Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,730
Wêne
  124,525
Pirtûk PDF
  22,123
Faylên peywendîdar
  126,681
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (122):Heyama tirsê û girtinên bêsûcane, zêta Efrînê tê dizîn û li Turkiyê û derve tê firotan, “Sîros
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (122):Heyama tirsê û girtinên bêsûcane, zêta Efrînê tê dizîn û li Turkiyê û derve tê firotan, “Sîros
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (122):Heyama tirsê û girtinên bêsûcane, zêta Efrînê tê dizîn û li Turkiyê û derve tê firotan, “Sîros
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (122):Heyama tirsê û girtinên bêsûcane, zêta Efrînê tê dizîn û li Turkiyê û derve tê firotan, “Sîrosê” dikin zaretgeheke Osmanî, bindestkirina gundê “Feqîra” yê Êzdî.

Leşkerê bi Kurdî stiraye
Di vîdyoyeke belavkirî de, artêşa Turkiyê leşkerek ceza kir, ji ber ku, bi Kurdî stira. Hikometa Erdoxan jî, li ser vê şopa kîn û zikreşiyê, pilanên xwe li dijî Kurdan bi giştî dihûne û digerîne, da ku, nasnama wan tune bike û hebûna wan bipişêfe. Û ji bo cîbicîkirina tewanan li dijî Kurdan li Sûriyê û guhertina demografiya wan, milîseyên Sûriyê yên pêve girêdayî, bi kar tîne. Ji ber wê, ji bo nişteciyên Efrînê yên resen ên mane jî ji herêma Efrînê koçber bike, tiştê ji dest derdikeve dike.
Ev jî komek ji binpêkirin û tewanên ketine nav destên me :
Revandin û girtin:
Hemwelatî “Xelîl Hisnî Hemdî” yê ku, li gundê “Husê” hatiye xuşandin
– Ta niha heyama tirsê bi ser bajaroka “Mabeta” û gundên “Qenterê, Husê, Şîtka, Mistika û Erendê” de girtiye, ji ber rewşên ku, milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ji 18.12.2020an ve, li ser wan ferz kirine. Piştî ku, bombeyeke teqîner bi makîna serkêşekî wan ve teqiya, ew kirin behane da ku, zordariyê li xelkê bikin, û rabûn bajarok (ya ku, navendeke leşkerî û istîxbaratên Turkiyê têde heye) û ew gundina dorpêç kirin, û bi makîneyên leşkerî û endamên serûgirtî êrişê kirin, derbas malên sivîlan bûn, bi dehan ji hemwelatiyan girtin, û vêre jî işkence û danûstandinên hişk û kêm bi wan re kirin, ta asta ku, xelk newêre hevgîhanê bi derve re bike. Û hemwelatiyên bajaroka Mabeta -dora /20/an- yên li (19-20)/12/2020an hatine girtin, li êvara 24.12.2020an hatin berdan. Herweha jî li 21.12.2020an êrişî herdu gundên “Mistika û Erendê” – navça “Şiyê” kirin, ji “Mistika” hemwelatî (Esed Ezo Elo, Zekeriye Ezo Elo, Mihemed Ebdîn Hiso, Ebdo Nûrî Hiso û Hawar Mihemed Silêman), û ji “Erendê” (Ehmed Heyder Hemo, Ebid Elhemîd Reşîd Hemsoro, Zekeriye Mihemed Moro, Isma’îl Mihemed Ebdo, Isma’îl Buciq Bîlal, Egîd Reşîd Hisên, Umer Heyder Umer, Ebid Elrehman Xelîl Mistefa, Mihemed Mihemed Hisên û Mes’ûd Mihemed Yûsêf) girtin, birin biryargeha xwe ya li navça “Mabeta”, û piştî du rojan ji lêkolînan ew berdan. Û li 22.12.2020an, hejmarek ji hemwelatiyên herdu gundên ” Şîtka û Mîrka” – navça Mabeta girtin, ev jî hin ji wan in: “Bangîn Ebdo kurê Arif” ji yê yekê, û ” Feysel Hemalîko, Ne’isan Sîno, Ebdo Gênc Xemîs û Xelîl Hisnî Hemdî” ji gundê dudiyê, û qirka “Xelîl Hisnî Hemdî” li dû makînê girêdan, û li ser riya ziftkirî xuşandin, û paşê hemî berdan. Û li 25.12.2020an, ev hemwelatî ( Xemgîn Mihemed Hemalîko, Hisên Mihemed Hemalîko û Amêr Mihemed Henan) ji gundê “Hisê” girtin, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
– Li 23.12.2020an, destlatên dagîrkeriya Turkiyê, ji hepsa”Maratê” – Efrîn, keça Kurd “Arîn Dilî Hisên/21/sal”, ji xelkê gundê “Kîmarê” – çiyayê “Lêlûn”(ya ku, li Reşmeha 2020an, ji aliyê “Firqit Elhemzat” ve hatibû revandin, û bi zorane di hepsên bi dizî de hatibû veşartin), berdan. Û şeşên din (ên ku, bêtirî du salan di ser revandina wan re derbas bûye, û li 28.5.2020an, dema ku, “Ceyş Elîslam” êriş biriye ser biryargeha “Elhemzat” a li hirşê “Mehmûdiyê” – Efrîn, û hatine xuyakirin) , ta niha veşartî ne.
– Li 20.12.2020an, xort “Mihemed Ehmed Ibrahîm” ji xelkê gundê “Maratê”, bi tuhmeta ku berê xizmeta leşkerî kiriye hate girtin, û li 24.12.2020an hate berdan. Û berê jî ji heman gundî, li 15.12.2020an, hemwelatî “Xoşnav Qilîç” hatibû girtin, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye. Û weha jî ji dora çar heyvan ve, ciwan “Rêzan Şêx Sadiq” li “Ezazê” hatibû girtin. Lê, hemwelatî “Welîd Hesen Abêd/64/sal – xwediyê guvêşgehê” bêtirî heyvekê heye hatiye girtin, dema ku, çûbû dadgeha Ezazê, da ku, bînertiya beratkirina “Rêzên” bike, û herdu jî ta niha di bin libaxwehîştina zordar de ne.
– Hemwelatiya bi navê “Xezalê Menan Selmo” ji xelkê gundê “Basûfanê” – çiyayê Lêlûn (ya ku, ji 4.12.2020an ve, ji aliyê milîseyên “Feyleq Elşam” ve hatiye revandin), ta niha çarenûsa wê ne diyar e.
– Ji heftakê ve, hemwelatî “Ednan Rehîm” di gel hevjîn û keça wî ya negîhayî, ji xelkê gundê ” Keferşîlê” – nêzîk bajarê Efrînê, hatin revandin, û ta niha çarenûsa wan ne zelal e. Hêjaye were bîrhatin ku, milîseyên “Firqit Elhemzat” gund destlat dikin.
Werza zeytûna:
– Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” bi tenê dest danîne ser dora /45/ hezar darê zeytûnê li navçên “Bilbilê û Şera”, û li gor tekeziya berpirsê wê yê aborî “Ebo Osman” (yê ku, biryargeha wî li gundê “Qota” û mal jî li gundê “Kerê”), di civateke xwe de da xuyakirin ku, wan berhemên wan daran û yên ji hemwelatiya standine – bêyî ku, li dorê bisekinin – bi zorê li guvêşgehan guvaştin, û rêjeyeke kêmtirî 7% ye tê naskirin wek kirê dan, herweha jî vêrgiyên cûrbecûr jî li ser guvêşgehan dan ferzkirin.
Şîşe, galon û tenekên zêta Efrînê yên li Turkiyê, Ewropa û Emrîka têne firotan.
