penaber bûne, bi rêxistin dike. Ew karên Mela Mistefa girîng in, bê vê ku ew mêze bike ku ew kurd xelkê kîjan parçeya Kurdistanê ne, karê wan bi rê ve dibe û ew ji bandora xwe wekî rêberekî siyasî yê li dijî dîktatoriyê sûd werdigire.
Bo mînak, Dr. Aso îşaret bi wan xwendekaran dike ku Mela Mistefa karûbarê wan rêk xistiye. Yek ji wan ku di rûpela 260 a pirtûka xwe de behs dike, doktor Mistefa navek e ku tevî xêzana xwe, ji aliyê Mela Mistefa ve kar ji bo wan hetiye dîtin û Mela Mistefa li wan xwedî derketiye. Qadir Mehmûdzade bi rêya vî doktorî ve digel Mela Mistefa hevnas dibe. Di yekem dîtinê de balkêş e ku ew çawa wek kurdekî Rojhilatî rêzê li wî digire û behsa hevalbendiya xwe ya bi Qazî Mihemed re dike. Ji wî re behsa çarenivîsa hevpar a kurdên hemû parçeyan dike. Ew behs a demekê ye ku hêşta Qadir Mehmûdzade ti xwendewariyek wisa nebûye û digel hevalekî xwe yê bi navê Ezîz Ferhadî ji dûrxistina rûsan rizgar bûne. Lê Ezîz ji ber vê ku li zanîngehê rastî zext û guvaşan tê, dawiyê bi jiyana xwe tîne. Nivîskar dibêje ku Mela Mistefa gotiye, heyf e ku xortên kurd xwe bikujin. Divê hûn bixwînin. Bibin pispor û wê yekê jî lê zêde dike ku hinek zehmetiyên ku hatine pêşiya we karê Rehîmê Qazî ye.
Mela Mistefa Barzanî û du kurdên eware li Sovyetê
Li cihekî din, di rûpela 270an de, behsa Dr. Mistefa Şelmaşî dike, ku bi alîkariya Mela Mistefa digel hevjîna xwe ji bo qedandina doktorayê ji bo Moskowê hatine şandin û ji bo wan mal girtiye û karhêsanî jî kiriye.
Di rûpela 319an de behsa wê yekê dike ku ew bi xwe jî di ezmûna têketina zanîngehê de bi ser neketiye. Mela Mistefa wî dibîne û dilxweşiyê dide wî û dibêje: Xwedê kerîm e. Ger deriyek were daxistin dê sedan derî bêne vekirin û mijûlê derxwandinê be û dev jê bernede.
Dr. Aso soz dide Mela Mistefa da ku bixwîne û demê heder nede. Lê di heman demê de şanonameyekê dinivîse û digihîne mamosteyekî şanokar, û di vegerînê de digel sekreterê wî mamosteyî, mil bi mil hev di şeqaman de digerin. Hatiye zanîn ku li wê demê di Moskowa mezin de, maşînek li tenişta wan radiweste û ji wan re dibêje Qadir were. Dema ku diçe, mêze dike Mela Mistefa ye, jê re dibêje ku biryar bû tu dersê bixwînî yan jî mijûlê lawitiyê bî. Ev yek nîşan dide ku rêberekî siyasî çawa xwe li hember hemû kurdên ku nas kiriye, berpirsyar zaniye.
Di rûpela 323yan de behsa pêwendiya Mela Mistefa û Dr. Elî Galawêj dike. Dr. Elî Galawêj wek karbidestekî dewleta Azerbaycanê du mehan bi Mela Mistefa re têkilî hebûye û jê re negotiye ku ez kurd im. Bi hilkeft di civînekê de pê hesiyaye ku ew kurd e û ji Dr. Elî Galawêj aciz bûye ku çima wî nasnameya xwe veşartiye û wek kurdekî pêwendî çê nekiriye.
Mela Mistefa Barzanî û Xiroşof
Qadirî Mehmûdzade di dawiyê de li beşa pizîşkî ya zanîngeha Bakuyê tê qebûlkirin. Dîsa serdana Mela Mistefa Barzanî dike. Bi îtirafa Dr. Aso bixwe, Mela Mistefa wisa dike ku li nexweşxaneyeke baş a Bakuyê karekî ji wî re bidin. Herwisa li ser daxwaza Dr. Aso, Mela Mistefa karekî dike ku wî bişîne Fransayê ji bo xwendina kursa pisporiyê. Li ser daxwaza nivîskar, daxwazê dike ku hevkariya jin û zarokên wî bide ku ji Mehabadê ve bibine Bexdayê û ji wir jî bibine Moskowê ku piştî 9 salan bi dîtina jin û zarokên xwe şa û kêfxweş be.
Di çend cihên din de jî behs dike ku mamosta û pisporên rûsî rêzeke zêde li Mela Mistefa girtine, û yek ji wan jî pisporê warê neştergeriyê bûye ku jê re gotiye: “Ez şanaz bûm ku min Mela Mistefa ji nêzîk ve dît. Dema endamekî asayî yê partiya wî ku jê re koç bibûn, nexweş diket, bi wî re dihate nexweşxaneyê û li cem wî dima heta ku qenc dibû, divê rêber wisa be.
Ev û gelek mijarên din ku di vê gotarê de cih nagirin û di bîranînên Dr. Aso de hatine behskirin, nîşan didin ku Mela Mistefa Barzanî wek rêberekî siyasî yê berpirsyar, hertim berjewendiya gelê kurd ji bo wî girîng bûye û digel êş û mirina wan bûye. Lê mixabin Dr. Aso piştî hemû alîkariyên ku ji Mela Mistefa wergirtiye, paşê ku dibe doktorê neştergeriyê, amade nabe ku tevlî refên şoreşê bibe û diçe Bexdayê û li wir ji bo Sedam Husên mijûlê neştergeriyê dibe.
[1]