Nav: LAMARA
Nasnav: LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA
Navê Bav: BORÎS
Dîroka jidayîkbûnê: #17-01-1940#
Dîroka koçkirinê: #12-08-2015#
Cihê jidayîkbûnê: Tîflîs
Cihê koçkirinê: Tîflîs
$Jîname:$
Lamara Xan etnograf, xebatkarê zanistiya Zankoya diroknasî û etnografiyayê Gurcistanê, namzedê zanistiya etnografyayê ye.
Etnograf Lamara Paşayêva li Tîflîsê , serbajarê Gurcistanê hatiye dinê. Di sala 1964’a de dîploma xwe ji Zankoya Dewletê ya Tîflîsê, fakulte Rojhilatzanîyê stendiye.
Li ser jiyana sosyolojik û etnografîk ên Kurdên û Yûnanên Gurcistanê çendin berhemên zanistî nivîsandiye.
Lamara Paşayêva xêncî karên zanyariyê pir şixûlên civakî jî kirine. Ji bo naskirina fermî ya paşnavên Kurdan, Asuriyan û Yûnanan bi salan tekoşîn meşandiye. Di nav damezînerên komeleyên Kurdên Gurcistanê aktif cîh girtiye.
Xanima Lamara Paşayêva di sala 2015 de li bajarê Tiflîsê koça dawî kiriye.
$Çend berhemên wê:$
1.Kevneşopiyên / tradisyonên merasimên cenaze ya Kurdan
2.Tiştên erenî û neyînî di dewat û îbadetên Êzdiyên Gurcistanê de.
3. Qedexeyên olî di dema mehrkirina Êzdiyên Gurcistanê de.
4. Kurdên Gurcistanê. Derheqa xwe naskirinê ji aliyê dînî û etnîkî
5. Wargehên Kurdên Gurcistanê û hwd.
Lamara Xan her tim di bîra me de ye.
[1]