– Wek veger li doseya destdanîna Turkiyê û milîseyên wê li ser zêta zeytûna li herêma Efrînê, û derxistina wê weke berhemeke Turkî bo Ewropa û Emerîka; Rojnameya “Dêlî Bêst ya Emrîkî”, li 24.12.2020an, di raporeke xwe de tekez kir ku, kompaniya “Torkana Fod” – ew kompaniyeke Turkî ye ku, xwarinvexwarinê tîne û biryargeha wê li “Niyocirsî – Emrîka” ye – , di kataloga teybet bi berhemê xwe li ser entirnêtê de, “zêta zeytûna ya Efrînê” ragîhand, û got ew zêta li gelek firoşgehên Emrîka tê firotan. Û li ser şîşe û galon û tenekên zêtê jî silogana nîşana bazirganiyê (ya ku, li wîlayeta “Hetayê ya Turkiyê” hatiye tomarkirin) xuya bû ; Û herweha rojnamê got ku, wê lêkolînek kiriye û tê de diyar bûye ku, mîrên cengê yên Sûrî zeytûnan didizin, zêta pir baş jê dertînin, direvînin Ewropa, û pereyên ji kêrhatina wê werdigirin, li yekîneyên xwe yên şer û cengê xerc dikin. Û ji tiştên ku me berê belge kirine jî, em kanin van agahiyan bi bîr wînin: Hevkariyên gerantiya çandinyê ya Turkî “Te’awiniyat Elitîman Elzîra’î Elturkî” ya ku rêdanên awerte daniyê, lîsteyek bi buhaya kirîna zêtê – ya tewrî bilind jî /31.5/dolar ji her tenekak ji /16/KG zêt pêktê re bû – derxist. Ew zêta ku, li derve bi buhayên pir bilind tê firotan û karinî pir zêde ji Turkiyê û hevkarên wê re tîne. Bi taybetî jî ku, navendeke bazirganî ye Turkî li guvêşgeha “Rif’etiyê” – navça Cindirêsê heye, dest daniye ser dora 80% (25600 ton zêt) ji tevaya berhemê, û li vê dawiyê jî perçevîdiyoyek li ser hate belavkirin, û bi makîneyên mezin ên baran di derbasgeha Hemamê ya nû re hate guhestin.
Û di vê warî de, rojnama “Duvar” a Turkî, li 26.11.2020an, di raporeke xwe de tekez kir ku, makîneyên zêta zeytûna dikevin “Hetayê – Turkiyê” , bêyî ku di herêma azad a li bajarê “Qirixanê” re derbas bibin, û bi rengekî rêkûpêk nayêne tomarkirin jî. Û herweha rojnamê nîşan kir ku, bazirganên xwecihî yên Turk nerazîbûna xwe ji derbaskirina zêta Efrînê bo bazarên xwecihî re diyar kirin, ji ber ku, buhayê zêta zeytûnên Turkiyê dadikeve. Herweha rojnamê da xuyakirin ku, nûnerên “Hevkariyên Geranteya Çandiniyê” çûn “Niyoyorkê” da ku, zêta zêtûna li bazarên wê belav bikin. Û bi ser ku, zêta Efrînê ji dewleteke din dikeve Turkiyê, Turkiyê wê piroseyê vedişêre, û wekî ku li Turkiyê hatibe çêkirin difroşe cîhanê. Û vaye me wêneyine nû yen şîşe, galon û tenekên zêta zeyrûnên Efrînê yên ji Turkiyê derdikevin û li Ewropa û Emerîka têne firotan, bi dest xistine.
Kevneşop:
Zaretgeha “Nebî Horî” berî û piştî dagîrkeriyê.
Li vê dawiyê wêneyine nû yen zaretgeha “Nebî Horî – Sîros” hatin belavkirin, di wan wêneyan de ev guherîn têne diyarkirin, nimûne: Avakirina avahiyeke nû ye bi sîwanên ji qermîtê sor dorpêçkirî li kêlek zaretgehê, ala Turkiyê bi pencereyeke minara zaratgehê ya Romanî ve daliqandî, ji nû ve amedekirina mizgefta wê û banîkirina pêşiya wê bi qermîtê sor, û çaksazkirina mala Romanî; Piştî ku, – li gor rapora “Navenda kevneşopa Idlibê” ya rikber a ku li 13.7.2018an hatiye belavkirin – bi zartgehê hate lîskandin, gora wê hate tarûmarkirin, binzemîna wê hate kolandin û bi bingeheke nû hate guhertin, herweha guhertina gorgeha kevin bi yeke nû, û weha jî tarûmarkirina di mala Romanî de hatiye kirin ( ya ku, şanda Sûrî – Libnanî, di navêna salên /2006-2011/de, ser vekiribû, çaksaz kiribû û ji nû ve ava kiribû), dizîna kelûpelên wê, kolana meydana wê, û hilkirina darên wê di dema dagîrkirina herêmê de, li Avdara 2018an, ji aliyê milîseyan ve. Ji aliyê Turkiyê ve, ew kiryar hewildanek e ji bo guhertina zanînwerên wê cîgeha dîrokî (ya ku, ji kelepûra mirovahî ya cîhanî ya li ser lîsteyên Yûnisko hatiyê dînandin, tê jimartin), da ku, wê weke kevneşop û mandeke Osmanî bide berzkirin. Di heman dema ku, Turkiyê destên milîse û dizan filitandin, da ku, dijberîkirinê li ser kevneşopên “Nebî Horî – Sîros” bikin, bikolin, rêşkin û serzemîn û binzemîna wê bidizin. Ji xwe li gor lihevkirinên “Lahay” ên salên /1907 û 1954/, û pirotokolên yek û du /1977/ yên li her çar lihevkirinên “Cinêvê” hatine zêdekirin, ew kiryar ji binpêkirin û tewanên şer têne jimartin.
Fewdalîzim û serberdayetî:
– Li 22.12.2020an, çekdarekî ji endamên “Firqit Elsultan Mûrad”, li taxa kevin a bajarê Efrînê, bi sedema hewildana destdirêjiyê li ser jinbirayê wî – li gorî gotina wî di perçevîdyoyeke wênekirî de -, serkêşê ketîba xwe “Casim Eliweyid” kuşt.
– “Eyhem Elquba’i – Ebo Şîhab”, li navenda asayîşa Reco, hemwelatiyê Kurd “Mihemed Hisên Henîf /30/sal”, ji gundê “Bilêlko – navça Reco” – piştî ku, li 30.8.2019an hate girtin -, di bin işkencê de kuşt. Lê, ji aliyê dadgehên Efrînê yên wêneyî ve kujer hate beratkirin, û ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve hate rûmetkirin, him ritbeya wî hate bilindkirin, û paşê jî li vê dawiyê ew kirin “serkêşê asayîşa bajarê Reco”.
– Li 24.12.2020an, li nêzîk dibistana “Meyselûn” li taxa Eşrefiyê – Efrîn, bombeyeke teqîner teqiya, û di encamê de sê kes birîndar bûn.
– Li 25.12.2020an, li bajarê Cindirêsê, bombeyek di dest çekdarekî de teqiya, û di encamê de, kesek hate kuştin û du kes jî – yek ji wan zarokek ji anîndeyan bû – birîndar bûn.
Binpêkirinên din:
– Gundê Feqîra – Cindirês ji /110/malan pêktê, /46/mal ji nişteciyên wê yên Kurd ên Êzdî lê mane, /64/malbat ji yên ji “Xota, gundewarên Humsê, Heleb û Der’a” anîndindane tê de hatin bicîkirin, û milîseyên “Firqit Elhemzat” gund destlat dike. Û ew tûşî gelek binpêkirin û tewanan bû, ji dizîna tevaya toreya Êliktirîkê de bigir, girtina hin hemwelatiyên wê, kolana zaretgeha “Şêx Cinêd ê Êzdî” ji bo lêgerîna li kevneşopan, tarûmarkirina kêlikên hin gorên miriyan, ta asta ku, xelkê wê nema kane bîrûboçûnên xwe azad bi kar wîne, û bi ser de jî, vêrgî li ser werza wê ya zeytûna hatin ferzkirin. Herweha, li vê dawiyê “Elhemzat” keyayê gund agahdar kir ku, nêta wê heye dest dîne ser tevahiya malmewalên xelkê gund ên bi zorê hatine koçberkirin. Ji wan malmewalan dora /6/hezar darê zeytûnê, tu kes ji yên mane nikane ji ber xwediyan ve – çendî mervantî nêzîk be – bi rêve bibe, û bi sedan ji wan daran, ji bo êzingkirinê, bi şêwakî hovane hatin qutkirin.
– Milîseyên “Feyleq Elmecid” yên ku, gundên “Zerka, Çobana, Qasim, Dîkê, Eşûnê û kêla” destlat dikin, bi rengekî hovane dora /8/hezar darê zeytûnê yên dest danîne ser, ji bo êzingkirinê qut dikin, û mêr û xortên wan gundan tevî acet û amûrên wan, weke koleyan û bê kirê, bi kar tînin.
Darên ku, li nêzîk kargehên bêrînê yên li herdu aliyên riya Reco, hatine qutkirin
– Li 24.12.2020an, di rûpeleke ragîhandinî ye xwecihî de, Vîdiyoyeke belavkirî tekez dike ku, milîseyên “Firqit Elhemzat” bi hezaran darên zeytûnê li herdu aliyên riya Reco û bi dirêjiya /1/KM, li nêzîk kargehên bêrînê, li bakurî bajarê Efrînê, bi armanca êzingkirinê – hinek jê jî bi giştî – qut dikin. Hêjaye were zanîn ku, temenê hin ji wan daran dighêje /100/salî.
Cîgeha avahiya mizgeftekê li gundê “Ebûdanê”
Cîgeha avahiya mizgeftekê li gundê “Şerqiya”
– Ji çend rojan ve “Sekna Diyant” a Turkî, dest bi pirojeya avakirina du mizgeftan li gundên “Ebûdanê û Şerqiya yên biçûk – navça Bilbilê” kiriye, û ew e yê ku, serpereştiyê li ser bêtirî /18/ amojgehên lezberkirina “Quranê” li navçê dike, û herweha jî hin çalakiyên olî yên din, li gor nûçeyên “Encûmena Xwecihî” li Bilbilê, û ew tev jî di çarçewa çalakirina tevgera olî – bineolî û li gor rêbazeke Ixwanî – Osmanî de, têne kirin. Bi taybetî jî, mizgefta “Ebûdanê” li orta gund, li ser erdê malbata (Ûreş “Sîdo”) tê avakirin, û bêyî ku berdêlekê bidinê yan malbat wêribe nerazîbûna xwe diyar bike. Û li Îna borî di bin serpereştiya seknê “weqfê” de jî, mizgefta gundê “Erebwêranê” – navça Şera, di bin ala Turkiyê de hate vekirin.
– Di navbera rojên 19-21-23/12/202an de, hêzên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, derdora balafirgeha “Miniqê” û gundên “Mer’enazê, Elqemiyê, Şewarxa, Malkiyê, Kişti’ar û Soxanekê” li çiyayê Lêlûn û bakurî Heleb, bombebaran kirin.
Bêdengiya navdewletî û bi taybetî hikometên Rûsiya û Emrîka, û wendabûna dengê “Gêr Bîdirson” – şandêrê taybet bo Sûriyê, li ser binpêkirin û tewanên şer û hin din jî li dijî mirovahiyê (yên di dermafê herêma Efrînê û xelkê wê têne kirin de), tiştekî bi gûman e û ciyê şermezariyê ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,511 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 238
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 27-12-2020 (6 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,511 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!